Ivana Hoffman ji aliyê hevalên xwe ve hat vegotin
Hevalên Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da gotin, "Şoreşa li Rojava bandoreke giran lê kiribû. Di her axaftina xwe de behsa Rojava û şoreşa jinê ya li wir dikir."
Hevalên Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da gotin, "Şoreşa li Rojava bandoreke giran lê kiribû. Di her axaftina xwe de behsa Rojava û şoreşa jinê ya li wir dikir."
Hevalên wê dan xuyakirin ku Hoffann çiqasî gelê Kurd nas kir ewqasî jî eleqeya wê ya ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re zêde bû û gotin, "Êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kurdistanê gelekî bi zora wê diçû."
Şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann a li Rojava di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de roja 7'ê Adarê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevalên xwe ev hat vegotin.
'GOT KU EW Ê BIBE PARÇEYEK JI ŞOREŞÊ'
Dîlan Çoktaş: "Ji sala 2008'an û vir ve min Ivana nas dikir. Gelek rojên me yên bedew hebû, bi taybetî moral û hêza ku wê di meşan de dida her kesî wê neyê ji bîr kirin. Miroveke ku her tişt zû fêm dikir. Timî behsa şoreşa li Rojava dikir û digot ku ew ê rojekê bibe parçeyek ji wê şoreşê. Ew îro ne tenê tevlî şoreşê bû, di heman demê de bû Şehîda Şoreşa Rojava.
'XEYALA WÊ YA HERÎ MEZIN DÎTINA AZADIYA ROJAVA BÛ'
Lena Spendel: "Kengî li Ivana bifikirim her tim ew rûkenî û enerjiya wê ya bê dawî tê bîra min. Çûyîna Rojava xeyala wê ya herî mezin bû. Eger rojekê yek rabûya jê bipirsiya 'tu dixwazî li ku bimire' bêyî li ser bifikire wê bigota 'Rojava'. Şoreşa jinê ya li Rojava bandoreke mezin lê kiribû. Di her axaftina xwe de behsa Rojava û şoreşa jinê ya li wê derê dikir. Xeyala wê ya herî mezin dîtina azadiya Rojava bû."
'LI HEMBERÎ NEHEQIYÊ BÊDENG NEDIMA'
Julio Sermon: "Ivana xwedî kesayetiyeke gelekî xurt bû. Ti carî li hemberî neheqiyê bêdeng nedima. Li ku neheqî bidîta, yekser dest lê werdida. Lewma çû Rojava û tevlî têkoşînê bû. Her tim digot ku ew der xaka Kurdistanê ye. Êrîşa çeteya faşîst a li hemberî Rojavayê Kurdistanê gelekî bi zora wê diçû. Di nameya xwe ya dawî de bal dikşand ser van xûsûsan."
'BI NASKIRINA GELÊ KURD RE HÎN BÊHTIR NÊZÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛ'
Bariş Eroglû: "Min berî 4 salan Ivana nas kiribû, ew miroveke gelekî dil germ bû. Bi taybetî gelekî hez dikir ku bi hestên însanî tevbigere. Xwedî kesayeteke gelekî zindî bû, ji ber vê yekê çi li dibistanê çi jî li derve gelekî jê dihat hezkirin. Bi saya vê kesayetiya xwe ya germ, gelê Kurd û bûyerên li Kurdistanê ji nêz ve dît. Bi naskirina gelê Kurd re hîn bêhtir eleqe nîşanî têkoşîna azadiyê da. Dê Elman, bav Togoyî bû. Tevî ku ew li Elmanya çêbû û mezin bû, gelekî Kurdistan meraq dikir. Xeyala herî mezin a Ivana dîtina 'Kurdistana Azad' bû."