Li Lîseya Pîşeyê Endustrî ya Van Golu, polîsan gule li ser xwendekaran reşandin, şêniyên taxê rabû ser piyan. Polîsan danê sibehê jî avêtin ser dibistanê û xwestin dest deynin ser kamerayên ewlekariyê.
Piştî ku rêveberiya dibistanê li hember derket, polîsan xwestin kamerayan bi zorê desteser bikin. Li ser vê yekê xwendekar li hemberî zordariya polîsan derketin û polîsên Tirk li dibistanê çek bikar anîn. Hêzên polîsan ên li derveyî dibistanê jî bombeya gazê avêtin nava dibistanê û li ser vê yekê pevçûnan destpê kir. Malbatên xwendekaran û şêniyên taxê li ber dibistanê civiyan. Pevçûnên li dibistanê dewam dikin.
Li gorî agahiyên dawî yên ji cihê bûyerê hatine bidestxistin, hejmara birîndaran 8 kes e.