KCK: Gerîla li kîjan parçeyî pêwîstî hebe wê li wir be

KCK got, “Gerîla, wek hêza parastinê ya gelê Kurdistan li ku derê li kîjan parçeyî pêdiviya gelê me hebe bê teredût wê li wir be, wezîfe û berpirsiyartiyên xwe bi ruhekî fedayî û wê bi biryar berdewam bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku di şerê li hember DAIŞ’ê di aliyê ku wê gerîla ji Başûrê Kurdistanê vekişê de ti nêzîkatiyeke neyênî nehatiye dîtin û got, ““Gerîla, wek hêza parastinê ya gelê Kurdistan li ku derê li kîjan parçeyî pêdiviya gelê me hebe bê teredût wê li wir be, wezîfe û berpirsiyartiyên xwe bi ruhekî fedayî û bi biryar berdewam bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî mijara nîqaşên vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Faşîstên DAIŞ’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê li hember, hebûn, azadî û destketiyên gelê me; dîsa li hember civakên etnîk û baweriyê yên Êzidî, Asûrî-Suryanî, Tirkmen û hwd. di serî dewleta Tirk bi piştgiriya hin hêzên herêmî û navneteweyî êrîşên hovane pêk tîne.”

‘DI ALIYÊ VEKIŞÎNA GERÎLA DE TI NÊZÎKATIYEKE NEYÊNÎ NEHAT NÎŞANDAN’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dema hebûn û azadiya gelan, civakên baweriyê û gelê Kurd di bin talûke û tehdîdê de, tevgera me bê teredût hêzên gerîla ji bo li hember faşîstên DAIŞ’ê şer bikin şandin Başûrê Kurdistanê.

Gerîlayên Kurdistanê li hember faşîstên DAIŞ bi ruhekî fedayî şer kirin, bi pêşmergeyan re li ber xwe dan û têkoşîna pêş xistin ji aliyê gelê me ve wek pêşketineke dîrokî hatiye dîtin. Lê belê, dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê Şengal, Mexmûr, Celawle, Kerkuk û li qadên hwd. dewam dikirin, gerîla jî ku li tevayî eniyan mînakên berxwedana destanî diafirandin û şer dikirin, bi taybet ji aliyê partiyekê ve ku ji bo gerîla di şerê li hember DAIŞ’ê de vekişê bûye mijara nîqaşên bê wate, bêşansiyeke mezin e. Me wek tevger ev rewş nirxand, ji bo bê dîtin bê niyeta me çi ye û di şerê li hember DAIŞ’ê de ji aliyê raya giştî ve bê fêmkirin bê ka tê xwestin an nayê xwestin, 8’ê Sibata 2015’an me mecbûr dît em daxuyaniyekê bidin. Piştî daxuyaniya me di nav raya giştî ne jî di nav derdorên siyasî de ji bo gerîla di şerê li hember DAIŞ’ê de ji Başûrê Kurdistanê vekişe ti nêzîkatiyeke neyênî nehat dîtin. Berevajî têkoşîna hevpar a gerîla û pêşmerge li hember DAIŞ’ê ji aliyê gelê me ve bi heyecan û coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin, Ev rewş di aliyê dîrokî de wek pêşketineke dîrokê hatiye dîtin. Jixwe bertek û rexneyên mafdar ên di nav raya giştî de nîşan daye ku, di şerê li hember faşîstên DAIŞ’ê de nîqaşkirina vekişîna hêzên gerîla jî kêmasiyeke pir mezin e. Li kîjan parçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, li hemberî êrîşên li dijî azadî û nirxên gelê me ne tenê gerîla, pêşmerge û tevayî hêz berpirsyar in. Beriya her tiştî wezîfeyeke neteweyî ye.

‘GERÎLA HÊZA PARASTINA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTAN E’

Gelê me, gelek rêxistinên civaka sivîl û kesayet ên li Başûrê Kurdistanê ji ber daxuyaniya me ya “Ji ber helwesta neyênî û bêşans a partiyekê em nîqaş dikin ku gerîla di şerê li hember DAIŞ’ê de vekişînin” tevgera me rexne kirine, hatiye diyarkirin ku gerîla bi parçeyekî Kurdistanê nayê sînordarkirin, hêza parastina çar parçeyên Kurdistanê ye. Ne vekişandina gerîla ji me hatiye xwestin ku hêza gerîla bê zêdekirin. Ji bo vê ji gel, rêxistinên civaka sivîl û kesayetan ên li Başûrê Kurdistanê gelek daxuyanî hatine dayîn, meş hatine lidarxistin, gelek rêxistin, kesayet û derdor hatine serdana tevgera me. Me jî ev nêzîkatiya ji raya giştî û derdorên siyasî bi erênî nirxand, em diyar kirin ku heta tehdît û talûkeya li hember hebûn, azadî û destketiyên gelê me dewam bikin, wê gerîla li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê bike, li hember gelê vê wek berpirsyartiyeke dîrokî dibîne û bi biryar wê vê wezîfeya bi rûmet li gor layiqî wê wê bicih bîne. Gerîla, wek hêza parastinê ya gelê Kurdistan li ku derê li kîjan parçeyî pêdiviya gelê me hebe bê teredût wê li wir be, wezîfe û berpirsiyartiyên xwe bi ruhekî fedayî û bi biryar berdewam bike.”