Di Gola Wanê de kesek xeniqî
Li Tûşbayê welatiyê bi navê Azmî Meral di Gola Wanê de xeniqî.
Li Tûşbayê welatiyê bi navê Azmî Meral di Gola Wanê de xeniqî.
Li Tûşbayê welatiyê bi navê Azmî Meral di Gola Wanê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê welatiyê bi navê Azmî Meral (47) ê li Taxa Îskele de rûdinişt, ji ber sedemek ne diyar di Gola Wanê de xeniqî. Welatiyên derdorê ku Meral di golê de dîtin agahî dan komên îtfaiyeyê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Meral ê di golê de ji aliyê welatiyan ve hat derxistin ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Meral ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Yuzunci Yil a Wanê.