Li Tîpa L a Hejmara 7 a Sîlîvrî îşkence li girtiyên siyasî û nexweş tê kirin

Ji girtiyên siyasî Serkan Fîkîr ê li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 7. a Sîlîvrî tê ragirtin nameyek şand û diyar kir, ku her çend girtîgehên Tîpa L bi sîstema koxûşan ve girêdayî bin jî, ev 2 meh in bi awayekî kêfî 24 saetan tên temaşekirin.

Ji girtiyên siyasî Serkan Fîkîr ê li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 7. a Sîlîvrî tê ragirtin nameyek şand û diyar kir, ku her çend girtîgehên Tîpa L bi sîstema koxûşan ve girêdayî bin jî, ev 2 meh in bi awayekî kêfî 24 saetan tên temaşekirin û li hucreyên ji 3 kesî tên ragirtin. Fîkîr da zanîn ku gardiyan îşkenceyê li wan dikin û 6 mehan qedexeya hevîtinê lê hatiye birîn. Fîkîr destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş jî bersiva 'doktor nîne' tê dayîn.

Li girtîgehên ku zarok lê rastî tecawizê tên, girtiyên nexweş ji mirinê re tên hiştin, îşkenceya li girtiyên siyasî jî zêde dibe.

'24 SAETAN LI ME TEMAŞE DIKIN, EM DI HUCREYÊN JI SÊ KESÎ DE TÊN RAGIRTIN'

Girtiyê siyasî Serkan Fîkîr ji Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 7. a Sîlîvrî nameyek şand û ew li girtîgeha Tîpa L ya bi sîstema koxûşan ve girêdayî ye, di şert û mercên Tîpa F de tên ragirtin. Fîkîr da xuyakirni ku ev 2 meh in ew li hucreyên ji 3 kesî yên 24 saetan tê şopandin tên ragirtin, bi kamera tehde li wan tê kirin, tevî ku gelek caran serî li îdareyê dane ji bo ev rewşa kêfî ji holê bê rakirin jî, bi hinceta 'ewlekariyê' daxwaza wan hatiye redkirin.
 
ÊRÎŞA GARDIYANAN Û QEDEXEYA 6 MEHAN A HEVDÎTINÊ

Fîkîr diyar kir ku gardiyan timî li hucreyên wan û tiştên ji wan re tên digerin û anî ziman ku herî dawî ji ber ku kameraya li nava hucreyê şikandine, tevî Cafer Kaç û Mesût Taşguluk ên li heman hucreyê, rastî lêdana 25-30 gardiyanan hatine û der heqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Fîkîr ragihand ku 6 mehan qedexeya hevdîtinê, mehekê qedexeya tevlîbûna hin aktîvîteyan û rojekê ragirtina li hucreya yek kesî, hatiye cezakirin. Fîkîr da zanîn ku hevalên wî Koç û Taşguluk jî bi mehekê qedexeya hevdîtinê, mehekê qedexeya tevlîbûna hin aktîvîteyan hatine cezakirin. 
 
JI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE DIBÊJE 'DOKTOR NÎNE'

Fîkîr diyar kir ku giştînameya bi hejmara 45/1 a Wezareta Edaletê ku di sala 2007'an weşand û derfet dida ku girtî hefteyê 10 saetan bi 10 kesan re bicive, bi awayekî kêfî bicih nayê anîn. Fîkîr her wiha ragihand ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj nebaş dibe û da zanîn ku yên dixwazin derkevin revîre daxwaznameyê didin îdareyê lê belê bersiva 'doktor nîne' ji van daxwaznameyên girtiyên nexweş re tê dayîn.