YPG: Li Kobanê û Til Hemîsê 41 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li kantona Kobanê û bajarokê Til Hemîs ê kantona Cizîrê gelek herêmên girîng hatine rizgarkirin û 41 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li kantona Kobanê û bajarokê Til Hemîs ê kantona Cizîrê gelek herêmên girîng hatine rizgarkirin û 41 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

GUNDÊ CEADÊ YÊ LI QEREQOZAXÊ HAT RIZGARKIRIN, 26 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê da xuyakirin, ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî komên çete yên li qada Qereqozax a 30 km li başûrrojavayê Kobanê êrîşek pêk anîn û di encama pevçûnên dijwar de gundê Ceadê yê li nêzî pira Qereqozaxê û hin girên stratejîk ên li herêmê ji çeteyan hatin paqijkirin.

Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di pevçûnên li vê derê de 26 çete hatin kuştin û 10 kalaşnîkov, motorsîkletek û bêtelek ên çeteyan hatine desteserkirin.

WESAYÎTA BOMBEBARKIRÎ YA ÇETEYAN DI NAVA ÇETEYAN DE HAT TEQANDIN: 10 ÇETE MIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li başûrê Kobanê, çeteyan hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî gundê Qil Haydê û rêbenda Dîcle êrîşekê pêk bînin û aht destnîşankirin, ku di encama bersiva YPG/YPJ'ê de wesayîta bombebarkirî di nava çeteyan de hatiye teqandin.

Li gorî daxuyaniyê, li vê qadê jî herî kêm 10 çete hatine kuştin, 4 kalaşnîkov, 700 fîşekên wê, 2 bombeyên destan û 3 zincîrên BKC hatine desteserkirin.

GUNDEKÎ LI DORA TIL HEMÎSÊ HAT RIZGAKIRIN, 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha da xuyakirin ku hêzên wan duh bi şev li hemberî gundekî li dora Til Hemîsê yê ji aliyê çeteyan ve weke baregehekê dihat bikaranîn, operasyonek lidar xistine û got, "Piştî pevçûnên dijwar, hêzên me gund xistin bin kontrola xwe. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê 5 endamên çeteyan hatine ukştin, 4 çete birîndar bûne. Hêzên me li vir dest danîne ser 2 çekên BKC, wesayîteke leşkerî û motorsîkletekê."

Hat ragihandin ku li nêzî gundê Xizêla ya li heman herêmê jî wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tespîtkirin.