Li Dêrsimê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi beşdariya hevserokên DBP û HDP’ê yên bajêr bi armanca bîranîna Komkujiya Helepçeyê ya ku beriya 27 salan pêk hat, meşeke protestoyî ya meşaleyî hate lidarxistin.
Kesên bi armanca bîranîna komkujiya Helepçeyê li Kolana Sanatê li hev ko bûn û bi dirûşmên “Dewleta Qatil wê Hesabê bide”, “Wê hesabê Helepçeyê bê pirsîn”, “Helepçeyê ji bîr neke, nede jibîrkirin” qîriyan û heta Qada Seyid Riza meşiyan. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Dêrsimê Melek Dolaz axivî û got: “Em kesên me yên ku di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr tînin. Bila were zanîn ku Helepçe sûcê mirovahiyê ye. Em bi hemû dengê xwe ji Dêrsimê heta Helepçeyê bang dikin. Helepçeyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”