Li Şemrexê agirê Newrozê

Li Şemrexê bi sedan kes hatin ligel hev, agirê Newrozê pêxistin û govend gerandin.

Li Şemrexê bi sedan kes hatin ligel hev, agirê Newrozê pêxistin û govend gerandin.

Li Kurdistanê ji niha ve agirê Newrozê gur dibe. Piştî Agiriyê îcar jî li taxa Sakizli ya navçeya Şemrexa Mêrdînê agirê Newrozê pêket. Bi sedan welatî li taxê gihîştin hev û agir pêxistin. Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan, endamên meclisa şaredariyê, rêvebirên HDP, DBP'ê, xebatkarên Navenda Çandê ya Çiyayê Mazî û gelek welatî tevli pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir, qad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên endamên PKK'ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat xemilandin. Bênavber dirûşmên; "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" hatin berz kirin.

Hevşaredar Alî Ozkan û jinên li qadê agirê Newrozê pêxistin. Hunermendên Navenda Çandê ya Çiyayê Mazî stran gotin û govend hat gerandin û şahî bi dawî bû.