Şervanê YPG’ê Çelîk ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Nejat Çelîk ê li Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve li gundê Evliya ya Şemzînanê hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Nejat Çelîk ê li Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve li gundê Evliya ya Şemzînanê hate definkirin.

Şervanê YPG’ê Nejat Çelîk (Reşît Serdar) ê di 2’yê Adarê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Geverê ji aliyê girseya ku di nav de Hevşaredarên Geverê, rêveberên HDP û DBP’ê, MEYA-DER û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ve hate pêşwazîkirin. Cenaze bi konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk tê ve ber bi Şemzînanê derxisstin rê. Cenaze ji aliyê hevşaredarên Şemzînanê, endamên HDP û DBP’ê û esnafên ku îro derebeyên xwe venekerin ve hate pêşwazîkirin û birin gundê Evliyayê.

Bi sedan ciwan di ketina gund de bi alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Çelîk ê YPG’î ve dest bi meşê kirin.. Girseyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve heta gund meşiyan û birin goristanê. Piştî nimêje cenaze bi hezaran kesan li qûntarê Çiyayê Reş sirûda “çerxa şoreşê” xwendin û rêz girtin.

Ciwanan li vir li ber darbestê nobeta rêzê girtin û di vê navberê de Hevserokê MEYA-DER’ê yê Colemêrgê Ramazan Elmas axivî. Elmas wiha got: “Em Çelîkê bû şehîd û gihîşt merhaleya ewliyabûnê teslîmî gundê Evliya dikin. Heval Serdan ê ku bi xwîn û canê xwe kete dîroka berxwedanê ya gelê kurd berhema ruhê berxwedanê yê 2012’an e. Hevalê Serdar û li herêma gundê Evliya û Şemzînanê di 2012’an de berxwedaneke bêhempa nîşan da û piştî ku fermandar Reşît Serdar (Reşît Dostum) di encama êrîşa hewayî de şehîd ket navê wî û çeka wî hilgirt û tevli bû.”

Piştre bavê Çelîk ê YPG’î Omer Çelîk axivî û wiha got: “Bila serê gelê Kurd sax be, ev şehîd, şehîdê gelê Kurd e.” Piştî ku cenaze hate definkirin xwarinên ku hatin amadekirin li gel hatin belavkirin.