Komkujiya Xabûrê civaka Suryanî dixe nava fikaran

Êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên gefê li hebûna Suryaniyan û civakên din ên Xiristiyanan dixwin, Suryaniyên li Mêrdînê dixin nava fikaran.

Êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên gefê li hebûna Suryaniyan û civakên din ên Xiristiyanan dixwin, Suryaniyên li Mêrdînê dixin nava fikaran.

Êrîşên belayê serê tevahiya gelên Rojhilata Navîn çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî 35 gundên Asûrî-Suryaniyan ên li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê, Suryaniyên li navçeya Mêrdîn Mîdyadê dijîn dixe nava fikar û gumanan. Suryaniyan dan xuyakirin ku di encama êrîşê li hemberî gundên li qiraxa Çemê Xabûrê yê li Hesekê de, piraniya wan jin, zarok û extiyar 350 kes hatin revandin, gund û dêr hatin şewitandin û bang li hêzên koalîsyonê yên navneteweyî, raya giştî ya cîhanê û rêxistinên girseyî yên demokratîk kirin, ku bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin.

KOMKUJIYA SMELE TÊ DUBAREKIRIN

Firat Kuçukaslan da xuyakirin ku di encama êrîşên DAIŞ'ê yên li Hesekê de bi hezaran Asûrî-Suryanî neçar mane xwe li bajarên cuda yên Rojava bigirin û diyar kir ku Suryanî piştî Komkujiya Smele bi komkujiya herî mezin re rû bi rû hatine hiştin. Kuçukaslan got, "Pêwîste korîdora însanî ya heta Hesekê tavilê bê vekirin. Em dixwazin demek ji ya din zûtir çekên ku karibe pê gelan li hemberî DAIŞ'ê biparêzin ji YPG'ê re werin şandin. Ji xwe yekîneyên parastinê yên Suryaniyan jî hene. Eger raya giştî ya cîhanê li hemberî komkujiya Suryaniyan bêdeng bimîne, wê DAIŞ êrîşên xwe yên cinawirî dewam bike. Her wiha ev qirkirina destpêkê nîne li hemberî gelê me tê kirin. Gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî yên li herema Xabûrê ya Hesekê, ji Komkujiya Smele reviyan, xwe li Iraqê girt, lê belê ji ber ku li Iraqê careke din li komkujiyê rast hat, li aliyê Xabûrê bicih bû. Ew herêma ku çol bû veguherand qada jiyanê. Çima Suryanî bi komkujiyan re rû bi rû dimînin? Çi zerar daye kê? Civakeke hunermend, zanaatkar a bi hezaran salan li ser vê xakê ye, gelo zerara wê gihaştiye kê? Weke gel, me ti carî bi çekê êrîşî gelên din nekirine, lê me her tim li êrîşê rast hatin. Eger rêxistinbûyînên terorîst ên mîna DAIŞ'ê gelê Suryanî qetil bike, hingî ti şensê Suryaniyan wê nemîne ji bilî rakirina çekê."

NETEWEPERESTÎ NE YA ROJHILATA NAVÎN E

Ercan Dîdîş da xuyakirin ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi neteweperestiyê re projeya ji holê rakirina gelên qedîm hatiye meşandin û destnîşan kir ku weke Suryaniyên Mîdyadî ew ê li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin. Dîdîş got, "DAIŞ'ê li pêş çavê tevahiya cîhanê bi sedan Suryanî dîl girt. Ev çeteyên mirovkuj, extiyar, zarok her kesî qetil dike. Armanceke bi tenê ya van heye; tinekirina gelên kevnar ên li Rojhilata Navîn. Ti pirsgirêka bawerî û nasnameyê di navbera gelan de nîne. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn qada jiyana gelên kevnar, cihê nîjadperestiyê nîne. Yên ev barbar afirandin, di bin navê ol de gelan tînin pêşberî hev. Yên projeya DAIŞ'ê afirandin, Suryanî, Êzidî, Elewî, Kurd weke qurban hilbijartin. Halbûkî xwediyên vê xakê ev gelên qedîm in."

DIVÊ KORÎDORA ÎNSANÎ WERE VEKIRIN

Samî Akyol diyar kir ku komkujya li Hesekê li hemberî civaka Suryanî hat kirin, komkujiyek li dijî tevahiya gelên cîhanê hatiye kirin e û bang li hêzên koalîsyona navneteweyî kir ku korîdora însanî vekin. Akyol got, "Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin Suryanî, Keldanî, Asûrî û Êzidiyan ji welatê wan derxînin û koçber bikin. Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gelê me yê Suryanî û revandina mirovên me ji aliyê çeteyan ve, em weke dewama polîtîkaya qirkirin û koçberkirina welatiyên Xiristiyan ên li Mûsil û Xabûrê dibînin. Hemû hêzên cîhanê yên li hemberî êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelan bêdeng in, hevparê sûc in. Ji ber vê yekê em dixwazin korîdora însanî tavilê were vekirin."

PÊWÎSTE YEKÎNEYÊN PARASTINÊ YÊN XABÛRÊ WERIN XURTKIRIN

Yûhhana Akyuz jî bang li hêzên koalîsyona navneteweyî, sazî û raya giştî ya demokratîk a cîhanê kir ku bi berpirsyarî rabin û got, "Em bang dikin ku li hemberî komkujî û êrîşên gefê li hebûna civaka Xiristiyan a li herêmê û gelê me yê Suryanî dixwin, bikevin nava tevgerê. Rêxistina terorê DAIŞ li hemberî hemû nirxên şaristaniyê yên cîhanê xeterî û gefeke. Ji ber vê yekê pêwîste mirovahî hemû li hemberî rêxistina terorê DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bimeşîne, hêzên koalîsyona navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ'ê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Yekîneyên Parastinê yên Xabûrê û berxwedana YPG/YPJ'ê bêhtir destek bikin."