Yekemîn agirê Newrozê li Tîlhamê hat gurkirin
Bi sedan kesên li Taxa Tîlhamê ya Yenîşehîrê agirê Newrozê pêxistin.
Bi sedan kesên li Taxa Tîlhamê ya Yenîşehîrê agirê Newrozê pêxistin.
Bi sedan kesên li Taxa Tîlhamê ya Yenîşehîrê agirê Newrozê pêxistin.
Ji bo Newrozê çend roj man, li Taxa Tîlham ê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi sedan kesên hatin cem hev agirê Newrozê pêxistin û bi muzîkê govend gerandin. Hevserokê DBP’ê yê Yenîşehîrê Murat Ondeş, Hevşaredarên Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û Ulku Baştaş endamên meclîsa şaredariya û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş axivî û got ku wan bi ruhê berxwedana Kobanê agirê Newrozê pêxistine.
Ciwanan bi tîlîlî û siloganan li ser agirê Newrozê de banzdan û welatiya bi stranên hunermendên herêmî govend gerandin.