Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê pêngava rizgarkirina herêma Til Hemîs û Til Birakê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariyê diyar kir ku operasyona wan a di 21'ê Sibatê de bi armanca rizgarkirina bajarokên Til Hemis/Til Berak û hawirdora wan bi tevlîbûna pekhateyên Kurd, Ereb, Sûryanî, Asûrî, rexistinên dost û hêzên Asayîşê û xebatekî bi koordîne bi koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê re hatibû destpêkirin, wekî hatiye plankirin bi serketî encam bûye.
"KANTONA CIZÎRÊ BI XÊRA LEHENGIYA CANGORIYAN EWLE BÛ"
Fermanariyê diyar kir ku bi vê pêngavê re hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine şikandin, gefa li ser herêmê hatiye hatiye rakirin û çeteyan derbên giran xwarine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kantona Cizîrê bi xêra lehengiya şehîdan û berxwedana mezin a hevalên me bû herêmeke bi ewle û aramiya herême bi pêngava me re hê bêtir xurt bibe" û aht destnîşankirin ku di vê pêngavê de gelê Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî mil bi mil li dijî terora DAIŞ'ê têkoşiyan.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku tovên fitneyê yên hêzên tarî xwestin bixin nava gelên herême bi nêzîkatiyên hişyar ên gelên herêmê û bi berxwedana YPG'ê hatine pûçkirin.
EV SERKETIN SERKETINA JIYANA HEVPAR Û WEKHEV E
Fermandariyê da zanîn ku bi vê pêngavê re careke din xuya bûye ku YPG bi Kurd, Ereb, Xiristiyan û Asûriyan ve hêza parastinê ya hemû herêmê ye û hat gotin, "Di serî de birayên me yên Ereb, gelên li herêmê piştgiriyekî aktîf dan pêngava me û nîşan dan ku heta dawî piştgiriya keç û xortên YPG/YPJ'ê dikin. Ev piştgiriya wan a aktîf di heman demê de nîşaneya xwedîderketina li projeya jiyana hevbeş e."
Fermandariya Giştî ya YPG'ê da xuyakirin ku ev serketin, di cewhera xwe de serketina jiyana hevpar û wekhev e û ev xal destnîşan kir: "Di bingeha serketin û berxwedana bi heybet a YPG de, xwedî derketin û tevlîbûna mezin a gelê me heye. Heta ku ev alîkarî û piştgirî bidomin û hemû pêkhateyên herêmê li dora YPG'ê bibin yek wê demê ti êrîş û hêz nikare YPG'ê lewaz bike. Tevî ku ev pêngava me bi encam bûye jî lê têkoşîna me ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji wir şûn ve bi awayekî hîn xurttir berdewam bike.
Şehîdên me yên ku di serketina vê pêngavê de pêşengî kirin, di heman demê de mozaîka gelan a ku di nava YPG'ê de têkoşîna hevpar dimeşinîn nîşan dide. Bagok Serhed ê Awûstûralyayî (Ashley Kent Johnston), Kemal ê Îngilîz, bi eslê xwe Yewnan (Konstandînos Erîc Scurfield), fermandarê me yê Ereb Baran Amara (Udey El Ubeyd) ku hemû malbata wî ji aliyê DAIŞ'ê hatiye qirkirin û ev demek dirêj e di refên YPG şer dike; û hevala me ya MLKP'ê ku bi eslê xwe Afrîkî û hemwelatiya Elman Avaşîn Têkoşîn Guneş (Ivanna Hoffman), li hember êrîşên çeteyan ên bi armanca vala derxistina pengava me li Til Temir de pêşengiya berxwedane kirin; weke fermandarên pêşeng ên gelên me di têkoşîna me de we her tim bijîn.
"RÊYA YPG'Ê WÊ BIBE RÊYA RONAHIYA ŞOREŞA DEMOKRATÎK A SÛRIYEYÊ"
Em careke din hemû hevrêyên xwe yên bi wêrekî û fedakariyeke mezin şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin û spasiya hemû hêz û kesên ku piştgirî da vê serketinê dikin.
Ev serketina me ya hevpar di serî de li gelên herêmê û li hemû hêzên dijî DAIŞ'ê pîroz be. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev rêya ku YPG tê de dimeşe bibe rêya ronahiya Şoreşa Demokratîk a Sûriyê."
BÎLANÇO
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyona ji 21'ê Sibatê heta 9'ê Adarê de, qadeke ji 2.940 km kare ku tê de 390 gund û bi sedan gundik hene, hatine rizgarkirin.
245 ÇETE HATIN KUŞTIN, 5 JÊ BI SAXÎ HATIN GIRTIN
Li gorî daxuyaniya fermandariyê, di vê operasyonê de bi giştî 245 çete hatin kuştin, termên 134 çeteyan ketin destê hêzên YPG/YPJ'ê û 5 çete jî bi saxî hatin zevtkirin.
Fermandariyê der barê çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin de ev agahî da:
"Cûr û miqdarên wesaît, çek û cebilxaneya ku hêzên me bi dest xistin jî ev in;
Tankek, 3 panzer, 5 wesaîtên Hammer, 7 pick-up, 3 kamyonên eskerî, 3 traktor, 2 mînîbus, ambulansek, 2 motorsîklet, 2 wesaîtên TNT barkirî;
Topek 130 mm, topek 57 mm, 2 topên hawanê yên 120 mm, 3 topên hawanê yên 82 mm, Katuşayek, 8 fuzeyên Grat, 3 doçkayên 23 mm, doçkayek 14,5 mm, 4 doçkayên 12,5 mm;
156 keleşnîkof, 12 BKC, 9 roketavêjên B7, 3 M16, 15 çekên piyade yên Bruno, 3 Çifte, 8 Temençe, 174 bombeyên destan;
22 hezar fîşekên keleşnîkof, 8 hezar fîşekên BKC, 540 gulleyên doçkayê, 450 mayînên bi destan çêkirî;
14 komputer, 45 cîhazên bêtêl, 2 dûrbîn, 4 telefon, nexweşxaneyek seyyar, kamyonek tije derman, gelek erzaq û belgeyên rêxistinî hatin desteserkirin."