YPG: Li Til Temir û Kobanê Kobanê 74 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di pevçûnên dijwar ên li Kantonên Cizîr û Kobanê de herî kêm 74 çet hatine kuştin. Di vî şerî de 5 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di pevçûnên dijwar ên li Kantonên Cizîr û Kobanê de herî kêm 74 çet hatine kuştin. Di vî şerî de 5 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya pevçûnên dawî yên li Kantonên Cizîr û Kobanê bi raya giştî re parve kir.

Navendê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Til Temir û derdora wê dewam dikin û got, "Çeteyan ji herêmên cuda yên Iraq'ê, ji bajarên Sûriye Reqqa, Heleb û Holê hêzê hêz û çekên giran anîn herêmê û di nava tevahiya rojê de êrîşên xwe dewam kirin."

LI DERDORA TIL TEMIR 34 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li hemberî êrîşên li gundê Menacir û derdora wê yên li rojavayê Til Temirê hêzên YPG/YPJ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan û derbên giran li çeteyan dan. 

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku di nava rojê de çeteyan 4 caran bi tank û çekên giran êrîş kirine û hemû êrîş hatine têkbirin, di encamê de 34 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di pevçûnên 24 saetên dawî de rêhevalekî me gihîştiye şehadetê."

LI KOBANÊ 40 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, ku di roja 179. a berxwedana Kobanê ya di asta serketinê de dewam dike, duh li başûrrojava û başûrrohilatê Kobanê pevçûnên dijwar qewimîne û di vê derbarê de ev agahî hat dayîn:

"Li başûrrojavayê Kobanê, li çend nuqteyên stratejîk ên li ser pira Qereqozaxê di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên dijwar qewimîn. Di pevçûnên ku piştî êrîşa çeteyan destpê kirin de, çeteyên DAIŞ'ê derbên giran xwarin. 

Li vê qadê, bi qasî hatiye tespîtkirin 33 çete hatine kuştin.

4 rêhevalên me yên di şikandina êrîşan de roleke girîng lîstin û bi lehengî şer kiin, gihîştin şehadetê."

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin, ku li başûrrojhilatê Kobanê piştî êrîşên çeteyan pevçûn derket û got, "Di pevçûnên li girê Derfilitît û Mênîfê Kor de bi qasî hat zelalkirin 7 çete hatin kuştin."