Şervanê YPG’ê Akturk li Sêrtê hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mucahît Akturk (Azad Dêrîk) ê di operasyona Til Hemisê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna deh hezar kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mucahît Akturk (Azad Dêrîk) ê di operasyona Til Hemisê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna deh hezar kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mucahît Akturk (Azad Dêrîk) ê  8'ê Adarê di operayona Til Temisê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. Cenazeyê Akturk di ketina Misirc ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de wêneyên Akturk hatin hilgirtin. Cenazeyê Akturk li Qada Newrozê ya li taxa Çakmak a Sêrtê ji aliyê girseyê ve hate hilgirtin û ber bi Goristana Zewiyê ve bi meşê birin. Di merasîmê de DBP, HDP, Hevşaredarê Sêrtê, hevşaredarên bajarokan tevlî bûn.

Di meşê de dirûşmên, "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" hatin berzkirin û jinan sîniyên hine hilgirtin û lîlandin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Akturk ji aliyê malbatê ve li goristanê hate definkirin. Piştî karên definkirinê bavê Şervanê Akturkê Ata Akturk axivî û wiha got: "Şehîdên me ji bo rastiya gelê Kurd canê xwe dan." Akturk banga têkoşîna demokrasiyê bilind bikin kir û wiha axivî: "Şehîd Mucahît Akturk şehîdê me nîn e yê hemû Kurdan e."

Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn jî sersaxî ji malbat û gelê Kurd xwest.

Piştî axaftinan girse derbasî Mala Şînê ya Taxa Bariş bû.