Endamên Cephet El Ekrad ên ji DAIŞ’ê rizgar bûn hovîtî vegotin

Endamên Cephet El Ekrad ên duh ji zîndana çeteyên DAIŞ ‘ê reviyan piştî gihiştin qada bi ewle hovîtiya DAIŞ’ê vegotin.

Endamên Cephet El Ekrad ên duh ji zîndana çeteyên DAIŞ ‘ê reviyan piştî gihiştin qada bi ewle hovîtiya DAIŞ’ê vegotin. Yek hêzên milîs ê Cephet El Ekrad Salih Abdo Nehsan ku got, ‘Li ber çavên min bi lêdanê kalekî 70 salî qetil kirin’ diyar kir ji defnkirina mirovan a nav kûmê em bigirin heta qutkirina tilî, dest û lingan bûne şahidê îşkenceyeke hovane ya mezin. 

Endamên Cephet El Ekrad ên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û duh ji zîndana li Babê reviyan, hovîtiya DAIŞ'ê ji ajansa me re vegotin.

Cemîl Beko ku beriya du mehan ji bo malbata xwe ji Munbicê derxîne bi awayekî dizî ket nava bajêr, ji ber îxbarê hat girtin. Beko der barê zîndan û hovîtiya DAIŞ'ê de wiha axivî: "Ji roja destpêkê ya girtinê ve, me planên revê kir. Ji ber ku li pêş çavên me îşkenceyên hovane li mirovan dikirin. Li pêş çavên me serê mirovan jê dikirin. Ji bilî revê, çareyek me tinebû. Li odeya em lê dihatin ragirtin, cihekî mîna paceyê hebû. Me bala xwe dan ser wir. Parçe bi parçe me ew der şikand. Sê rojan em bi vî rengî xebitîn. Di roja çaremîn de me pace bi temamî danîn xwarê û em jê derketin."

Beko anî ziman ku ji 90 kesên reviyan bi texmînî 7 jê YPG'yî bûn û pêncî ji yên rizgar bûn Kurd bûn û diyar kir ku di dema revê de wan ji gelê Babê destekek mezin dîtine. Beko diyar kir ku gelê Babê, ji ber hovîtiya li pêş çavê wan tê kirin destek daye reva wan û destnîşan kir ku piraniya mirovên reviyan, rizgar bûn.

Salih Abdo Nehsan jî da xuyakirin ku beriya 7 mehan di dema êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê de, ji ber ku wî ji Cephet El Ekrad re milîtî dikir ji aliyê koma çete ya DAIŞ'ê ve hat revandin û anî ziman ku di nava 7 mehên dîlgirtî de ew li pêkanîn û îşkenceyên hov rast hatine. Nehsan ragihand ku her roj bi hovîtiyeke nû destpê dikir û diyar kir ku li pêş çavên wî kalekî 70 salî yê birîndar ê Kobaniyî bi lêdanê hat qetilkirin. Nehsan got ku ji ber ji vê hovîtiyê rizgar bûne kêfxweş in, lê belê dema li bi sedan mirovên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtî ne difikire, nikare dilê xwe li vê rizgariyê xweş bike.