Li Herekol û Midyadê agirê Newrozê hat pêxistin

Li qûntarên Çiyayê Herekol gundê Heşêt bi tevlîbûna sedan kesan agir hat pêxistin û Newroz hat pîrozkirin. Li gundê Sîtê yê girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî Newroz hat pîrozkirin.

Li qûntarên Çiyayê Herekol gundê Heşêt bi tevlîbûna sedan kesan agir hat pêxistin û Newroz hat pîrozkirin. Li gundê Sîtê yê girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî Newroz hat pîrozkirin.

LI QÛNTARÊN HEREKOL NEWROZ HAT PÎROZKIRIN

Li gundê Heşêt ê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê ku li qûntarên Çiyayê Herekol e, agirê Newrozê hat pêxistin. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarê Bêdarê Dijwar Ulaş, rêveberên HDP û DBP’ê yên Berwarî û Şaxê, niştecihên gundê Heşêt û gundiyên derdorê jî di nav de bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de alên KCK, PKK, YPG/YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, zarokan bi kincên xwe yên gelerî bal kişandin.

Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Berdevkê Meclîsa Gund a Heşêt Bayram Bal got ku Newroz ji bo gelê Kurd xwedî wateya berxwedan û azadiyê ye.

Alî Kalkan bavê gerîlaya PKK’ê Şîrîn Kalkan (Silav Serda), Huseyîn Ayçîçegî bavê gerîlayê PKK’ê Mûsa Ayn (Sason Sêrt) ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, di axaftinên xwe de diyar kirin ku asta gelê Kurd îro gihiştiyê bi saya têkoşîna fedakarî ya zarokên Kurd e. Di pîrozbahiya ku coş zêde bû, welatiyan li ber stranên Hunermenda NÇM Sêrtê Zekiyê Erûhî, Koma Botan û Koma Zîlan govend girtin.

LI GUNDÊ SÎTÊ PÎROZBAHÎ

Girseya li gundê Sîtê yê Midyadê kom bû, li ber agirê gur kirin, starta Newroza Mêrdînê dan. Di pîrozbahiyê de rêxistinên navçeya Midyadê yên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê, Însiyatîfa Ciwanan a Midyadê amade bûn. Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û coş mezin bû dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana Şengalê" hatin gotin. Pîrozbahî bi govenda li ber agirê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin bi dawî bû.