1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn destpê kir
Li Amedê, 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn, bi beşdariya nûnerên ciwanan ên ji gelek welatan, destpê kir.
Li Amedê, 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn, bi beşdariya nûnerên ciwanan ên ji gelek welatan, destpê kir.
Li Amedê, 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn, bi beşdariya nûnerên ciwanan ên ji gelek welatan, destpê kir. Axaftina vekirinê ya Konferansê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî ve hat kirin.
Di konferansa li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê de, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevseroka Meclîs Gel a Kobanê Eyşe Efendî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Huda Kaya, rêxistinên ciwanan ên ji Îran, Iraq, gelemperiya Rojhilata Navîn û welatên Ereb, amade ne.
Li devê salona konfearnsê wêneyên cangoriyên li Rojava, Kobanê û Gezî jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin, lênûskek bîranînê hat danîn. Li ser dikê jî pankarta bi nivîsa "Ciwan wê hêza xwe biafirînin, Rojhilata Navîn Azad bikin" a bi çar zimanî, ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li ser e, hat daliqandin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî axaftina vekirinê ya konferansê kir û got, "Min ji malbatên şehîdan ji we re silav aniye, ew we silav dikin."
Efendî diyar kir ku endamên çapemeniyê û siyasetmedarên diçin Kobanê ji wan dipirsin ka xwe bi çi rengî bi rêve dibin û got, "Ji me dipirsin, gelo em xwe bi çi rengî bi rêve dibin. Em jî dibêjin ku em vê yekê bi hêza ciwanan, malbatên şehîdan, fedekariya malbatên Kobanê pêk tînin."
Efendî bal kişand ser rola jinan a di berxwedana Kobanê de û got, "Têkoşîna jinê li Kobanê derket holê û di kesayetiya Arînan de li Kobanê bi ser ket."
JI ÎMRALIYÊ MESAJ
Li dû axaftina Eyşe Efendî, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê hat xwendin. Li dû xwendina peyamê Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, li ser rola ciwanan axaftinek kir.
Paşê Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek peyivî û anî ziman ku ew ne weke lîderê partiyeke siyasî, weke ciwanekî mafê axaftinê digire. Yuksek da xuyakirin ku weke ciwanekî her tim xeyalê wî ye; pirsgirêkên civakê nîqaş bikin û çareseriyê jê re bibînin û got, "Extiyar gelekî axivîn, niha dora ciwanan e."
'ROJHILATA NAVÎN RONÎ DIBE'
Yuksek bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yekîtiya ferasetê û yekîtiya ruhî divê. Îdeolojiya kapîtalîzmê neteweperestî ye, di heman demê de di nava civakê de, di nava malbatê de rê li ber takekesî, rê li ber parçebûnê vedike. Li Rojhilata Navîn bihareke gelan tê jiyîn, lêgerîna jiyaneke nû heye. Têkoşîna ji bo vê girîng e. Êdî Rojhilata Navîn ronî dibe, bi taybetî pêşengiya fikir û çalakiyê ya gelê Kurd li nava hemû gelan belav dibe. Ji dil bawerim ku em ê bi baweriya ji xwe re, jiyaneek azad ava bikin. Bi felsefeya Serok Apo re em ê tevahiya Rojhilata Navîn azad bikin, em ê bi ser bikevin."
Ji konferansê re navbera nîvro hat dayîn. Hat ragihandin ku konferans wê sê rojan dewam bike.