KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Pirsûs ji bo Newrozê amadekariyê dike
Ji bo pîrozbahiyên Newrozê ya wê li gundê Etmanekê ya li sînorê Pirsûs û Kobanê ye amadekarî hatine ber bi dawiyê. -
Kobanê ji Newrozê amade ye
Piştî Kobanê bi berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê hat azadkirin, xebatên pîrozbahiya Newrozê ber bi dawiyê ve diçe. -
DÎDF: Ji bo ked, aştî û azadiyê dengên me ji HDP’ê re
DÎDF, biryar girt ku di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştgiriyê bide HDP’ê. -
‘An em ê bibin yek an jî em ê yek bi yek biçin’
Ji bo Japonan di Duyemîn Şerê Cîhanê de tiştên li Hîroşîma û Nagazakî hatin jiyîn qet nayên jibîrkirin. Halepçeya Kurdan a 27 sal berê hat jiyîn jî dişibe vê. -
Di Gola Wanê de kesek xeniqî
Li Tûşbayê welatiyê bi navê Azmî Meral di Gola Wanê de xeniqî. -
Li Kantona Cizîrê dengdan bi dawî
Ji bo hilbijartinên meclîsên 12 şaredariyên Kantona Cizîrê dengdayîn bi dawî bû. -
Şervanê YPG’ê Akturk li Sêrtê hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mucahît Akturk (Azad Dêrîk) ê di operasyona Til Hemisê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna deh hezar kesan hate definkirin. -
Li Herekol û Midyadê agirê Newrozê hat pêxistin
Li qûntarên Çiyayê Herekol gundê Heşêt bi tevlîbûna sedan kesan agir hat pêxistin û Newroz hat pîrozkirin. Li gundê Sîtê yê girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî Newroz hat pîrozkirin. -
Şervanê MLKP’ê Coşkun Înce li Til Temir jiyana xwe ji dest da
MLKP Rojava, diyar kir ku şervanekî wan ê din jî li Rojava jiyana xwe ji dest daye. -
YDG-H, YDGK: Li ser navê me zext li gel tê kirin
YDG-H, YDGK, diyar kir nûçeya ku tê gotin li Taxa Fatîh a Amedê kesek bi îdîaya esrarê difiroşe, ji aliyê wan ve hatiye kuştin derew e. -
Li Hîlalê agirê Newrozê
Li bajaroka Hîlal a navçeya Qilabanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi şahiyekê destpê kir. -
Yekemîn agirê Newrozê li Tîlhamê hat gurkirin
Bi sedan kesên li Taxa Tîlhamê ya Yenîşehîrê agirê Newrozê pêxistin. -
KCK: Gerîla li kîjan parçeyî pêwîstî hebe wê li wir be
KCK got, “Gerîla, wek hêza parastinê ya gelê Kurdistan li ku derê li kîjan parçeyî pêdiviya gelê me hebe bê teredût wê li wir be, wezîfe û berpirsiyartiyên xwe bi ruhekî fedayî û wê bi biryar berdewam bike.” -
Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistan: Em ê piştgiriyê bidin HDP'’ê
Ji bo tifaqa bi HDP'ê re rêxistinên wekî DDKD, OSP, KADEP û Tevgera Azadî li Sumerparkê civîna çapemeniyê li dar xist. -
Bayik: Em gerîla ji Başûrê Kurdistanê venakişînin -HAT NÛKIRIN-
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku bi heyeta ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hunermendên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî got ku, daxwazên gelê Başûr girtine dîqetê, wê gerîla ji Başûrê Kurdistanê venekişînin. -
Li Kerkukê li dijî DAIŞ’ê operasyoneke berfireh
Fermandariya HPG'ê ya Kerkuk, diyar kir ku li bajarê Kerkuk ê Başûrê Kurdistanê û hin navçeyên wê, bi tevlîbûna hêzên pêşmerge û gerîlayan operasyonek hatiye destpêkirin. -
Yekîneyên kontra li Bêşebab kemînan datînin
Hat ragihandin ku yekîneyên kontra yên artêşa Tirk li gundê Germav, Pinarbaşi, Ketkarê û Gulişik ên girêdayî navçeya Bêşebab a Şirnexê kemînan datînin. -
Piştî bi mehan cenazeyê Nehîr a Biçûk hat dîtin
Cenazeyê zaroka bi navê Nehîr Aslan a berî niha bi 4 meh û nîvan dema li ber mala xwe dilîst winda bibû li dûrî mala xwe bi 50 metreyî di çiravekê de hat dîtin. -
Li Şengalê 5 çete hatin kuştin
Li Şengalê di çalakiyên li dijî çeteyan de 5 çete hatin kuştin. -
Denîz ê bi guleya polîs birîndar bibû hat emeliyatkirin
Li navçeya Bêgir zarokê bi navê Selîm Denîz (17) ê hat diyarkirin duh bi şev ji aliyê polîsekî sivîl ve hat birîndarkirin hat emeliyatkirin. -
YPG: Li Til Temir û Kobanê Kobanê 74 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di pevçûnên dijwar ên li Kantonên Cizîr û Kobanê de herî kêm 74 çet hatine kuştin. Di vî şerî de 5 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. -
Kantona Cizîrê li ser sindoqan e
Ji bo hilbijartinên Şaredariyên Kantona Cizîrê, ji saet 08:00 ê sibehê û vir ve deng tên bikaranîn. Şêniyên Cizîrê wê Meclîsên 12 Şaredariyan diyar bikin. -
1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn destpê kir
Li Amedê, 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn, bi beşdariya nûnerên ciwanan ên ji gelek welatan, destpê kir. -
Derket holê girtiyê siyasî Sevîlgen ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest daye
Girtiyê siyasî yê Kurd Kûlînk Sevîlgen ku li girtîgeha Bandirmayê jiyana xwe ji dest da, derket holê ku ji ber doktor û ambulans tinebû mudaxaleyî Sevîlgen nehatiye kirin. -
Midyadî wê ji bo Ocalan dakevin qadan
Midyadî xwe ji bo meşa ku 'Ji Ocalan re Azadî' û pîrozbahiya Newrozê amade dikin.