Piştî bi mehan cenazeyê Nehîr a Biçûk hat dîtin
Cenazeyê zaroka bi navê Nehîr Aslan a berî niha bi 4 meh û nîvan dema li ber mala xwe dilîst winda bibû li dûrî mala xwe bi 50 metreyî di çiravekê de hat dîtin.
Cenazeyê zaroka bi navê Nehîr Aslan a berî niha bi 4 meh û nîvan dema li ber mala xwe dilîst winda bibû li dûrî mala xwe bi 50 metreyî di çiravekê de hat dîtin.
Cenazeyê zaroka bi navê Nehîr Aslan a berî niha bi 4 meh û nîvan dema li ber mala xwe dilîst, winda bibû li dûrî mala xwe bi 50 metreyî di çiravekê de hat dîtin.
Li navçeya Payîzava ya Wanê zaroka bi navê Nehîr Aslan a 4 salî dema li ber mala xwe dilîst 29’ê Cotmehê winda bibû, tevî hemû hewldanan jî nehatibû dîtin. Cenazeyê Aslan di kanala avê ya li pişt gundê Kirkgeçît hat dîtin. Muxtarê gund Aslan diyar kir ku cenazeyê Aslan ji aliyê jina bi navê Nazli Bayar ve hatiye dîtin. Cenazeyê Nehîr rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Payîzava.
Bav Erkan Aslan ê cenaze teşhîs kir, agahî dan jendermeyan. Li cihê ku cenaze hat dîtin lêkolîn hat destpêkirin.