Li Kantona Cizîrê dengdan bi dawî
Ji bo hilbijartinên meclîsên 12 şaredariyên Kantona Cizîrê dengdayîn bi dawî bû.
Ji bo hilbijartinên meclîsên 12 şaredariyên Kantona Cizîrê dengdayîn bi dawî bû.
Ji bo hilbijartinên meclîsên 12 şaredariyên Kantona Cizîrê dengdayîn bi dawî bû.
Hilbijartinên meclîsên şaredariyan ên Kantona Cizîrê bi dawî bûn. Dengdayîna ku serê sibehê saet di 08.00’an de li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo Rojhilat, Qamişlo Rojava, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hesekê û bajarokên Til Koçer, Çilaxa û Ebu Raseyn li ser 160 sindoqan hatibûn destpêkirin, xilas bû.
Li ser eleqeya zêde ya welatiyan Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dema dengdayînê ku saed di 20.00’an de bidawî dibû, heta saet 21.00’an dirêj kiribû.
Piştî ku dengdayîn bi dawî bû, wê sindoqên dengan ji bo hejmartinê bibin Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a li bajarê Amûdê.
Serokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Ezedîn Ferhan diyar kir ku piştî hejmartinan dengan bidawî bû ew ê di demeke kurt de encaman aşkera bikin.
Ji ber êrîşên çeteyan ên ku ji 23’ê Sibatê ve dom dikin, li bajarê Til Temirê hilbijartin nehatin pêkanîn.