Malbatek Kobanêyî li Çiyayên Kurdistanê keça xwe tevlî refên PKK'ê kir

Malbata Kobanêyî Tayar ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, li ser daxwaza keça xwe Mizgîn Tayar, ji bo di nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih bigire, tevlî têkoşîna azadiyê kir.

Malbata Kobanêyî Tayar ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, li ser daxwaza keça xwe Mizgîn Tayar, ji bo di nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih bigire, tevlî têkoşîna azadiyê kir.

Malbata Tayar ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê, mîna bi hezaran welatiyan neçar ma cih û warên xwe biterikîne û li Başûrê Kurdistanê bajarê Qeladizê bicih bû.

Malbatê li ser daxwaza keça xwe Mizgîn Tayar, çû Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi destê xwe tevlî refên PKK'ê kir.

Dayika Mizgîn Tayar, Ezîze Şêx Ebdo hestên xwe wiha anî ser ziman, "Ez Li vê derê keça xwe bi serbilindî û bi kêfxweşî radestî PKK’ê dikim. Ez ji wê re û hemû têkoşerên Kurdistanê re serketinê dixwazim." 

Bavê Mizgîn Tayar Adil Tayar jî got, "Ez ji ber beşdarbûna keça xwe ya nava refê gerîla serbilind û kêfxweş im. Dem, dema têkoşînê ye, dem, dema serketinê ye. Divê hemû gelê Kurdistanê ji bo serketina Kurdistanê bikeve nav tevgerê û têbikoşin."

Piştre Mizgîn Tayar jî hestên xwe anî ziman; "Di destpêkê ez jî kêfxweşiya xwe tînim ser ziman ku ez li gel malbata xwe bi daxwaza xwe û malbata xwe beşdarî nav refên gerîla dibim. Ez ji warê berxwedanê Kobanê têm. Berê min di nava refên YPJ’ê de cihê xwe girt û ez  birîndar bûm. Piştî li Kobanê şer dijwar bû malbata min jî ji Kobanê derket. Em hatin başûrê Kurdistanê. 

Piştî birîna min baş bû min got divê ez heya dawî ji bo azadiya Kurdistanê têbikoş im û min biryar da ku ez tevlî nava refê gerîla bibim. Malbata min jî ev biryara min gellek baş pêşwazî kir.  Li ser vê biryara xwe îro ez bi navê Silava Kobanê tevlî nava refê gerîla dibim. Li vir ligel malbatê xwe ji hemû gelê Kurdistanê re soz didim ku ez ê heya dawî li ser azadiya xeta jinê û ji bo Kurdistanê heya dawî têbikoş im."

Piştî malbatê keça xwe tevlî refên gerîla kir, vegeriya Qeladizê.