Li Kerkukê li dijî DAIŞ’ê operasyoneke berfireh
Fermandariya HPG'ê ya Kerkuk, diyar kir ku li bajarê Kerkuk ê Başûrê Kurdistanê û hin navçeyên wê, bi tevlîbûna hêzên pêşmerge û gerîlayan operasyonek hatiye destpêkirin.
Fermandariya HPG'ê ya Kerkuk, diyar kir ku li bajarê Kerkuk ê Başûrê Kurdistanê û hin navçeyên wê, bi tevlîbûna hêzên pêşmerge û gerîlayan operasyonek hatiye destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ji aliyê fermandariyê ve hat dayîn, li hember çeteyên DAIŞ’ê yên li navçe û bajarokên Meryem Beg, Beşîlî û Taze yên girêdayî Kerkukê bi tevlîbûna hêzên gerîla û pêşmergeyan operasyoneke hevpar hatiye destpêkirin. Fermandariyê diyar kir her ku detayên operasyonê zelal bibin wê bi raya giştî re parve bikin.