Li gundên xwe ji Newroza mezin re amade dikin silava roja 177'an

Li gundên berxwedanê yên Pirsûsê, ku wê di 17'ê Adarê de mezintirîn pîrozbahiya Newrozê ya herêmê lê bê lidarxistin, di roja 177. a berxwedanê de şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin.

Li gundên berxwedanê yên Pirsûsê, ku wê di 17'ê Adarê de mezintirîn pîrozbahiya Newrozê ya herêmê lê bê lidarxistin, di roja 177. a berxwedanê de şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin.

Li ser sînorê Kobanê ya azad, wê starta pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bê dayîn. Amadekariyên ji bo mezintirîn pîrozbahiya li vê herêmê dewam dikin. Li gundên Miseynter û Elîzerê, di roja 177. a berxwedana Kobanê de, nobedaran berxwedêr silav kirin. Çalakgeran berê xwe dan Kobanê, bi destê hev girtin û piştî deqeyeke rêzgirtinê bi qîrîna dirûşmên ji bo YPG û YPJ'ê, berxwedêr silav kirin.