'Di wê avhewayê de diman êş'

Rêveberê ‘Mirî û Sax’ Murat Kocaman dibêje “Me xwest em belgefilma bûyerên li Newala Qesaban qewimîne, bikişînin.”

Belgefilma “Mirî û Zindî” trajediya Newala Qesaban a ku birînên kûr li dil û mejiyê Kurdan hiştiye, vedibêje. Newala Qesaban gora komî ya ku ji cenazeyên gerîlayan û kesên di navbera salên 1984-1989 de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatine qetilkirin pêk tê. Di heman demê de ev gora komî ji bo Kurdan mîna sembola trajediyeke mezin e. Termên avêtine sergoyê û ji aliyê kuçikan ve hatine parçekirin... Murat Kocaman ku xwest belgefilma vê trajediyê bikişîne tevî hevalên xwe Osman Şîşman, Bîlge Demîrtaş, Can Gunduz, Alper Elîtok belgefilma bi navê “Mirî û Sax” kişandin. Belgefilm wê roja 14’ê Adarê saet 13.30'î li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê nîşandan. Ji derhênerên belgefilmê Murat Kocaman û Osman Şîşman têkildarî belgefilmê ji rojnameya Ozgur Gundem re axivîn. Kocaman da zanîn ku êşa malbatên wan bîrek wisa dane ku belgefilmekî wiha bikoşînin û da zanîn ku wê ev belgefilm wê feydeyê bide rûbirûbûnên pêşerojê pêk bên.

Murat Kocaman ê ku mamê xwe winda kiriye got: “Mamê min Kasim Kocaman 11’ê Tîrmeha 1988’ê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Gerîlayê PKK’ê bû. Me xwest, weke hemû malbat û hezkiriyê wî me dixwest ber bi rêwîtiya bê dawî ve bi rê bikin. Bi salan me şahidiya xemgîniya dapîra min û kesên ku di kur û keçên xwe winda kirin, dixwazin gora wan bizanin û nekarîn zarokên xwe bêhn bikin veşêrin, destpê bikin. Min biryar da ku birîna malbata me û bi sedan malbatên din vebêjim. Me nexwest tenê filmek di çarçoveya ajîtasonê de bikişînin.

Kocaman da zanîn ku ti pênaseya êşa mezin a Newala Qesaban tine ye. Osman Şîşman jî got: “Welatê me bi dezenformasyon û zilmê re rû bi rû ye.”

Kocaman têkildarî belgefilmê agahî da û got: “Em belgefilmê weke rûbirûbûnekê dibînin. Yekane temaya me ew e ku em van êş û bûyeran bi awayekî yekser û aşkera vebêjin û bibe bingeha rûbirûbûna civakî. Ti mudaxeleyên me û hewldanên me yên ji bo malbatan çênebûne. Belkî di çavên hin kesan de mamê min Kasim Kocaman û hevalên wî terorîst bin, lê ew di çavên me de leheng in.”

Şîşman jî têkildarî temaya sereke ya belgefilmê got: “Fikra bingehîn a belgefilmê binpêkirina mafê mirovan e. Ekîba pir kêm hevdîtin bi siyaseta Kurdan re kiriye. Lê mijara me ne mijarek siyasî ye. Me hewl da ku em li ser esasê hestên hevpar hemûyan bînin ba hev.”

Kocaman têkildarî xwestekên malbatan jî axivî û got: “Dayik dibêjin bila ne êdî em ne jî dayikên din bigirîn. Di bêjin di dilê me hemûyan de êş heye û agir ketiye dilê yer yek ji me. Daxwazek wan a sereke ew e ku hestiyên zarok û hezkiriyên xwe bibînin, kevirek a gora wan hebe û ji bo careke din bûyereke wiha çênebe, dixwazin li vê derê bîrdariyek bê danîn.”

Kocaman diyar kir ku di encama hevdîtinên bi malbatan de, daneyên nû derketine û got: "Daneyên herî berçav ew in ku malbat ji kîn û nefretê, hêrsê dûr ketine, tenê dixwzin bi êşa xwe re rû bi rû bibin. Dixwazin hezkiriyên xwe li gorî usilê bispêrin axê. Heta vê yekê nekin nikarin huzurê bibînin.”

MALBATA EGÎD DI BELGEFILMÊ DE YE

Kocaman diyar kir ku malbata fermandarê efsaneyî yê Kurd Mahsun Korkmaz (Egîd) jî di belgefilmê de heye û got: “Egîd ji bo gelê me semboleke. Helbet  tiştên ku anîn serê cenazeyê wî û malbata wî gelek dijwar bûn. Mirov ti carî nikare belgefilmek bê çîroka Newala Qesaban bikirin.”

Kocaman bal kişand ser strana “Newala Qesaban” a hunermend Îlkay Akkaya dibêje, û got: “Belgefilm bê Îlkay Akkaya nedibû. Gava em dibêjin Newala Qesaban keseke din ku ji bo aşkerabûna bûyerê hewl da Gunay Aslanê hêja ye. Her du mirov jî cihê xwe li dora gelê Kurd bû mirovê mexdûr girtin.”

AŞTIYA GELAN GIRÎNGTIR E

Ji derhênerên “Mirî û Zindî” yê ku trajediya Newala Qesaban vedibêje Kocaman diyar kir ku wan xwest êş û janên bûyera Newala Qesaban vebêjin û diyar kir u ev yek wê feydeyeke mezin bide rûbirûna ku wê pêşerojê pêk tê. Osman Şîşman diyar kir ku aştiya gelan ji aştiya siyasî û leşkerî girîngtir e û got: “Weke pêvajoyeke dûr û dirêj tê ji me re. Divê em zû dest bi vê yekê bikin.”

CIWANÊN NIHA HÊRSTIR IN

Kocaman got: “Ez 1981 ji dayik bûme. Ya rast ez û yên weke min nifşê salên 80 ji nifşê 90 zêdetir zimaneke aştiyane bi kar tînin. Dibe ku em nifşê dawî yê aştîxwaz bin. Bi taybet nifşê salên 1990’an û yên piştî wê ku di nava tundiyê de mezin bûn û li rastî tundiyê hatin. Di dilê wan de hêrseke mezin heye. Birîn çêbûne. Divê ev birîn bêne kewandin. Ji ber vê jî divê hêviya aştiyê neyê windakirin.

LI NEWALA QESABAN ÇI ÇÊBIBÛ?

Di navbera salên 1984 û heta salên 1990’an de, tîmên kuştinê yên JÎTEM’ê cenazeyên gerîla û kesên ku dane ber guleyan, bi saxî girtine înfaz kirine û bi îşkenceyê kuştine, diavêtin Newala Qesaban. Ev herêma bi navê Newala Qesaban heta dawiya salên 1980’yan weke sergû dihatin bikaranîn. Li vê newalê gelek cenaze hatine dîtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) cenazeyên 98 kesan li vê derê ne. Tê diyarkirin ku cenazeyên yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê û yekemîn fermandarê gerîlayan Egîd (Mahsun Korkmaz) û hevalên wî jî li Newala Qesaban in.