DÎDF: Ji bo ked, aştî û azadiyê dengên me ji HDP’ê re
DÎDF, biryar girt ku di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştgiriyê bide HDP’ê.

Desteya Rêveber a Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DİDF), ji bo hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê, bang li koçberên bi eslê xwe Tirkiyeyî kir ji bo ked, demokrasî û azadiyê piştgiriyê bidin HDP’ê.
Di daxuyaniyê de hat gotin Tirkiye di qonaxeke pir girîng re derbas dibe, hikûmeta AKP’ê ya 13 sal in desthilatdar e, dixwaze di vê hilbijartinê de serweriya xwe mayînde bike, li ser tevayî beşên civakê zextan zêde bike û armanc dike ku rejîmeke totalîter ava bike.
Hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê hêzên ked û demokrasiyê ji bo di bin banê HDP’ê de bikevin hilbijartinê û bi armanca bendê derbas bikin tifaq çêkirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber vê sedemê dema benda ji sedî 10 bê derbaskirin wê planên hikûmetê di asteke zêde de xera bibin hem jî wê ji bo hêzên ked û demokrasiyê pêşketineke girîng be.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derbaskirina bendê ya HDP’ê, ji bo hêzên demokrasî û kedê di sindoqan de bihêz derkevin her dengek girîng e.