Komkujiya Helepçeyê li Kopenhagenê hat protestokirin

Li Kopenhagenê qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê hatin bîranîn û rejîma Saddam Huseyîn û yên li pêşberî komkujiyê bê deng man hatin protestokirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser gefa DAIŞ'ê û banga piştevaniya Kurdan hat kirin.

Li Kopenhagenê qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê hatin bîranîn û rejîma Saddam Huseyîn û yên li pêşberî komkujiyê bê deng man hatin protestokirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser gefa DAIŞ'ê û banga piştevaniya Kurdan hat kirin.

Fokus-A (Komeleya Xwendekar û Akademîsyenên Kurd), ji bo bîranîna bi hezaran Kurdên di Operasyona Enfalê ya sala 1988'an de ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve hatin qetilkirin, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê çalakiyek lidar xist.

Tevî endamên Fokus-A, nûnerên FEY-KURD, Kurdisk Forum, YNK û PJAK'ê jî beşdarî merasîmê bûn.

'GEFA QIRKIRINÊ DEWAM DIKE'

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser êrîşên DAIŞ'ê yên li Şengal û Rojava û hat destnîşankirin, ku li gel tezebûna êşa Helepçeyê Kurd bi xeteriya komkujiyên nû re rû bi rû ne. Her wiha hêzên li pêşberî van komkujiyan bêdeng in hatin şermezarkirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Her çend ev êrîşa li derveyî mirovahiyê ya li hemberî Kobanê bi serketineke dîrokî hatiye şikandin jî, gefa qirkirinê ya li hemberî Kurdan dewam dike. Di van saetên ku em îro Komkujiya Helepçeyê şermezar dikin de li Til Temirê gelên me yên Asûrî, Suryanî-Xiristiyan tên qetilkirin û mixabin cîhan li pêşberî vê bê deng e."

BANGA ALÎKARIYA JI BO ŞERVANÊN LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKIN

Di çalakiyê de ji hikûmeta Danîmarkayê hat xwestin ku li hemberî komkujiyan helwestê nîşan bide û alîkariya însanî û leşkerî bide gelê Kurd ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike.