Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistan: Em ê piştgiriyê bidin HDP'’ê
Ji bo tifaqa bi HDP'ê re rêxistinên wekî DDKD, OSP, KADEP û Tevgera Azadî li Sumerparkê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ji bo tifaqa bi HDP'ê re rêxistinên wekî DDKD, OSP, KADEP û Tevgera Azadî li Sumerparkê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ji bo tifaqa bi HDP'ê re rêxistinên wekî DDKD, OSP, KADEP û Tevgera Azadî li Sumerparkê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku navên kesên ku wê di Lijneya Çavdêriyê de cih bigirin ên biçin Îmraliyê ne diyar e.
Rêxistinên wekî DDKD, OSP, KADEP û Tevgera Azadî ji bo di hilbijartinê de piştgiriyê bidin HDP'ê li Sumerparkê civîna çapemeniyê li dar xist. Di salonê de pankarta "Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistan" hat daliqandin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlementera HDP’ê Mulkiye Bîrtane, Hevserokên HDP'ê yên Amedê, Berdevkên Tevgera Azadiyê Adem Ozcaner, Serokê Partiya Azadî û Sosyalîst Sînan Çiftçiyurek û gelek ges tevlî daxuyaniyê bûn. Ewil “Metna lihevkirinê ya tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê” bi Dimilî, Kurmancî û Tirkî hat xwendin. Dimilî ji aliyê parlamentera HDP’ê Mulkiye Bîrtanê ve û Kurmancî ji aliyê Berdevkê Tewgera Azadiyê Adem Geverî ve hat xwendin. Tirkî ji aliyê Serokê Partiya Azadî û Sosyalîst Sînan Çiftçiyurek ve hat xwendin.
Geverî axivi û diyar kir ku ew şedarî civîna tifaqe hilbijartinê bûne û wiha got: "DBP, DDKD, KCD, Tevgera Azadî û OSP li ser bingeha metna protokolê ya li jêr tifaqa hilbijartinê bi raya giştî re parve dikin."
Geverî anî ziman ku Sedama bingehîn a partî û etvgerên siyasî yên kurd ên ku biryara beşdarbûna hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an bi HDP'ê re dane û teahût kirinê û wiha axivi: "Li beramberî hemû tinekirin, înkar û zordestiyan israrê lêgerina maf, dad, azadî û nasnameyê ya gelê Kurdistanê, têkoşîn û berxwedana ku dayî, hesreta aştî û azadiyê hemû gel, bawerî û rêxistinên civakî, ji bo pêşeroja Kurdistanê û hemû herêm têkoşîna ku li Kerkûk, Şengal û Kobanê li dijî DAIŞ'ê hatiye dayîn û bidestkeftiyên li wir di serî de bûye heviya gelê kurd û her wiha heviya gelên din jî îro di vê pêvajoya ku em tê de ne, di serî de bertek û biryarên hevpar û piştgiryên hemû aliyên ku ji bo maf û azdiyên di nav çerçoveya yekitiya netewî de tên qalkirin."
Tifaqa wan ;
* Li gorî esasa netewebûna Kurd di babeta daxwaz û bicihkirina maf û azadiyên bingehîn de beriya her tiştî biryar e ku polîtîka û helwestan bide nîşan. Li gorî vê armancê; ji bo Kurdistanê statû, perwerdeya bi zimanê dayikê, Kurdî ji wek herî bingehîn dide nişan.
* Gelek welatiyên wekî Kurd, Ermen, Asurî-Suryanî, Ereb, Mihelmî û Tirkmen û komên baweriyê yên wekî elewî- sunnî, xirstiyan, cihû, Êzidî yên ku li ser axa me dijîn, bi sedema polîtikayên zordest ên dewletê di paşeroja de pir zehmetî kişand. Divê ev zehmetiyên berê nayê jibîrkirin, di wê baweriyê de ne ku divê jiyanke nû û wekhevî bê înşakirin û ji bo vê ji têdikoşe.
* Di pêvajoya dîrokî de hemû mexduriyetên ku li Kurdistanê çêbûne wek êşekê hevpar û hemû destkeftiyan jî wek şahiya hevpar a gelê Kurdistanê qebûl dike.
* Piştgiriyê tekoşîna gelê Kurd a li hemû perçeyan a li dîjî DAIŞ'ê û hêzên wê yên piştgir dike, xwedî li destketiyên jî Kerkukê bigire heta Şengal û Kobanê derdikeve.
* Tifaqa Rojavayê Kurdistanê ku bi Hevpeyama Duhokê pêk hatibû, girîng dibîne û pişgiriyê didê.
* Bangawaziya raya giştî ya navneteweyî dike da ku alîkariya jin û vê avakirina Kobanê bikin û bangî dewletê jî dike ku di serî de deriyê Murşîtpinarê û her wiha hemû deriyên gumrikê çalak bikin.
* Bangî dewletê dikin ku girtiyên nexweş û birêz Abdullah Ocalan di serî de hemû girtiyên siyasî bê şert û merc azad bên hiştin, meseleya faîlên meçhûl bê rokîrin, gorên komî bên eşkere kirin û hemû naxduriyetên civakî bên pakkirin.
* Her cure zordestî û şîdeta li ser jinan di heman gavê de mudaxaleyeke li djî civak3e dinirxine û li dijî vê helwetê nişan dide.
* Ciwantiyê di têkoşîna azadiyê ya îro de dînamikêk çalak dibîne û rola wê ya teyînkêr a di avakirina pêşeroja Kurdistanê de girîng dibîne û ji bo peşdebirina vê rolê dikoşê.
* Dixwazê ku polîtîkayên aboriyê yên heyî yên dewletê ku dibe sedama pirsgirêkên gewrê yên wek xizanî, koçberî, bêkarî û xerîbatên ekolojîk ên li Kurdistanê bên guherdin, ji bo alikarî û çavkaniyan peyda bikin, piştgiriya hemû kar û hewldanan dike.
* Azadiya dîn û wijdanê, hurmeta li baweriyan, jiyaneke li gor baweriyê û maf û azadiyên ji bo bicihanîna lazimiyên baweriyan, diparêze.
* Bêyî ku ti cudahiyê bixe navbera wan, nirxên olî, mezhebî, netewî û mîrov li ser bingeha maf, dad, azadî, wekhevî û biratiyê dipêjirîne. Hebûna temsîliyên polîtîk ên binyadên etnîkî û baweriyan diparêze.
Piştê madeyên tifaqê yên hatin aşkerakirin Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axîvî û diyar kir ku ev tifaq ji bo wan pir giringê û wiha got: " Em di dîrokeke girîng de derbas dibin. Em ne tenê ji bo hilbijartinê nehatine cem hev. Em ji bo tifaqê deriyê xwe negirtiye û gerandina tifaqa me berdewam bibe. Ev ednîgarê welatiyên ku zilm nediyê tineye. Em dixwazin hilbijartinê têkoşîn û bi dil derbas be."
Demirtaş anî ziman ku navên kesên ku di Heyeta Şopandinê cih bigirin ên biçin Îmraliyê ne diyar e û wiha got: " Ji aliyê hikûmetê Heyeta Şopandinê wekî tawîzê tê ber me. Ev tiştekî nebaş e. Heyet wê biçe Îmralî tenê navê wan nediyar e. Em dixwazin bila gelê Kurd Rêberê xwe bibîne."