Bayik: Em gerîla ji Başûrê Kurdistanê venakişînin -HAT NÛKIRIN-

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku bi heyeta ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hunermendên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî got ku, daxwazên gelê Başûr girtine dîqetê, wê gerîla ji Başûrê Kurdistanê venekişînin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku bi heyeta ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hunermendên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî got ku, daxwazên gelê Başûr girtine dîqetê, wê gerîla ji Başûrê Kurdistanê venekişînin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku bi heyeta ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hunermendên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî got ku, daxwazên gelê Başûr girtine dîqetê, wê gerîla ji Başûrê Kurdistanê venekişînin û got, “Gerîla di xizmeta Başûr, xizmeta gelê me yê Başûr de ye. Em gerîla paşde nakişînin. Biryara me ev e. li ser vî esasî wek hevserokatî em ê biryareke wiha bidin.”

'HETA RIZGARIYA JINÊN KURD TÊKOŞÎNA ME WÊ DEWAM BIKE'

Li dû daxuyaniya heyeta hat serdana rayedarên KCK'ê, li ser navê KJK'ê Fatma Adir peyivî û ev xal destnîşan kir:

"Ez li ser navê Koma Jinên Kurdistanê (KJK) xêrhatina we hemûyan dikim. Em bi hatina we kêfxweş bûn. Me dixwest hejmareke zêdetir a jinan di nava we de hebe. Em bi hêvî ne ku di pêşerojê de li Başûrê Kurdistanê jin hîn bêhtir bi xurtî tevlî têkoşîna civakî, siyasî bibe. Hêviya me li ser vî esasî ye. 
Xwesteka we hînê gerîla li Başûr bimîne ye. Nîvê gerîlayan jin in. Hevala rojnamevan hevala Denîz dema xwest têkoşîna me ya gerîla ya li hemberî çeteyan bişopîne, li eniya Mexmûrê şehîd ket. Hevala Avesta, ji bo parastina başûr li başûr bû, li eniya Mexmûrê şehîd ket.
Gelek hevalên men li hemû sengerên li Başûr, hevalên jin hevalên xort bi hev re bi pêşmergeyan bi hev re di nava têkoşînê de ne. 
Tabî em têkoşîna xwe li Şengalê didomînin. Bêguman Şengalê li gel me rê li ber xemgînî, êşeke mezin vekir. Em parastina jinên Kurd weke parastina tevahiya jinên Kurd li her çar parçeyan dibînin, wisa nas dikin. Dema DAIŞ'ê li Şengalê komkujî pêk anî, em li wir ne amade bûn. Ev bû sedem ku gelek jinên Kurd esîr bên girtin. Li bazarên Ereban, bazarên navneteweyî werin firotin. Û komkujî li jin, zarok û tevahiya gelê Kurd were kirin. Vê yekê li gel me rê li ber êşeke mezin vekir. Ji ber vê yekê em weke tevgera jinê, weke YJA Starê hêzên parastina jinê yên Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo parastina jinê, parastina gelê Kurd çi berpirsyarî têkevin ser milê me em amade ne bicih bînin. Bi taybetî ji bo parastina jinên Kurd em amade ne erkên xwe bînin cih. Heta ku jin û gelê Kurd rizgar nebe, em ê gelê Kurd û jinên Kurdi biparêzin. Em vê yekê weke erkekî li ser xwe ferz dibînin. Li ser vî esasî tiştê ku gelê Kurd, jinên Kurd ji me dixwazin, em amade ne di pêşerojê de bicih bînin. 
Ez careke din bi xêr hatina we dikim, spasiya we dikim. Weke YJA Star û tevgera jinê em ê erkên xwe bicih bînin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî bi xêrhatina komîsyonê kir û wiha peyivî:

GELÊ KURD JI ME ÇI BIXWAZE EM AMADE NE VÊ PÊK BÎNIN

"Bi rastî îro rojeke dîrokî ye. Hatina we hem hêz dide me hem jî dikeve xizmeta netewetiyê. Netewetiya Kurd bi pêş dixe, mezin dike. Xizmeta wê dike. Karê ku komîsyonê bi pêş xistiye, karekî zor girîng e. Karekî neteweyî ye. Ji ber vê ji ber vê komîsyonê, ji ber karê vê komîsyonê ez spas dikim. Hurmetê xwe diyar dikim. Ev îradeya gelê me yê Başûr dide diyarkirin. Berî we jî hinek hatibûn, me ziyaret kirin. Bi wan re jî me hevdîtin çêkirin. Mamosteyên Ayinde hatibûn. Piştî wê jî hinek kom hatibûn. Daxwaziya hemûyan, mirov dikare bêje wekhev e. Hemû daxwaz dikin, gerîla xwe ji Başûr venekişîne. Ev ji bo me talîmateke, emreke, em vê bi vî rengî fêm dikin.

EM FEDAIYÊN GELÊ KURDISTANÊ NE

Ji ber ku em gelê xwe esas digirin û ji me gelê Kurd esas e. Gelê Kurd ji me çi bixwaze em amade ne vê pêk bînin. Daxwaza gelê Kurd ji bo me talîmat e, emir e. Em nikarin li derveyî emrê gelê xwe tevbigerin. Em fedaiyên gelê Kurdistanê ne. Hemû kadroyên me, hemû şervanên me di xizmeta gelê Kurd de ne. Em tevgereke beşekê nînin, em ji bo tevahî Kurdistan in, ji bo hemû beşên Kurdistanê ne. Li kî derê destketiyên gelê me têkevin bin zilmê, têkeve bin xeteriyê em li wê derê gelê xwe, destketiyên gelê xwe diparêzin. Em vê ji xwe re weke wezîfe dibînin. Rastiya tevgera me, rastiya kadroyên me, şervanên me li ser vê bingehê ye. 

TIŞTEKÎ ŞEXSÎ YÊ KADROYÊN VÊ TEVGERÊ NÎNE

Niha em ji Serok Apo bigirin hemû hevalên me, hemû kadro, şervanên me tiştekî wan ê şexsî nîne. Ne qesrê wan, ne pereyê wan, ne wesayîtên wan tiştekî wan ê şexsî nîne. Bi temamî xwe xistine bin xizmeta gelê xwe, ji bo gelê xwe têdikoşe. Rastiya kadroyên me, şervanên me ev e. Wexta ku hevalek şehîd dikeve, li pişt wî tiştekî wî yê şexsî nîne. Bi hemû zanebûna xwe, bi hemû hêz û canê xwe, xwe xistine xizmeta gelê xwe. Ji ber vê, li ku derê li kîjan beşî destketiyê gelê me bin xeteriyê de be, em ê li wir gelê xwe, destketiyê gelê xwe diparêzin, ev ji bo me wezîfe ye. Heta em yek şexs bimînin jî em vê esas werdigirin.

PARASTINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI BO ME WEZÎFE BÛ

Tê zanîn DAIŞ'ê êrîşeke mezin anî ser Başûr. Wexta ku ew êrîş kir, me gerîla şand Başûr. Li Şengal heta Celewla. Zirufekî ne xweş bû, xeteriyeke mezin li ser axa, gel, destketî û hikûmeta Başûr hebû. Parastina başûr, gelê başûr, destketî û hikûmeta başûr, ji bo me wezîfe bû. Ji ber vê me gerîla şand. Dema me gerîla şand, bi taybetî li Şengalê, mumkun bû gerîla derbeyeke giran bixwara. Me ev jî da ber çavan. Çi dibe bila bibe me got lazime em başûr biparêzin.

HATINA GERÎLA BÛ SEBEP KU YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI PÊŞ BIKEVE

Hatina gerîla coşek da gel, coşek da pêşmergeyan. Gerîla û pêşmergeyan bi hev re li dijî zilmê, hovîtiya DAIŞ şer kir. Ev bû sebep ku yekîtiya neteweyî pêş bikeve. Îro yekîtiya neteweyî di bingeh de di nava gel de bi pêş ketiye. Pirsgirêk di navbera gelê me de nîne. Di navbera gerîla pêşmerge de nîne. Ev yek xizmetê dike ku yekîtî di navbera partiyan de jî durist bibe. Zextek li ser partiyan durist dibe. Yekîtî di bingeh de, di nava gel de durist dibe. Gel çi daxwaza dike, mecbûre partî vê qebûl bike. Nikarin li dijî vê rast e. Kî li dijî wê raweste ew li dijî gel radiweste, li dijî Kurdistanê radiweste. Ji ber vê yekê hatina gerîla yekîtî pêş xist di nava gelê Kurd de, ruhek, hestek neteweyî pêş xist. Îro ji Kobanê heta Celewla pêşmerge û gerîla bi hev re ne. Vaya xizmeteke baş dike. Gerîla xizmeteke baş kir ji bo başûr. 

HIKÛMETA HERÊMÊ LAZIME HURMETA GERÎLA BIGIRE

Tê zanîn hinek ragihandinan, hinek partiyan rastiya gerîla vedişart. Nedigot gerîla li başûr heye, gerîla û pêşmerge bi hev re şer dikin. Wer didan diyarkirin ku gerîla nîne. Înkar dikirin. Gerîla bi pêşmerge re bi gel re her roj şer dike, şehîd dide, birîndar dide û tiştekî jî daxwaz nake. Hikûmeta herêm lazime hurmeta gerîla bigire. Em vê daxwaz dikin, me ew daxwaz dikir. Ne înkar bike. Ne ku li gel veşêrin, wer bidin diyarkirin ku bi tenê pêşmerge şer dike. Derveyî vê jî hinek propagandayên ne rast bi pêş xistin. Vêya em aciz kir. Propaganda ku hineka pêşxistin çi bû? 'Gerîla terorîst e, gerîla hatiye başûr bi dest bixe dixwaze desthilatdariyê bike, gerîla hatiye li dijî başûr e, li dijî hikûmeta başûr e, dixwaze başûr parçe parçe bike'. Ew propagandayên ne rast ne heq pêş xistin. Vêya em aciz kirin. Ji ber vê hevalê Mûrat Karayilan, di merasîma cenazeyê hevalê Armanc ê li Kerkûkê şehîd ket de, li wir axaftinek kir. Got, 'Eger em zerar didin başûr, em zerarê didin gelê xwe yê başûr, başûrê Kurdistanê, em zerarê didin destketiyên başûr, wê wextê em dikarin gerîla vekişînin. Ji ber ku em nehatine ku em zerarê bidin, em hatine ku em biparêzin. Em hatine bikevin xizmeta gelê xwe, gelê xwe, Başûrê Kurdistanê biparêzin. Wexta ku bêjin gerîla zerarê dide, gerîla rojekê jî namîne. Ji bo çi bimîne, bê mane ye.' Hevalê Mûrat Karayilan ev axaftin ji ber vê yekê kir. Ew ne tenê nêrîna wî hevalî bû. Ji ber ku tevgera me jî ew nîqaş dikir. Yanî 'em gerîla vekişînin, yan bimînin'. Ji ber vê me daxuyaniyek belav kir. Me got, 'Lazime gelê me yê başûr, sazî, partî, rewşenbîr, hunermend hemû nêrîna xwe diyar bikin'. Yanî rast e; gerîla li dijî başûr e, zerarê dide başûr, ji bo başûr xetere? Eger nêrîn ev be, em ê hurmetê vê bigirin, em ê gerîla vekişînin. Eger ne wa ye, ku ew propaganda ne rast in, ku gelê me rewşenbîr, hunermend, rêxistin, saziyên sivîl dixwazin gerîla bimîne, xizmet bike wê wextê em ê wê esas bigirin. Ji ber vê me ew daxuyanî da. 

GELÊ BAŞÛR XWEST EM BIMÎNIN, XIZMETA XWE DEWAM BIKIN

Piştî me ew daxuyanî da li başûr gelek nîqaş çê bû. Gelek rêxistinan nêrînên xwe anîn ziman, hatin em dîtin. Gotin, 'Em nêzîkbûnê we rast nabînin, ew ne rast e. Hûn ne hêzeke biyanî ne, hûn hêzeke Kurdistanî ne. Hûn xizmetê dikin, hûn şer dikin, hûn şehîd didin, birîndar didin, hûn başûr diparêzin, hûn ruh didin. Ji ber vê divê hûn gerîla venekişînin. Eger hûn vekişin, weke ku hûn me teslîmî DAIŞ'ê dikin. Em nikarin vê qebûl bikin'. Em rexne kirin. Ji ber vê me mane da van rexneyan. Ji ber ku em daxwaza esas digirin. Em ne ji bo xwe ne, em ji bo Kurdistanê ne, ji bo gelê Kurd in. Em fedaiyên vî gelî ne. Gelê me li me vê daxwaziyê dike, em nikarin bêjin em vê qebûl nakin. Gel daxwaza xwe daxwaziya xwe; mayîna me ya li Başûr e, xizmeta me ye. Em vê esas digirin.

GERÎLA LI BAŞÛR DIMÎNE, EM GERÎLA VENAKIŞÎNIN

Niha, karê komîsyonê, ew xwendina we kir, daxwaza we kir û hatina we, nêrîna we diyarkirin, em ê li ser vê esasê îro li ser navê Hevserokatiyê daxuyaniyekê bidin. Em ê di vê daxuyaniyê de bêjin gerîla li Başûr dimîne. Gerîla di xizmeta başûr de ye, di xizmeta gelê me yê başûr de ye. Em gerîla venakişînin. Biryara me ev e, bi navê Hevserokatiyê jî em ê daxuyaniyeke bi vî rengî bidin. Ji ber vê, em daxwaziya we pêk tînin. Em ê maneyekê bidin karê ku we kirine. Ji ber ku bi rastî we karek pêş xist, we kedek da, encamê wê heye. 

PKK KARÊ NETEWEYÎ ESAS DIGIRE

Em hurmetê wê digirin, em ê wê jî pêk bînin. Ji ber vê careke din ji ber hatina we spas dikim. Ji ber karê we kiriye spas dikim. Ev karekî neteweyî ye, dikeve xizmeta neteweyetê. PKK jî karê neteweyî esas werdigire. Têkoşîna neteweyî pêş dixîne. Îro gerîlayê PKK'ê ji Başûr heta Rojava di xizmeta gel de ye. Tê zanîn li Başûr nehişt ku li Şengal komkujiyek bê kirin. Pêşiya wê girt. Ne hişt ku Hewlêr bikeve destê DAIŞ'ê. Nehişt DAIŞ Kerkûkê bi dest xwe bixe. Vêya gelê me dizane. Û ji niha û pê ve jî em nahêlin ku DAIŞ xaka Başûr bi destê xwe bixe. 

ÎRO DIJMINÊ ESAS DAIŞ E

Biryara Serok Apo ye; DAIŞ li ku be em ê şer bikin. Em li dijî DAIŞ şer dikin. Ji ber ku ew îro DAIŞ ji bo gelê me xeteriyeke mezin e, destketiyên gelê me dixe xeteriyê. Îro dijminê esas DAIŞ e. Ji ber vê yê dibêje ez Kurd im, ez mirov im, hurmeta min ji bo însaniyetê ji bo Kurd heye, lazime li dijî DAIŞ raweste, şer bike, însaniyetê biparêze, Kurd biparêze. Ji ber ku DAIŞ ne tenê êrîşî Kurdayetiyê dike. DAIŞ êrîşî însaniyetê, dîrokê, jin, zarokan, pîroziyên însanan dike. Çi pîrozî heye xera dike, dîrokê radike. Însan, civak bê pîrozî nikare bijî. Bê çand nikare bijî. Îro çanda gelan, pîroziyên gelan hemû xera dikin. Nirxê însaniyetê hemû xera dike. 

Yê jinê bifiroşe, ew însaniyetê difiroşe. Însan nikare vê qebûl bike. Lazime li dijî DAIŞ rawest e. Eger em li dijî DAIŞ'ê radiwestin, ji ber vê em radiwestin. Em vê wezîfeyeke însanî, exlaqî, wezîfeyeke neteweyî dibînin. Heta ku xeteriya DAIŞ li ser gelê me hebe, li kîjan beşî dibe bila bibe em ê li dijî wê rawestin, em ê têkoşînê bidin, şer bikin. Di vir de em di xizmetê gelê xwe de ne, lazime gelê me vê bizanibe."

ENDAMÊN KOMÎSYONÊ

Tevgerî Azadî Komelgey Kurdistan
Hizbî Ayindey Kurdistan
Partî Parezgaranî Kurdistan
Konseya Serokatiyê ya Hizbî Rizgarî Kurdistan
Partî Komarî Kurdistan
Dezgey Bedirxan
Federasyonî Zindaniyanî Kurdistan
Komaley Kurdistanekî Sevz
Rêxistina têkoşînê ya ji bo hestiyariya çandî
Tevgera rêxistinên civakî yên sivîl
Rêxistina çavdêrî û Sikala
Rexirawî Azadî Lawanî Kurdistan, Navenda Hewlêr
Rêxistina Ciwanên Kurd a Navneteweyî
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Nadir
Nivîskar Ahmet Mîren
Rojnamevan Kemal Raûf
Saziya ciwanan û xwendekarên Kurdistanê ya azad
Dr. Kamûran Berwarî, hîndekarê zanîngehê
Dr. Haşim Zebarî, hîndekarê zanîngehê
Dr. Merîwan Omer, hîndekarê zanîngehê
Dr. Kamûran Mentik, hîndekarê zanîngehê
Omer Mûhammed Enfalîstan, sernivîskarê kovarê
Huseyn Hecî, aktîvîstê sivîl
Dr. Kawa Mûhemed Îbrahîm
Azîz Xoşnaw
Hîlal Îbrahîm, Walî
Rojnamevan Hamîd Bedirxan
Kara Mûhammed Rehîm, aktîvîstê mafên sivîl
Birîndar Omer Xidir Zebarî, siyasetmedar
Hejar Kakaî, Walî
Dara Marûf Hesen, rûspî (Teqteq)
Jale Nûrî Elî, mamoste
Tenya Abdulqadir, mamoste
Osman Mûhammed Elî, mamoste, hiqûqnas
Karzan Kerîm Mûhammed, rojnamevan
Rêxistina neteweya Kurd ji bo xweza û perwerdeyê
Wekîlê tevgera Srud Şex Havre Haqa 
Simko Sabır Şerif rojnamevan
Saman Seyid Ata rojnamevan