Ji Mêrdînê desteka ji bo xwendekarên Zanîngeha Çewlikê

Xwendekarên Zanîngeha Artûklû dan xuyakirin ku ew greva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê destek dikin û rêveberiya zanîngehê protesto dikin.

Xwendekarên Zanîngeha Artûklû dan xuyakirin ku ew greva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê destek dikin û rêveberiya zanîngehê protesto dikin. 

Xwendekarên Zanîngeha Artûklû li ber Fakulteya Edebiyatê hatin cem hev û bi armanca destekdayîna xwendekarên Zanîngeha Çewlikê yên ev 14 roj  in di greva birçîbûnê de ne û protestokirina rêveberiya zanîngehê, heta Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Tenduristiyê meşiyan.

Di meşê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay, Midûrê Têkiliyê ji Gel û Çapemeniyê Berpirsyar ê Şaredariya Bajarê Mezin Seyfettîn Yavûz, xebatkarên şaredariyê û gelek xwendekar amade bûn. 
 
'DIXWAZIN HÊZA ME YA CEWHERÎ PARÇE BIKIN'

Li ser navê xwendekaran Yekta Bertan daxuyanî da û got, "Dixwazin zanîngehan ji bo bicihanîna hegemonya xwe ya desthilatdariyê bikar bînin. Bi vê armancê re kadroyên xwe li rêveberiya zanîngehê bicih dikin û dixwazin hêza parastina cewherî ya ciwanan parçe bikin."
 
'BERXWEDAN WÊ DEWAM BIKE'

Bertan ragihand ku eger pêkanînên neheq û zextên li hemberî xwendekaran dewam bike, wê berxwedana wan jî neqede û banga hişyarî û berpirsyariyê li hemû xwendekaran kir.