KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Îtalyayê delegasyona ji 136 kesî wê beşdarî Newrozê bibe
Ji Îtalyayê, akademîsyen, endamên sendîkayê, nûnerên tevgera jinê û şaredar jî di nav de delegasyona ji 136 kesî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Bakurê Kurdistanê bibe. -
Erkîn Selanîk ê li Kobanê birîndar bû hat girtin
Erkîn Selanîk ku di xebatên avakirina Kobanê de birîndar bû û ji bo dermankirinê anîn Rihayê li nexweşxaneyê hat binçavkirin û girtin. -
Komkujiya Helepçeyê li Kopenhagenê hat protestokirin
Li Kopenhagenê qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê hatin bîranîn û rejîma Saddam Huseyîn û yên li pêşberî komkujiyê bê deng man hatin protestokirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser gefa DAIŞ'ê û banga piştevaniya Kurdan hat kirin. -
Kalkan: Ruhê Newrozê tifaqa gelan û hêzên demokratîk ferz dike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Gelekî girîng e hêzên demokratîk, gel, kedkar, jin û ciwan di bernameyeke azadî û demokrasiyê de li hev bicivin û têbikoşin. Ruhê Newrozê vê yekê dixwaze. -
Heyet wê beriya Newrozê biçe Îmraliyê
Heyeta HDP'ê wê beriya Newrozê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. -
Qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bi merasîma leşkerî hatin bîranîn
Li Qendîlê ji bo bîranîna mirovên di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. -
Li Kobanê agirê Newrozê wê li Miştenûrê bê hildan
Kobaniyên ku Newroza îsal li qûntarê Girê Miştenûr pîroz dikin, agirê Newrozê wê li lûtkeya Miştenûr gûr bikin. -
TEV-DEM'ê 'Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk' aşkera kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji bo derketina Sûriyeyê ji nava krîzê 'Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk' bi raya giştî re parve kir. -
Heta roja îro 40 hezar Kobaniyî vegeriyan
Kobaniyên ji hewldana komkujiyê reviyan, pêl bi pêl li warê xwe vedigerin. Hat ragihandin ku heta roja îro nêzî 40 hezar Kobaniyî bi tenê ji Pirsûsê vegeriyane. -
Li Stockholmê ji bo Kobanê galaya enternasyonal hat lidarxistin
Li paytexta Swêd Stockholmê duh êvarê bi armanca piştevaniya Kobanê galayek enternasyonal ku ji welatên cuda hunermend tevlî bûn pêk hat. -
Ivana Hoffman ji aliyê hevalên xwe ve hat vegotin
Hevalên Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da gotin, "Şoreşa li Rojava bandoreke giran lê kiribû. Di her axaftina xwe de behsa Rojava û şoreşa jinê ya li wir dikir." -
'10 xal pêşnûmeya bingehîn a têkoşîna şoreşa demokratîk e'
Ji pêşengên Tevgera Rizgariyê Mahîr Sayin destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşnûmeya muzakereyê ya ji 10 xalan re, pêşnûmeya bingehîn a têkoşîna şoreşa demokratîk pêşkêşî gelan kiriye. -
Li gundên Alya û Til Xenzir ên Serêkaniyê şer didome
Li gundê Alya yê rojavayê Serêkaniyê şervanên YPG’ê 2 gir ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Li Alya û Til Xenzir şer didome. -
Çalakvanên meşa 'Ji Ocalan re Azadî' li Nisêbînê bi coş hatin pêşwazîkirin
Çalakvanên meşa “Ji Ocalan re azadî” yên ji Cizîrê ber bi Amedê ve dimeşin, li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin -
Li Dêrsimê ji bo Helepçeyê meşa meşaleyî
Li Dêrsimê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a (DBP) û bi beşdariya hevserokên DBP û HDP’ê yên bajêr bi armanca bîranîna Komkujiya Helepçeyê ya ku beriya 27 salan pêk hat, meşeke protestoyî ya meşaleyî hate lidarxistin. -
Komeleya Hiqûqnasên Navneteweyî li Pirsûsê ne
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî (International Association of Democratic Lawyers) wê li Pirsûs û Kobanê lêkolînan bike û encam û çavdêriyên xwe pêşkêşî NY’yê bikin. -
Encamên hilbijartinên Kantona Cizîrê hatin aşkerakirin
Encamên hilbijartinên şaredariyên Kantona Cizîrê ku di 13’ê Adarê pêk hatin, hatin aşkerakirin. Her wiha hevserokên şaredariyan jî diyar bûn. -
Çûyina Kobaniyan ji bo axa xwe berdewam dike
Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji cih û warên xwe derkevin, êdî li warê xwe vedigerin. -
Oker: Dengê Elewiyên li Ewropayê ji HDP'ê re ye
Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Tûrgût Oker diyar kir ku Elewiyên li Ewropayê wê di hilbijartinan de destekê bidin HDP'ê û bang li hemû hêzên çep, soyalîst û demokrat kir ku destekê bidin HDP'ê. -
Dayikên Aştiyê: Tiştek bi pêşmergeyan bê em ê cîhanê bi ser wan de hilweşînin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bal kişandin ser nûçeyên dibêjin 'DAIŞ dibe ku pêşmergeyên dîlgirtî qetil bikin' û gotin, "Weke gelê kurd em ê cîhanê bi ser wan de hilweşînin." -
Şahidên Komkujiyê: Komkujiya Helepçeyê êşeke dawî lê nayê
Tevî ku di ser komkujiya Helepçeyê re 27 sal derbas bûn jî êşên rê li ber vekir, hînê mîna roja destpêkê tê hîskirin. Yên ji komkujiyê rizgar bûn gotin, "Her tişt ji nişka ve qewimî. Di nava 10 deqeyan de bêhn li hezaran mirovî çikiya." -
‘Hêzên duh piştgirî didan Komkujiya Helepçe îro piştgiriyê didin DAIŞ’ê’
MLKP Kurdistan, bal kişand ku hê jî şopên Komkujiya Helepçe didomin, hêzên emperyalîst û herêmî yên paşverû, îro jî bi rêya DAIŞ’ê polîtîkayeke qirkirinê ya nû li hember Kurdan kirine dewreyê. -
CDK-F: Em bi xurtî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Fransa bibin
Li gelek bajarên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Civaka Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) bang li Kurdistaniyên li Fransayê dijîn kir, ku bi xurtî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin. -
Polîsan li Wanê avêtin ser dibistanê, pevçûn dewam dikin
Li Lîseya Pîşeyê Endustrî ya Van Golu, polîsan gule li ser xwendekaran reşandin, şêniyên taxê rabû ser piyan. Polîsan danê sibehê jî avêtin ser dibistanê û xwestin dest deynin ser kamerayên ewlekariyê. -
YPG: Li Kantona Cizîrê herî kêm 15 çete hatin kuştin
Li Kantona Cizîrê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pevçûnên dijwar diqewimin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku li derdora Til Hemîsê 15 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.