TEV-DEM'ê 'Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk' aşkera kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji bo derketina Sûriyeyê ji nava krîzê 'Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk' bi raya giştî re parve kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji bo derketina Sûriyeyê ji nava krîzê 'Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk' bi raya giştî re parve kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji bo derketina Sûriyeyê ji nava krîzê 'Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk' bi raya giştî re parve kir.
Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) di bin navê "Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk" projeyek hemû gelên li Sûriyeyê di nava xwe de vedihewîne, amade kir. Projeya ku di 16'ê Adara 2015'an de hat amadekirin, ji gelek derdorên li Sûriyeyê re hat şandin. Tê payîn ku di rojên pêş de li ser vê projeyê nîqaşên berfireh werin kirin.
Detayên projeya rêveberiya cewherî ya wekhevî û demokratîk a gelên Sûriyeyê bi vî rengî ye:
Pêşgotin:
Dûrî rastiyên dîrokî û xaknîgarî yên resen ji herêmê re, em nikarin li ser rewşa Sûrî ya niha û asta ku gihaştiyê; biaxivin, û ne wêneyek ji pêşeroja Sûriyê re bigirin, berî ku em rewşa wê zelal bikin û wêneya wê ya rast vediyar bikin. Dûrî xerakirinên bîrdozî û paradîgmî yên ladeyî li gorî berjewendiyên desthilatdariyê ku dijberiya rêgezên pêşxistina suriştî ji civakên ku hezarên salan berdewam kirine, li ser astên şaristanî, ramyarî, civakî, aborî, çandî, etnîkî û ji bilî wan.
Krîza Sûrî berê xwe dide ajaweyeke mezin û teqandinê bi berdewamkirina vê tundiyê û tundiya li dijberî wê ya ku hêza xwe ji navendên hêzan ji van sînariyoyan, ku zêdeyî têgihiştina gelan e yan ku gel dijberiya wê bikin; sûd digirin. Ev krîza dê bigihêjê gelek welatan û Sûriya ku welatê alozîtirîn û xeleka girîngtirîn e ji vê tracîdya ku gel fetisandine ye, ta ku gihaştiye asta rûbirû li ber metirsiya belavbûn û pişaftinê, eger ev astengî ne bi awayekî rast bê çareserkirin û tiştê maye sax bihêle. Bi taybet ew ên navê opozîsyona Sûrî li xwe dikin yan hin li wan dikin, derbasbû ye rêrew in ku tênagihêje û nizane vê lîstikê bigerîne û ne xwediya bîrbûnekê ku alîkariya wê bike ta jê derkeve, û di ancamê de dibin dezgehek ku xizmeta yên din dike û nîşana me li ser vê gotinê gelek kesên ku navên opozîsyonê li xwe dikirin aniha xwe avêtin hembêza Daiş’ê û komên tundrew (cîhadî) beşdariya wan di komkujiyên de, li seranserî qadên ku lê ye dike û ne exlaq (hoy) ne wijdan wê disekinîne.
Kûrbûna vê krîza pirtir, mezintir, kûrtir û xeterîtir e, ku bi çavê aloziyek ji binyada rêjîmê yan mêrên wê yan sembolên wê re ne. Ev berhema derbasbûna pêşketinin civakî xolgehin çêkirî ku biyan in ji suriştê, hino hino di riya ramana dewlet û desthilatî ta asta pîroziyê; pêşketiye û vê dawiyê gihaştiye rewşa nexweşiyê, di riya sîstemin neteweyî yên bîrdoziyên pûç ku bi pîvanin çewt hatine çêkirin, ji xwe re bingeh digire yan bi kêmanî ne guncav e bi rastiya mirov û civaka suriştî ya piranî ya beşdarbûnê, û nerînên wê man nerînin biçûk ku yekîne xurt kir ta asta ku em bibêjin bû weke xwedayekî, bi awayekî hişt ji ber xwe ve mandele, dûrxistin, desthilatdarî, koledarî û zordarî pêk bê. Di riya avakirina diktatoriyan û pergalên faşîst an mîna faşîstê yên ku afirandina wê ya dawî sîstemên ewlebûnê yên jiyanê difetisînin û derfetên vebûn û pêşxistinê tê de mirî ne. Ev tiştaya rewşê bi alî teqandina vê krîza ve didehfîne û berê xwe dide ajaweya ku ne şêwazin nû bin, bikarin bi demê re kar bikin û pêşxitinin zanistî û tiknîkî pir mezin di hemû beşên zanist û jiyanê de; bi dawî nabe û em nikarin wan neynin ber çavan ji ber ku bûye nîşaneke bingehîn ji serdema me re û serdema demokratîkê re, ku me dest pê kiriye rûdêmên Buhara Gelan bi rengekî diyar bibînin.
Bûyerên salên çûn li Sûrî û herêmê ji me re tekez kir ku şoreş di vê qonaxê de û di van rewşan de, bê guman pêdiviya wê bi nerînek tekûz û diyarbûyî ku giyan be ji vê serdemê re, bawer be bi beşdariya gelan û pêkhateyên wê yên cuda, tevî komên wê yên biçûk û ta kesan. Em bi awayekî aktîv û bi berpirsyarî di avakirina pergaleke demokratîkî nû û parastina wê û pêşxistina wê de; bixebitin.
Rastiya civakbûyîna Sûrî û têkiliya di nava pêkhateyên wê de:
Ne tiştekî veşartî ye ku kontrola têgehên desthilatdariyê bi awayekî pîs bandor li cewherê civakan ê suriştî kir, wek mînak ew jiyana hevbeş di nav pêkhateyên civakê de û bi taybet piştî netewe-dewletên ku ji teqilandina (tecrîbe) Ewrupa hate sazkirin di riya ramyariyên sitemkarî, dûrxistin û mandele ji bo modêla yekane di riya bawerî bi îdyolociyên netewî yên ku di nava xwe de tovên payebûn û mandelê radihiştinê, û şêwazin dûrî nirx û exlaqê (hoy) mirovatiyê pêk anîn, ji bo berjewendiyên hin kesan li ser pişta civakê bi giştî dihat meşandin.
Di encamê de gel û hemû pêkhateyên civakbûyînê bûne weke lîstokekê dê rastî û têgehên resen ên mîna jiyana aştî ya erênî ku sedên salan li herêma ku bi rastî weke sembolekê ji sembolên piraniyê û hevbeşiyên aktîv.
Bi hezarên salan ji dîroka hevbeş di navbera pêkhateyên resen de ku yekîtiyek civakbûyî ya hevseng û têgihiştî ji vî welatî re afirand. Tevî hemû helkişan û dakişan û şaşî û karên desthilatdariyê û çewisandinê ji ferweran re di hemû dem û cihan de ku pêkhatine. Ji ber ew jiyana hevbeş ji pêkhateyan re dûrî nerastî û karên ferweran û kesên zorkar mabû.
Tu carî em nikarin rastiya pêwendiya di navbera pêkhateyên Sûrî yên pir û di nav hev de ne têbigihêjin, bê ku em kûr lêkolîn bikin di dîrokê de û despêka sazkirin û pêşketina civakên mirovatiyê û sazkirina şaristaniya li ser rûyê gerdûnê ya vedigere hezarên salan nasbikin a ku afirandina wêneyeke rast ji civaka herêmê re pêk anî.
Pêkhateyên bingehîn ji civaka Sûrî re ya aniha ji Ereb, Kurd, Ermen, Siryan, Kildan, Aşûrî, Turkiman, Çîçan û Çerkes giş pêkhateyên resen in li ser vê axê. Di çêkirina dîrok û şaristaniya herêmê de beşdar bûne û her yek ji van pêkhateyan parçeyek ji zengînbûna dîrokî û civakî ya herêmê sazkir.
Jiyana hevbeş ji milet, êl, malbat û girûpên mirovatiyê yên din bi sedên salan maye, û piştegiriya wan ji hev re li dijî dijminan û ev guhartinên demogirafî ku bi salên şer ê berdewam bûn li herêmê, giş mûzayîkek pir xweşik û pir cure peydakiriye. Di gelek helwestên hevbeş ji gelan re dijî êrîşên derve de, hat vediyarkirin.
Ji vê xakê gelek ol, çand, ziman û alfabê hatine peydakirin mîna şaristaniyên Somerî, Akadî, Aşûrî, Mîdî, Mîtanî, Hûrî û Fînîqî lewma Mezopotamya afirandineke şaristanî bû, û afirandinên ku li pey wê hatin giş ya zêdebûn an guhartin in ji afirandina wê şaristaniyê re bû, û em dikarin bi hêsanî vê xweşikbûn û resenbûna ku herêm pê ciyawaz bû di efsan û destan ku gihaştine destê mede, bibînin.
Sûrî weke parçeyekî girîng ji vê xaknîgariya pir zengîn bi cureyên resen ên mirovatî, çandî, zimanî û şaristanî tê sazkirin, û dirêjaya wê li berava deryayê ya ku ragihaştin, berdewamkirin û tevlêbûn jê re bi gelên li piş deryan; ewlekir. Lewma Sûrî di pêşketin û zordariyên qonaxên serdemên cuda de jiyîye, tê de karîbû sînorên di navbera kesên cuda û ciyawaz de, hilîne û yekîtiyekê tekûz ku ev cudabûn û ciyawazî di hundirê xwe û ên din de bipejirîne. Ji ber vê yekê tu kes ji pêkhateyan bibêje arziya (xwedîtî) vê herêmê bi taybet ji min re vedigere. Ev herêma ku gelekan beşdariya wê kiriye ji pêkhateyên di nav hev de û wêneyeke tenê ji hemî rengan ku tê de jiyan dikirin; sazkiriye.ji vê yekê xuya dike çima giş bi yekîtiya vê xaka ku ciyawaziya wê ya resen ji taybetiya wê ya suriştî ya resen sazbûye, bandikin.
Lê tevî ev tiştên ku me diyar kirin, dîroka Sûrî ne hema wêneyeke aştiyê bû di her demê de, lê belê ji gelek astengî, şer, nakokî û êrîşên ku mebest û kiryarên wan ji hev cuda bûn; ziyan kiriye. Gelek caran birînin saxbûna wê dom dikir. Bi vê nakokiyê şêwaza jiyanê ku xwe dispêre tekûzkirin û biratiyê peydakir an em dikarin bibêjin van nakokiyan hişt ku pêkhateyên heyî baweriya wan bi pêwîstiya danpênan bi kesê din bê, di hevkarî û têkildariyê de û wekhevî ji xwe re bingeh digirtin, ango danpêdana bi kesê jê cuda û jiyana hevbeş bi awayekî aştî pê re. Di dîroka Sûrî de mînak li ser fermandarina di gelek qonaxan de ku sembolek ji komkirina gelê Sûrî bi hemû cudaya tov, ol û çandên xwe re bûn û divê ji bîra me neçe ku çand û reftarên gelek rêxistinên ferwerî yên desthilatdarbûn li ser vê xakê, tevî împiratoriyan ev ciyawazî û zengînbûna çandî têdigihiştin û mandele û dûrxistin neyînî dikirin.
Pêwendiyên civakbûyînê di navbera pêkhateyên Sûrî de
Tu kes nikare rastiyên dîrokê û ew pêwendiyên kûr- bi dilekî paqij- winda bike. Ew ên ku kevnin bi kevnbûna dîrokê û bi koçberiya êl û komên Samî ji Cezîra Ereban bi aliyê Îraqê de dest pê kir, piştre li ser dirêjaya çemê Dicle û Ferat û belavbûna wan li zozanên navbera her du çeman, paşê êrîşên Erebî yên islamî ji herêmên Kurdan re di vê pêwendiyê de, veguhertin pêk anî. Tevî ku carinan ramyariyên Islamî di hin qonaxan de bi rengekî netewî desthilatdariya xwe pêk anîn, lê Kurd dûrî vê rêdarî û reftar man û bi awayekî rast bi baweriya xwe re man, li vir pêwîstiya fermandariya Selah Ed-dîn di rizgarkirina Qudis de û pêwîstiya kesayeta fermandarî wî ya ku giyana Islamê pêk tanî; vediyar kir.
Pêwendiyên Kurdî-Erebî bi belavbûna Islamê re li ser bingeha lêborîn, biratî û yekçand, dûrî şofîniya netewî di qonaxên din de ji dîroka Sûrî pêşket. Li vir divê em bibêjin ku kevneşopî û nakokiyên Impîratorî yên ku li ser bingeha Dewleta Islamî û Impîratoriya piştî wê ya Osmanî hate avakirin ku heyîna milet û êlên cuda neda mandelê, û pejirandina wê ji piraniyê re di bin siya Impîratoriyê ya ku bi navê (xîlafa) roleke giring ji pirsgirêga jiyana aştiyê di navbera Kurd û Ereb de lîstiye, nemaze piraniya gelê Kurd bûbûn musilman, û ev nêzîkayî diyar e ku roleke erênî li ser pêwendiya Kurdan bi kesên din re, her wiha Xiristiyan û xwediyên ol û mezhebên din. Em dikarin van pêwendiyan tekez bikin di dema Impîryalîzma Ferensî û ew şerên li dijî wê. Ev pêwendî ta piştî serxwebûnê berdewam kirin ku tê de Kurdan rola bingehîn di rizgarkirina Sûrî û danîna kevirê yekemîn ji binyada dewleta Sûrî ya nû de; lîst. Ta ku partiya baas ferwerî xist bin kontrola xwe de û rikandina wê li ser ramana netewî ya şofînî ya tekane bû.
Ramyariyên şofînî û projeyên hilawartî (istsna) yên ku pêncî salî berdewamkirin, bûn sedema gelek astengî, bûyer û raperînên ku bûn encam ji rewşa mandele, dûrxistin û zordariyê ji aliyê rêjîmên ferwerî yên nijadperst, lê tevî wilo ev nakokî rojekê ji rojan pêşneket û di hişmendiya ramyar û desthilatdaran tenê de man, bê ku li nav civatê belav bibe, û nikarîbû civaka Sûrî ji hev bixîne û ne çanda jiyana aştiyê bîne xwarê. Jiyaneke hevbeş li ser bingeha azadî, dadmendî û wekhevî ew nirxên mezintirîn bûn ku miletê Sûrî ma her dem wan diparêze, û ta roja îro vê çandê ( bi dana riya rast ji wijdanê xwe re û bê ku kesê din mandele bike); diparêze.
Ew pêwendiyên di navbera Kurd, Siryan, Kildan, Aşûrî, Ermen, Çîçan û Turkiman vedigerin dîrokeke kevnar ku weke pêkhateyên welatekî hevbeş ku bi hev re her dem têgehbûn, di baweriya me de gelek tişt di van pêwendiyên baş û ev têgehbûn û jiyana hevbeş de alîkar bûn.
Di vê çarçoveyê de nabe ku em bi nerîna pirbûna an hindikbûna pêkhateyekê; lêkolînê di pirsgirêka van miletên ku jiyan li ser vê erdnîgariyê kiribûn, bikin. Ji ber ku ev pêkhate giş resen in û xwediyê dîrokek rehê xwe berdana binê vê axê. Mafê gişan di vê avakirina bilind a ku navê wê welatê hevbeş de heye, tevî ew qas kiryarên ku sîste mên ferwer ên her dem dixwestin hevanî, tevlokî û dijminayî di navbera pêkhateyan de pêk bê.
Sûrî ji ber zengînbûna wê û cihê wê yê stratîcî her dem mebesta êrîşkeran bû, lewma gelek koçberî bi ser de hatin û gelek caran dihat êrîşkirin, û bû sedem ji wan rewşên nebicîbûn, ajawe, wêran û talankirinê re, lê ji aliyekî din ve jî çandeke giring û tevlêhevbûneke şaristanî pir xweşik li piş xwe hişt. Ne ev bi tenê tu dikarî bibêjî ku miletê Sûrî têkeleke hevseng ji gelek milet û êlan pêk hatiye. Şaristaniya xwe ya ku zengîniyek dayê ava kir, û ev tişt di giyana mirovê Sûrî de ciheke taybet kirt, û di nirxên jiyana hevbeş nav pêkhateyên cuda ji etnîkî, olî û zimanî de diyar bû.
Her wiha çanda mandeleya kesê din çandek ji derveyî Sûrî hatiye û dûrî têgehên resen ji miletê Sûrî re ne. Ev ziyanên ku Kurd an Siryan an hin pêkhateyên din carina li wan dibûn, tu têkiliyên wê bi giyana Rojava û giyana Sûriya resen tune ye.
Dewleta Sûrî ya nû û aloziya aniha
Piştî ku Sûrî serxwebûna stand li dû şerê cîhanêyî duyemîn, qonaxeke kin ji geşeya ramyarî li Sûrî jiyan kir, bi cûrecûr, piranî û beşek ji demokratiyê; ciyawaz bû. Lê ew wergerandinên serbazî li pey hev, windabûna bicîbûna rewşa ramyarî afirand. Tevî wilo ew cudaya xwe parast û dûrî mandeleya kesê din ma û dûrxistina wî. Wer ku berdewamkirina navê El-cumhûriye El-Sûriye (Komara Sûrî) ji bo cudabûna pêkhateyên wê ji aliyê netewe, ol û çand ve encama mayîna bandora serxwebûnê û giyanê wê yê ku hîn rola xwe dilîst. Lê ev buhara demokratîk ji çend salan pê ve dom nekir, ta nakokiyên neteweyî yên Irûbî dest pê kirin mezin bibin, ta gihaşte asta yekîtiyê bi Misrê re, weke bersevekê ji dengên bi neteweyê ban dikirin, û piço piço serbestî kêm bû û nema, û demokratîka ku dest pê kiribû derkeve li Sûrî bi serxwebûnê re ya bi dehên salan domand hate fetisandin û ew dagerandina demokratîk di dewlet û civakê de hat qutkirin û sekinandin û ramyarên neteweyî dest pê kir rola xwe bilîze. Daxuyaniya El-Cumhûriye El-Erebiye El-Mûtehîde dûvre navê El-Cumhûriye El-Sûriye bû El-Cumhûriye El-Erebiye El-Sûriye eşkere kir neteweya dewletê û pêkhateyên din dan mandeleyê û dûrxistinê tevî yên ku bi awayekî xurt beşdarî serxwebûn û jiyana ramyarî mîna Kurd, Siryan û ji bilî wan jî, Baasa şofînî ferwerî bindest kir, azadî dest pê kir biçûk bibe ta hate fetisandin.
Projeyên nijadperestî û kiryarên hilawartinê, zorlêkirinê û çewisandinê di mafê gelê Kurd û pêkhateyên din de ji hemû aliyan ve pêk hatin. Jimartin û Zinara Erebî nîvnîşanên vediyar ji mandeleyê û sitema kesên din re bû, ku di demeke biçûk de bû li ser gişan, di riya daxuyaniya rewşa awarte re ya ku pêncî salî domand. Jiyana ramyarî û demokratîk tê de pûç bû, û Baasiyên şofînî û mêrên ewlekariyê û sembolên wan bi serbestî kar kirin li welêt. Bê ku berhelistek exlaqî (hoyî) ji wan re hebe, ta ku Sûrî mîna zindaneke mezin ji gel, azadî û nirxên mirovantiyê re bû.
Di van rewşan de divabû ku çareseriyeke demokratîkî gelemperî ji bo dewlet û civak bibe demokratîk û pirsgirêka Kurdî û pêkhateyên din çareser bibe. Ev tişt bêçarebû li gorî rewşa rêjîma ramyarî ya heyî, ji ber vê yekê tevgerek ji şoreşek gel re dest pê kir weke bersevekê ji wê rewşa fetisandinê ya ku di civakê de pir zehmet bûbû.
Alozî û tevgera gel li Sûrî pêşket, û encamên ku ev tevger gihaştê ye bêguman diyar kir ku tevger ji aliyê fermandariya şoreşê û dagerandina demokratîk ve pir lawaz bû, û sedemên vî tiştî pir bûn, a giringtirîn nerîneke rast ji cîwarê Sûrî û pêşeroja wê re tune bû. Stratîjî û pîlanên saxlim ji pêşxistina tevgera şoreşê di riya gel re, lawaz bû. Nebawerkirina wê bi hêza wê ya cewherî ku derfet li pêşiya derve re vekir, ku destêwerdanê bike ta asta gotin bû jê re tenê gelek caran, û Sûrî bû cihê destêwerdanê ji gelek aliyan ve û jêderên serfkariyê pir bûn, û qada Sûrî bû cihê alîkariya berjewendiyên stratîjî û tektîkî ji derve , encama vê rewşê rewtên Islamî yên radîkalî geşe bûn û hêzên opozîsyona Sûrî yên qels û nerêxistinkirî, ji xwe re bindest kirin. Despêk ji El-Qaîda û Cebhet El-nusra ta gihaşt Daiş’ê ew rêxistina terorî û radîkalî ya xwînmij e, şerê xwe bi navê Islamê dijî hemû nirxên vê serdemê dike. Nerîna opozîsyonê ya şaş ji pirsgirêka Kurdî û pirsgirêkên miletên di hundirê Sûrî de yek ji sedemên vediyartirîn ên ku hişt ev opozîsyon bi bin keve.
Rêjîmê di riya şerê taybet re ku ji rewşa hêza opozîsyonê ya ramyarî û leşkerî sûda girt û ta asteke mezin stratîjiya xwe ya (rêjîm an hêzên Islamî yên radîkal) sepand û ta asteke mezin serkeftî bû. Hilawartinek tenê hebû ew helwesta ku tevgera me ji despêkê de diyar kir ku wê li aliyê vê şoreşê bisekine lê bi şêwazê xwe yê taybet. Pîlanin xebatê yên guncav rikandin, opozîsyonên din neyînî kir û pêşketinên li Sûrî çêbûn rastiya şêwazê me ya demokratîkî û aştî tekez kir.
Rêgezên bingehîn ji çareseriya demokratîk re li Sûrî
Li hemberî ev qas pirsgirêkên ku hiştin Sûrî bigihêje vê astê, divê çareyên bingehîn bên dîtin ne hema nîşanan çareser bikin, lê belê em berê xwe bidin sedeman û wan ji qurim de rakin ku cardî nexweşî çênebe yan ev nîşan careke din derkevin. Ev dibe di riya demokratîkbûna vî cîwarî bi awayekî tekûz ku hemû pêkhateyên li ser vê xakê mafê xwe bistînin. Bê mandele yan dûrxistin, ji bo rê li pêşiya pêşketin û danê vebe, ta Sûrî welatekî hemû beşdarî avakirina wî bibin û giş ji xêr û bêra wî bixwin, her wiha rêveberiya wî giş bikin.
Demokratîkbûna tekûz a hemû şûngehên jiyanê ye, ev tişt tekez sazkariyeke alozbûyî linavhevketî û biberdewamî ye, dem û ked dixwaze, û em dizanin ku tu kes dareke cadûkariyê ya ku daxwazan di cih de pêk tîne, pê re tune. Lê divê rêgezên bingehîn ên ku em ê xwe bispêrênê, bên danîn û diyarkirî bin. Li vir divê em dûbare bikin ku modêla netewe- dewlet ya dewleteke neteweyî ya tekane avadike ew xefkek gel û civakan dikuje. Divê em dûrî wê bikevin û bi aliyê civaka demokratîk de biçin a ku wan sînorên ramyarî yên teng neyînî dike, bi alî piraniyê û jiyana hevbeş ve diçe. Lewre pêdiviya me bi pêkhateyekê ku bikare van pêkhateyan bi hemû cudabûnên xwe yên çandî bigihêjîne hev, bi rengekî azad wê bi ber pêşxistinê ve bibe. Bi hebûn û mafê wan di manê û pêşxistinê de danpênan be di riya vê ciyawaziyê re, lê ramanên neteweyî yan olî yan mezhebî û hewldana sepandina tekaneyê dê me girêde di çargoşeya yekemîn de. Çareserkirina wê dema ku em bikaribin Sûrî bikin warekî hemû pêkhateyan dicivîne, û em ji têgeh û ramanên ku qurbaniya parçeyan ji bo xelasiya giştî dûr bikevin. Em xebatê li ser bingeha xelasiya parçe û giştî bi hev re pêk bên. Ji ber ew parçe giştiyê pêk tînin û giştî ji parçeyan pêk hatîye, û giştî dê ne azad û saxlim be dema ku parçe xeste be û ji koletiyê dinale.
Em niha li Sûrî hemberî vehilberîneke nû û modêrn ji têgeha welat û netewê re ne. Eger divê em bibêjin ku Sûrî netew e, naxwe ev netew ji çi neteweyê pêk tê…….? Li vir em dikarin bibêjin ku ew netew e lê ne ji neteweke etnîkî yan olî yan aborî yan çandî yan zimanekî tenê pêk tê, lê belê ew netewa ku ji piraniya heyî ji gewdê rast ji civaka Sûrî re hatiye sazkirin û ev e ya ku em dikarin navê wê bikin netewa demokratîk, a ku xwe dispêre rêgezên demokratîk, azadî û jiyana hevbeş ji hemû pêkhateyan re, û xebat ji bo avakirin û amadekirina zemîneke guncav dibe, ji bo vediyarkirina kes û weltiyê azad pêk tê. Ev e çareya berçavan ji pêkanînê re ye. Ev tişt derfetê dide civak û kesan ku bikarin mejî û ramanên xwe pêş bixin. Li vir em pêşiya pirseke bingehîn in ku ji ber xwe ve tê berçavan:Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çi ye? Ew çi rêgez in ku em ê ji xwe re bingeh bigirin û li cem me heb in ji bo çareseriya demokratîkî ya nû?
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şîrovekirina demokratîk a nedewletî ji rêgeza mafên gelan di çarenûsa xwe de tîne ziman. Ji ber ku demokratîk û dewlet dikarin rola xwe weke du desthilatdaran di bin heman banê ramyarî de bilîzin. Destûra demokratîk sînoran di navbera rûberên desthilatdariya wan de wêne dike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ew e derbirîna diyar ji çareseriya demokratîk re, ku pê re hemû pirsgirêkên etnîkî û yek ji wan a Kurdî, çareser bibin. Ev çareserî ji helwestên kevneşopî cuda ye, û çareya jêkirina beşa xwe ji Dewleta Sûrî rast nabîne. Her wiha ew naxwaze ku dewletin etnîkî bên sazkirin bi awayekî weke serxwebûnekê, û ji ber ku ew avakirina dewleteke fêdêralî yan konfêdêralî naxwaze, nabîne ku ew çareyeke bi wê taybet e, û daxwaza wê ya yekemîn ji Dewleta Sûrî ku bi mafên hemû etnîk û netewan di rêveberiya xwe de û bi vîna xwe ya azad, danpênan bike. Her wiha tu astengiyan li pêşiya dagerîna van etnîk û netewan ku bibin civakeke welatparêz û demokratîk. Ji vê yekê eger dewleta ferwer bi rêgeza demokratîk lixwegirtî be bi xebatên xwe ne bi gotinan; ku piştgiriya civaka demokratîk neke, divê rê li pêşiyê negire yan wê qedexe neke.
Rêgezên civakî:
Ew şêwazên şaş ku rêjîmê di rêveberiya civakê de pêk anîn, tevgerînên civakî û pêşxistina wî cemidandin. Dema dewletên netewî vediyarbûn û têgeha netewe- dewlet desthilatdar bû. Guhdana civakê bi pirsgirêkên bingehîn kêm bû kes û civak bûn dezgeh ne ji bo parastina aştiya civakbûyînê, lê belê hatin dagerîn û bûn raje û heyînên nû yên ku vediyarbûn û agirbestî bi wan re pêk tanîn. Ji bîr dikirin ku pêşketin di dîroka kevn û bi hezarên salan de çêdibû bê ku dewlet û netewe hebin. Em ji bîr nekin ku civakên tomara temeneke dirêj di dîroka mirovantiyê de heye, rewşa berî dewletê bi awayekî suriştî jiyan kiriye û wê demê pêşxistinin giringtirîn di dîroka mirovantiye de pêk anîn, mîna şoreşa çandiniyê.
Xemsariya civakê weke bersevekê ji pêşketinên desthilatdariyê re ya ku şaristaniyê di qonaxên pêş de bi xwe re anîn, civak û kes gihaştin asta mandeleyê, û xemsariya rola wî, ne wilo tenê da xuyanî zehmetiya berdewamkirina wî û bi têgeha heyînên nû ve girêda, lewma nema guh lê bû û ev ramyarî rola kesê rast nehişt û ew û civak winda bûn û rûbirû li hemberî nemana xwe weke du nexweşan (kes-civak) bi penceşêra civakî; sekinîn.
Jiyana nû ya tê meşandin hat dagerandin û bû xefkek jin dorpêç kir. Ew jina ku koleya kevntirîn e û di dema vê rêjîmê de ku em navê (şahjina kelûpelê) li jinê bikin, ji ber ku jin karkereke bê hember e, di rewşa wê (bermalî) de ew endama yekemîn di lîsta karê nermayî de ye, her wiha makîneyek ku nifşên nû ji rêjîmê re çêdike û ji bo daxuyaniyan ew taca serê çêkirina wan e, û dezgeha pêkanîna desthilatdariya zayendî, her wiha dezgeha kêfê û desthilatdariya bê sînor ji hemû mêrên desthilatdar re, ji Impîratorê gerdûnî despê bike ta Impîratorê biçûk di hundirê malbatê de, û ew tiştê ku desthilatdariyê dixe destê kesê ku tu desthilatdariya wî tune ye. ji bo vê yekê em dikarin bibêjin ku jiyana civakî li civaka me bûye zarok, mîna kalên ku bûne zarok ji aliyekî ve û ji aliyê din ve bûye mê û bê vîn, lê malbata jinê ya kevntirîn û kevnartirîn saziyên civakê ye, ji pişaftina jinê ku bandor li malbatê kiriye; gazinê dike lê bi awayekî giştî. Ji vê rastiya ku demokratîk wateya wê ew e bawerî bi rêgeza: Azadiya jinê azadiya civakê ye, û azadiya jinê hemû azadiyan misoger dike. Avakirina Sûriyeke demokratîk girêdayî bi avakirina civakeke demokratîk ve di despêkê de. Di riya demokratîkbûna binyada civakbûyînê de, piştî paqijkirina wê ji têgehên desthilatdariya dewleta navendî (desthilatdarî-dewlet) a ku ew hişt bigihêje asta wêrankirinê. Li vir pêwîst e em guh bidin têkiliyên civakbûyînê li ser bingeha ku ew kok û despêkê di têkiliyên rast de ye û divê bayexa jinê lê vegere û sererastkirina rewşa wê û cih û rola wê di civakê de, di riya pêşxistina dezgehên beşdariya wê aktîviya wê di hemû qadên jiyanê de, ku bikare ji hemû aliyan ve xwe bigihêjîne asteke şayanê wê be, û çanda jiyana wekhevî bi hevbeşê din re di civakê de pêk bîne.
Taybetiya civaka Sûrî ku xerakirina berfereh gihaştiye hemû aliyên civakbûyînê, ji yekîneya civakbûyînê ya herî biçûk(malbat) dest pê dike ta civakê bi dawî dibe. Li vê derê divê em rêzdariyê ji rewşa civakî ya giştî her wiha ji rewşa civakî ya taybet re bigirin, ji hemû pêkhateyên Sûrî re bi hemû taybetiyên wan ên çandî û nasnameyî, ku bi rastî bikare berdewamkirina civakên xwe yên azadî serbixwe ta astekê misoger bike. Piştî ku di bin bandora hêz û pestên pir ji desthilatdarên ferwer, bê ku careke din em bikevin wê şaştiya piştgiriya nasnameyekê û wê bikin dezgeheke ji bo ciyawazî û cudaya di nav pêkhateyan de. Lê belê rêzdarî ji cudaya nasname û hatinpêyên civakbûyînê yên hemû pêkhateyên bi kevnbûna xwe di dîrokê de re bê girtin. Dûvre rêzdarî ji nasnameya civakî ji hemû pêkhateyên Sûrî re bê girtin û alîkariya wan ji bo pêkanîna pêşxistinên demokratîk yên ku ew bingeh û armancên bên tekezkirin di avakirina Sûriya pêşerojê de. Li vir rola kesê ku guh lê nebûye di demin dirêj de diyar dibe û pêdivî bi afirandina mirovê rizgarkirî û welatiyê rizgarkirî jî diyar dibe. Ev gotin û guhdan divê li ser zarok, kal û pîr û mirovên astengdar pêk bê ku di welatê nû de bibin welatiyên serbest bikarin bixebitin û afrandinê di hemû derfetan de pêk bînin. Eger em bixwazin vê rewşê bînin ser cîwarê Sûrî ji wilo zêdetir, divê em bizanibin ku pêkhateyên civakbûyîna Sûrî ew e stûna civaka Sûrî ye bi giştî. Ji bo vê yekê lêmiqatebûna civakbûyîna van pêkhateyan û parastina wan ên ku bi salan zor, zext, komkujî, çewisandin û desthilatariya têgehin bênirx, tevî ramyar û têgehên neteweyî biçûk û pişaftin ji aliyekî û lihevgirtina wan ji aliyekî din ve jî, her wiha parastina binyada civakbûyînê ji pêkhateyên Sûrî ji Kurd, Ereb, Siryan, Aşûrî,Turkuman û Çîçan ji misilman, xirstiyan, êzîdî, dirûz û elewiyan ew weke erkê girîngtirîn e ku di riya kesayeta wê re guhertina demokratîk pêk tê, û divê her pêkhateyek ji van bibe mîna malbateke demokratîk di civakeke demokratîk de, ji ber ku civaka demokratîk tenê dikare heyîn û rastiya van civakan ji wan re vegerîne. Ev tişt tekez pêwîstiya avakirina kesê welatî yê azad di despêkê de diyar dike, ji bo tekûzkirina hişmendiya sazî ya her dem di civakê de wê pêk bîne. Lê divê ji bîra me neçe tu carî ku avakirina civaka demokratîk pêwîstiya wê bi ew kesê azad ê ku dikare azadiya xwe li ser zemîneke ramyarî demokratî li jîngehek civakbûyîn a taybet an li jîngeha çi koma ku hatinpêya wî ji wan re ye; pêk bîne. Ne wilo tenê dema ku dewlet hebe wek rewşa Sûrî û mana di bin siya wê de, di vê rewşê de ew kesê welatî ye li gorî destûrê di dewletê de, kesekî azad e di civaka xwe ya demokratîk de. Divê ev rewş li ser hemû pêkhateyên ku nasnameya wan a civakbûyîna demokratîk û nasnameya dewletê ya li gorî welatîbûna destûrê pêk bê. Tê wata ku ev dewlet li gorî destûrê bê avakirin û ew maf di destûrê de misoger bin. Rewşa welatî ya demokratîk dê pêşkeve. Ev daxwaz di deqên destûrê de bi vî rengî yan rengekî din bên misogerkirin an misogerkirina wekserxwebûneke demokratîk di destûra niştimanî û mafê wekserxwebûnê di riya pêvekekê di destûra niştimanî de be, wisa hemû pêkhateyên civakbûyînê yên resen li Sûrî dê bikarin weke mirovekî serbest li civaka demokratîk di heman demê de bi niştimaniya destûrî ji dewletê ya dayik re bijî. Ev tê wata ku wê welatîbûna cotî hebe.
Rêgezên ramyarî (siyasî):
Pir zehmet e ku heyîna civakbûyînekê bê rêveberiyeke taybet jê re hebe pêk bê. Di rewşa Sûrî de divê danîna çareseriyan ji pirbûna çandî û ji hemû aliyan de, ji pêkhateyên civakbûyînê re li ber çavan be. Her wiha divê rastiya heyîna Sûrî û dewleta Sûrî weke cîwarekê li ber çavan be, û divê em wekserxwebûn û azadiyê ji hemû pêkhate, nasname û hatinpêyan re bi mercê mana wê heyîna navendî ya demokratîk tekez bikin. Ev tişt di rewşekê tenê dema navendî û nenavendî bi hev re bin de, pêk tê. Li ser bingeha ku Sûrî welatê hemû pêkhateyan e û pêwîst e ku hemû pêkhate hemû mafên xwe bistênin. Erger hin rêgezên rewşa ramyarî (siyasî) me berî aniha gotin, ji ber em nikarin cudayê bixin nava civak û ramyariyê, li vir em careke din vê rastiyê tekez dikin lê pêwîst e em rewayeke ahengî di navbera Parçe û Giştî de pêk bîne, û mafên parçeyan ên ku ew pêkhateyên bingehînin ji civakê re misoger bike, û yekîtiya civaka Sûrî bi giştî biparêzin. Divê rola navendê ji bo parçeyan pêk bê, û kêmkirina desthilatdariya navendê ji bo rêveberiyên xweser rola pêk bînin.
Ji bo rewşa ramyarî li Sûrî, divê guhartin di hebûna dewletê de, di riya sererastkirinê re yan şoreşê pêk bên. Di her du rewşan de em ê li hember hebûnekê ku binyadeke bigehîn e hemû pêkhateyan dicivîne. Bi civîna xwe Sûriya giştî saz dike, dê navendî û nenavendî têkeve nav hev de, û nenavendî bi rengekî ku derfetê bide endam û nasnameyên pêkhateyan ku xwe vediyar, pêşxistin û derbirîn bikin. Li vir pirsgirêka beşkirina rêveberî ya ku wê demê pêk bê, ku her parçeyek bi pêkhateya xwe ya ramyarî ango rêveberiya wê ya xweser a vî parçeyî hevdîtinekê pêk bîne. Ev beşkirinên suriştî dê guncav bin bi belavbûna pêkhateyan û nasnameyên wan re, û bi vî rengî dê nenavendî bibe misogeriya rast ji navendiyê û jiyana hevbeş re. Ji ber ku niştimaniya hevbeş dê bibe daberîna hişmendî û praktîkî ji rêveberiya azad re ji komên kesên çi pêkhateyan û hemû pêkhateyan re. Li ser vê bingehê wê Sûrî bibe welatê hemû pêkhateyan tevî cudabûn û ciyawaziyên wan. Welatekî milet gişî hembêz dike û ji gişan re ye. Navê wê rastirîn ku em bineqînin ew pergala komarî ya nêzîktirîn ji demokratiye re wê bibe Komara Sûrî (El-Cumhûriye El-Sûriye) yan Komara Sûrî ya Demokratîk (El-Cumhûriye El-Sûriye El-Dîmuqratiye) ya hemû pêkhateyên xwe ye û ji her yekî re maf û erk hene, û li gorî destûrê tên diyarkirin.
Rêgezên aborî
Li ser kesî nemaye veşartî ku rewşa aborî li Sûrî gihaştiyê çi astê di dema ku dewletê talan, berû û çewisandin rewa kir, bi navê amblema neteweyî di çarçoveya saziyên mafnasî, aborî, ramyarî û civakî de yên ku hatin nûkirin ji bo van karên wan ji talan û berû; pak bikin û rewayekê bidênê ku bikarin parastina berjewendiyên xwe berdewam bikin.
Ji ber ku dagirkeriya aborî cureya herî xeterî ye ji nav cureyên dagirkiriyê û şêwaza berberî ye ku civakekê pê bişikîne û ji hev bela bike. Ji bo wilo dîlbûna aborî bû dezgeha herî dijwar ji mandeleya nasnameyê û tunebûna azadiyê re.
Sîstema aborî di rêveberiyên xweseriya demokratîk de ne tenê li ser van kiryarên hovane disekine, lê belê li ser bingeha vegerandina desthilatdariya civakê li ser aborî ji nû ve, dixebite. Wekserxwebûna aborî ew e lihevanîna herî biçûk di navbera dewlet û rêveberiyên xweser de. Ji ber ku wekserxwebûna aborî li ser bingeha çêkirina ekolojî û aboriya komînalî dixebite, ew vedanek demokratîk li ser zevînek aborî ye. Di wekserxwebûna aborî de cih ji çêkirin, teknolojiya, geşpêdan, arzî û bicîbûna gundû bajaran re tune ye, ya ku ekolojiya û civaka demokratîk neyînî dike. Her wiha qet nabe ku derfet bê vekirin li pêşiya aboriyê dê bibe qada qezenckirinê û pirkirina peran, lê sûk, bazirganî, cureya hilbirînan, çavdêrî û danê van neyînî nake, lê tu carî desthilatdariya qezenckirin û butçeyê napejirîne, lewma divê zemîneke zagonî ji wekserxwebûna aborî re hebe ji ber rotîn û arezûya navendî yên ku her du di zagonên dewleta ferwer bin navê yekîneya zagonê de heye. Ew tev afirandina aborî û ekolojiya girêdidin, lewre pêdiviyek pêwîst ji aboriya cîgayî û dezgehên wê yên wekserxwebûyî re hene yên têkevin şûna têgeha zagonê ya ku di hundirê xwe de, xwe dispêre emperyalizima aborî, em dikarin bibêjin giringî bi zagoneke aborî ku wê sûka niştimanî nede mandeleyê, lê belê dînamîkiyên sûka cîgayî deyne li ber çavan. Lê sîstema zagona yeknavend ew ya dihêle damara aborî pêk pê û rikandina wî li ser mehneyên ramyarî û tu zanebûna (vêc) aborî tê de tune.
Rêgezên zagonî
Zagona demokratîk curebûnê ji xwe re bingeh digire. Ya ji wilo girintir ku kêm caran berê xwe dide rêzkirina zagonî, ciyawaziya wê bi binyadeke sade ne zehmet. Di heman demê de netewe- dewleta ferwer ew rengê dewleta pirtirîn kiryarên zagonî ku pêk tîne. Sedema wê vedigere ku destê xwe dixe hemû tiştî biçûk an mezin be. Binpêkirina civaka hoyî û ramyarî bi taybet ji xwe re dike armanc. Lê belê civakên kevn pirê caran dixwestin ku pirsgirêkên xwe bi kiryarên ramyarî û hoyî çareser bikin.
Ji bo vê yekê eger pirsgirêka mafan bi civakbûnê di riya nirx û hoyên civakî re dest pê kir, lê bi domana demê re rê şaş kir û bi pêşketina dewletê û zêdebûna bandora wê gihaşt nirxên ku civak birêkûpêk dikir. Dema rewayên guncav ji berjewendiyên wê re di her qonaxekê de (di riya yasa û destûrinan re) saz kirin. Ku saziya mafî bi giştî bi domana demê re dageriya rêveberiyekê ji bo parastina kesayetin dewletê û saziyên wê, û parastina hêzên talan û berûyê, û parastina ewlekariya xwe û rewaya kiryarên xwe, û ev dadwerî, yasa, ferman, zagonsaziyên hilawartinî yên ku gihaştî hemû aliyên jiyanê weke nîşanin vediyar li ser dageriya vê saziyê ku bû dezgeheke kuştin, talan û berûya gelan bi giştî û mandeleya wan kir, û projeyin nijadperstî zagonsaz kirin, ku di riya wan re gelek komkujî di bin navê yasa, destûr û mafan de pêk anî. Lewma em dibînin ku pêwîst e em nerîna demokratîkiyê ji nemanda mafî re di vê qonaxa bê re berçav bixin, û em tekez dikin ku Netewa Demokratîk xwe dispêre hoyên civakbûyînê zêdetir ji mafan û ev tişt pêdiviyê bi pêşxistina saziyên mafî û rêxistina civakê li gorî wê, ji bo pestkirinê li ser tiştên heyî di dewleta niha de ta ku demokratîka erênî di maf û destûrên heyî de li gor guncavbûna wan bi pîvanên hoyî yên wijdanî pêk bîne.
Rêgezên parastin û xweparastinê:
Bêguman her bûneyek û her bûneyeke jiyanî dezgehiyek ji bo xweparastinê li cem heye, û ev xweparastina rewayî hemû nerît, zagonên navnetewî, mafên mirovan û peymanên Neteweyên Yekbûyî.. wê rewa dikin, bi pêşxistina şaristaniyan û sazkirina dewletan û zêdebûna dijminatiyê, pêdivî bi rêxistinin parastinê yên taybet xuya kir. Piştre bûn di rengê hêz û sûpahan de ku bi gelek awayan çêbûn û parastina civakê ji xwe re kirin erk, bi domana demê re ev hêz hatin dagerîn û bûn dezgeheke sernûguniyê di destê desthilatdaran de ji bo piştgiriya ramyar û berjewendiyên jiderve û hudir jî pêk bîne.
Xweparastin parastineke rewayî ye. Xwe dispêre aktîvkirina hêzên civakê yên xweser bi vîneke xweser, û li benda pejirandina dewletê yan piştgiriya wê yan rêdariya wê, namîne. Lewre saziyên parastinê yên cure ta asteke mezin serbixwe ne. Xebata destûra demokratîk li welêt bi rêxistin dike.
Li welêt divê civak saziyên xwe yên civakbûyînê yan weke bi nav bibe Saziyên Civaka Sivîl; ava bike. Yên ku rêxistina civakê li hemû qadan ji xwe re bingeh digire, lê divê li ber çavan be wer êrîşin ji gelek cureyan bi ser de bên, ji ziman ta jiyana civakê, aboriya wê û ewlekariya wê û ji bilî wan wêran bike. Ji bo vê yekê divê avakirineke rêxistinî di hemû astan de, ji bo civak bikare parastina endamên xwe yên bingehîn bike û pêşxistina wan pêk bîne. Li vir gelek alozî di navbera Parçe û Giştî de, ango yekîneyên dê bibin bingeh ji sazkirina Sûrî weke welat re û saziyên navendî yên welat; derdikevin. Her wiha pêwîstiya rikandina du nasnameyan an sê nasnameyan eger pêdivî pê hebe pêk bê. Ji ber ku hemû saziyên di çarçoveya rêxistinên civaka sivîl weke dezgehin parastin û pêşxistin de dixebitin dê heman pêkanîna bimeşînin. Divê saziyên parastinê tevî saziyên wê yên hêzên lêşkerî û ewlekarî li gorî ew sîstema ku hatiye rikandin ji wî welatê demokratîk ku em dixwazin avabikin re; xwe bi rêxistin bike. Dê ji her Parçeyekî saziyên wê yên taybet ên xweser re hebin. Dê ji welat wek Giştî û nûnerên wî ji dewlet û rêjîmê, saziyên giştî yên têkildar hebin. Li vir divê pêwendiyên di navbera saziyên dewletê yên ku li ser asta welat in û saziyên cîgayî ku parçeyek ji Sûriya nenavendî ye, bên rêxistinkirin. Sûriya ku divê bê beşkirin beşkirineke rêveberî, lê ev beşkirin ziyanê negihêjîne yekîtiya welat û navendiya wî, li vir di navbera navendî û nenaveniyê de bi awayekî ahengîsaz pêk bê. Çi li ser saziyên din pêk bên ; li ser saziyên leşkerî û ewlekarî jî pêk tên, ji ber divê her parçeyek an kantonek an herêmek rêveberî hêzên xwe yên taybet saz bike, û bi zagonekê pêwendiya di navbera wê û navendê de tê rêxistin bike. Weke wê weke van dîmenên ku pêdivî bi rêxistina wan heye.
Rêgezên çandî
Çand bingeh û sedema giringtirîn e di avakirina demokratîkê de ye. Ew gotina dibêje demokratîk bi xwe pirsgirêkeke çandî ye û reftar e, qet ne şaş e. Ji ber ku digihêje hemû derên jiyana civakbûyînê û rewşa wê ya giştî diyar dike. Çand ew rewşa heyberî û rewanî ye ji civakê re. Ne veşartî ye li ser tu kesî ku çand jî bandor li cîwarê jiyanî kir, hem wê jî bandor li çandê kir. Lê her dem rola çandê ya aktîv diyarkirina riyên giştî ji civakê re ye. Lewma rêxistinên ramyarî her dem dixebitîn ku çandê tewş bike, û veguhere li gorî guncavbûna çandê ji berjewendiyên wê re pêk anî. Em dikarin Sûrî bi nav bikin dergûşa çandan yan xaka çandên cuda yên avabûnê. Lewma çand û ziman pir bûn bi pirbûna şaristaniya bi awayekî gelekî xweşik ku bû çandek di nav hev de ji gelek ziman û çandan di kûrbûna dîrok, erdnîgarî û şaristaniyên resen de. Divê Sûrî careke din vegere çandên xwe yên resen.
Sûriya nû divê vê rastiyê bizane û bikare vê cudabûnê himbêz bike. Ev tişt dema derfet li pêşiya azadiya çandî vekirîbe; pêk tê ku bikare parastina paşmakên heyî bike, û wan pêşxîne, ji bo ahengîyekê bi rewşa demokratîk re pêk bîne. Ji aliyekî din ve jî divê hemû cureyên çandên şofînî, şofîniya çandî, zimanî, olî û etnîkî û veguhertina wan bi çanda jiyana hevbeş bike.
Em tev dizanin ku çanda Sûrî hat xerakirin, mandele û dûrxistina bi salên dirêj, di bin amblemên neteweyî û şofînî. Lê divê ji bîra me neçe ku endamên çanda Sûrî bi piraniya xwe endamin resen in. Li ser vê xakê saz bûne û li ser çandek, kevneşopî û zimanên pêkhateyên Sûrî çêbûne. Divê ev endam bi awayekî azad di riya saziyên civaka sivîl ên cur bi cur û di hemû astan de re bên rêxistin. Her wiha peydekirina pidiviyên heyî di astên navendî û nenavendî de. Sûrî welatê hevbeş dê bibe welat ji hemû ol, mezheb, ziman, bawerî û şaristaniyên ku bi hev re jiyan dikin weke pêkhateyên resen, lê bi misogeriyên destûrî.
Bi kurtasî ew şoreşeke çandî û demokratîkî ji piraniyê re, li dijî tekane û mandeleyê ye. ev şoreş dê pirsgirêka rikandina zimanên resen weke zimanên fermî çareser bike û gel fêrî ziman bibe, her wiha ziman fêr bike pêk bîne. Pêwîstiya vekirina akademiyên ziman û çandê û navendên çandê pêş kevin.
Rêgezên dîplomasî:
Dîplomasî di dewletên neteweyî bûye dezgehek ji dezgehên şer, an em bibêjin dezgehek ji bo amadekirina şer ne ji bo aştiyê. Lê di zanista Netwa Demokratîk de dîplomasî dezgeha pêkanîna aştî, piştgirî, danûstandina afirînker û çareserkirina pirsgirêkên zehmet di navbera civakan de ye. Dîplomasiya Netewa Demokratîk dezgeha pêkanîna aştiyê û têkiliyên bi sûd in, ne ji bo şerekî li dar bixe. Ew peywireke hoyî (exlaqî) tîne ziman û ramyariyeke (siyaseteke) bi nirx û pir hêja ye, mirovên jîr û zana pêk tînin. Her wiha roleke pir mezin di peydekirina berdewamkirina qonaxên ku wê sûd jê bê girtin û xurtkirina têkiliyên hevaltiyê di navbera gelên hemxak û bi taybet ên xizmên hev de pêk bînin. Her wiha weke hêzek ku civakên hevbeş û hevgirtineke nû ji civakin bi nirxên bilind saz dike.
Yekîneyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikare pêwendiyên dîplomasî bi yekîneyin din re bi merca ku rêzdariyê ji yasa û destûra navendî re bigire; pêk bîne.
Rûdêmên Sûrî ya pêşeroj:
Dema em li wêneya Sûrî ya alozbûyî û wêranbûyî temaşe bikin, divê em bi awayekî xurt û bi bîr û bawerî li ber vê kirîza ku zûbizû bi alî xerakirinê ve diçe; bisekinin. Modêla netewe-dewlet ya ku ev qas êş û jan û alozî yên ku binyada Sûrî ji hev xistin sedema wê bû. Em nikarin vê malxerabûnê rast bikin bê ku dagerîneke demokratîk û radîkalî rast hebe û venerînek ji Sûriya aniha re pêk bê, û xebat ji bo dagerîna Sûrî ku bibe welatê bi nirx û rêgezên vê serdemê re hevseng be, bê ku em reseniya vî welatî ya dîrokî, pêkhateyên wî, paşmak, çand, şaristanî û piraniya wî jê dûr bixin.
Em li pêşiya erkeke nû ne, û rûbirûyin mezin ku li ser her kesî yek ji duyan ku ya sisiyan tune disepîne: yan beşdariya aktîv di sazkariya dagerîna demokratîk de ji Sûrî re, her wiha paşmayên rêjîmê, desthilatdariya neteweyî tekane û şofînî derbas bikin, bi awayekî beşdariya demokratîk a azad û şêwazên pêşketinê ji pêkhateyan re wek hev; peyda bikin. Yan Sûrî ji paşverûya genî mîna van komên cîhadî û selefî bihêlin, ku Sûrî bibe çoleke şaristanî, çandî û civakbûyînî.
Dagerîna demokratîk dê welatekî demokratîk ê hevbeş ji hemû pêkhateyan re, biafirîne. Em dikarin rûdêmên wî yên bingehîn diyar bikin bi pêngavên sereke jê re. Rûdêmên Sûriya nû ku wê ji hemû Sûriyan re be. Sûriya demokratîk a ku hemwelatiyê azad lê jiyan bike. Sûriya hevbeşî ya ku hemû pêkhateyên wê bi dilgermî wê ava dikin, wê diparêzin.
Divê Sûrî ji dewleta navendî ya ku bi aliyê desthilatdariyê, dîktatoriyê û olîgarîşiyê ve meşiya, her wiha rêjîmeke ewlekarî, zorbaz û şofînî ku dide mandelê ta ji heyîna mirov re yê bi rûmet û nirx; ji xwe re afirand û Sûrî bi giştî bû zindanek û zindanvanên wê bi awayekî rêxistinkirî xebitîn ji bo alfabêya azadî û jiyana birûmet bimrînin; ku dagere demokratîkê.
Ev dagerîna demokratîkê divê li gorî rêgezin rast ku rêzdariyê ji piraniyê re digire û hevbeşiya tevan (kom û kes) di sazkariya civakbûyînî de, di riya peydekirina azadiyan û derfetan ji tevan re pêk bîne. Ev tişt li Sûrî weke dewleteke neteweyî, yekane û navendî pêk nayê. Lewma divê Sûrî bi aliyê nenavendiyê ve dagere, ji bo hemû pêkhate tevî cudaya dûrbûna wan, akara wan û taybetmendiyên wan bikarin beşdariya maf û erkên xwe li vî welatê hevbeş pêk bînin, ê ku divê amblema tevan ev be: bê dûrxistin an dûrkirin an kontrolkirin an yekdestî an desthilatdarî be. Welatekî divê zagonên dadmendiyê û çarçoveyên demokratîkê yên ku wê bibin misogeriya destûrî û mafnasî ji Sûriya hevseng bi vê serdemê re, lê pêk bên.
Diberdan li ser çarçoveya nenavendiya Sûrî nayê wata em radihêjin navendiyê, lê belê ew navend dê ji dezgehek kontrolkirinê dagere û bibe dezgeha kordînasyonê û yekîtiyê di navbera hemû parçeyên ku giştî pêk tînin de. Her wiha erkên wê yên bingehîn ên îstîratîjiya giştî ew pêk tîne.
Divê dewlet di Komara Sûrî de, li heman dûrbûnê be ji hemû çand, ol, ziman û ji bilî wan ji endamên cuda ji gelên xwe re, û beşdarî di avakirina Sûriyeke demokratîk de ku cudayê bixe nav ol û dewletê de. Wê ji erkên dewletê peydekirina demokratîkê ji bo pêşxistina endamên çandî yên civakê tevî yên ol, mezheb û tîreyan bi rengekî azad bin, bi merca nehêle yek ji wan desthilatdariya yê din bike, yan yek ji wan guh nede yê din.
Divê em berê xwe bidin bi aliyê beşkirineke rêveberî nû li gorî bingehin zanistî ku rastiya cudabûna çandî li Sûrî bi hemû pêkhateyên wê li ber çavan be. Piştî em ji hişmendî û arzûya ku bi dehên salan ên çûn e desthilatdariya dewletê kir.
Li vir divê diyar be ku berî em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk bînin, rêjîmeke demokratîk dê li Sûrî di despêkê de hebe. Ji ber ku demokratîk li Sûrî tune bê ku rêveberiyên xweser neyên avakirin û pirsgirêkên demokratîkê yên demokratîkbûna civak û dewlet û pirsgirêkên pêkhateyan û di serî de pirsgirêka Kurdî tev bên çareserkirin.
Ev welat dikare bi aştî û sazanî bi hawîrdoreke demokratîk re bijî. Ne wilo tenê dê Sûrî bibe nimûneyek li vê Rojhilatê ji bo dagerbûna demokratîka rast û resen, û hemû gel û civakên derdorê dê rêzdariyê jê re bigirin. Sûriya demokrarîk dê ji avakirina mirov û civak bi awayekî saxlim bibe zemîneke nû, her wiha hemwelatiyê azad biafirîne.
Divê em bawer bin ku hemû pêkhateyên Sûriya civakbûyînê sînoran derbas dikin, li cem sînorên dewletê yên ramyarî ji Ereb, Kurd, Siryan, Ermen û Turkman, her wiha Musilman, Xiristyan û Êzîdî ; nasekinin. Ev curebûn dê bingehek ji pêwendiyên rast û saxlim bi dewletên derdorê re; saz bike, û zemîneke nêdar ji avakirina pêwendiyên konfêdêralî yên demokratîk ji hemû Rojhilat ku bi xwezaya xwe ev nerînên neteweyî û olî tevî netewe-dewlet re neyînî dikin.
Pêkanîna wan tê xwestin ku zanebûn, bawerî û lixwegirtinek bi nirxên mirovatiyê yên bilind, her wiha diberdanek ser kar û xebata lixwegirtî, birêxistin û pîlankirî ji pêşengiyek zana re hebe û avakirina civakeke demokratîk a azad ji xwe re, di riya afirandina hemwelatiyekî serbest li welatekî demokratîk ê hevbeş ku ji hemû zarokên xwe re ye, dike armanc.
Plana praktîk ji pêkanîna projeyê re
Dema em li cîwarê Sûrî temaşe bikin, em bi hêsanî dikarin van bûyerên ku pêk hatin ta roja îro, dest pê kirine wê tevna civakbûyîna Sûrî parçe bikin, û yekîtiya netewî ji dû diberdana aliyên nakokiyê li ser bikaranîna tundiyê hate derizandin. Berdewamkirina vî cîwarî dê ber bide beşkirinê û belavbûnê ku teqandinekê pêk bîne û herêm bi giştî di bin metirsiya wê de be, ji ber ku rewşên herêmê ne dûrî rewşa Sûrî ye, lewre divê çareseriyek ji vî cîwariyê pîs ku gihaştiye asteke pir xerab re , bê dîtin. Ev çareserî dê bi rengekî praktîk be, ku em bikarin alîkariya Sûrî bikin û vê teqîna ku metirsiya wê ne li ser dewleta Sûrî tenê ye, wê bigihêje hemû pêkhateyên civakbûyînê li hermê; bê sekinandin.
Çareseriya ramyarî (siyasî) tê diyarkirin ku ew tenê dikare vê aloziyê çareser bike weke veguhêr ji çareseriya leşkerî re ( ya ku hemû aliyên nakokiyê diberdana wê dikin) di çarçoveya yekîneya Sûrî de ya ku li ser bingeha rêzdariya piraniyê di hemû astan û ji hemû pêkhateyan re de bigire , heye. Di riya dûrxistina rêdar û ramanên neteweyî yên tekane yên mandelebûnê û kiryar û saziyên wê, û bi aliyê civakeke demokratîk a piranî li dewleteke nenavendî ku bikare li pêşiya hemû endamên civakê derfetê veke ta rola xwe ya rast di Sûriya pêşerojê de bilîze, lê divê ji bala me neçe ku kirîza Sûrî bûye kirîzake herêmî û navnetewî bi sedema destêwerdana jiderve di cîwariya wê de.
Ji bo em vê xwîna Sûrî ku hero dirije bisekinînin û ev rewşa belavbûnê ya ku Sûrî û hêzên wê yên ramyarî bi dawî bikin yên ku bûn sedema hezên civaka Sûrî û dînamîkiya wê ya hundirîn bê sûd biçe, û şoreşa Sûrî serkeftî bibe, û ji bo avakirina Sûriya demokratîk a azad jinûve. Li ser bingeha yekîtiya cudabûnê û rêzdariya di navbera Sûriya Giştî û Parçeyên ku wê pêk tînin hebe. Divê em nexşeke rê ji çareseriya krîza Sûrî li ser bingehin demokratîka sazanî, dadmendî, wekhevî û ciyawaziya erênî di navbera her du zayendan de, û azadiya jinê misogeriya hemû azadiyan e; deynin.
Divê em lixwegirtina hin rêgezên ku hemû hêzên Sûrî erê bikin, ji bo pêkanîna çareseriyeke cîwarî neçar be di van rewşan de.
Rêgezên bigehîn:
1- Guhezîn ji rewşa zordariyê û ji binyada neteweyî ya şofînî û guhêzî bi aliyê sîstemeke demokratîk a nenavendî de, ku giş di rêveberiya wê û avakirina wê de beşdar bin.
2- Şerê komên selefî yên cîhadî yên tekfîrî di bin çi navî de bin.
3- Parastina yekîtiya Welatê Sûrî.
4- Rêzdariya cudabûna civakbûyîna Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe.
Bi rikandina van rêgezên bingehîn em dibînin ku hêzên Sûrî yên çalak li ser erdê, divê bi hêz tevgerê bikin ku modêla xwe di riya gihaştina rewayek hevbeş ji çareserkirinê re berçav bixin, û ev tişt pêk tê di riya modêla ku me diyar kir berî niha. Ji bo vê yekê divê:
Yekemîn: berçavxistina projeya çareserkirina rikandî û guftûgoya wê bi hemû hêzên ramyarî yên bawerin bi çareserkirina aştî ya demokratîk bê hilawartin û guftûgo pê re ta proje bigihêje rewa xwe ya dawî.
Duyemîn: sazkirina kombûna mezintirîn ji hêzên ramyarî re û civîneke berfireh ji nûnerên wê re, ji bo pêkanîna proje bi rengekî praktîk; bê lidarxistin.
Sêyemîn: konferanseke netewî ya Sûrî ( konferansa aştî û çareserkirna demokratîkî ya Sûrî) bê lidarxistin. Hemû hêzên ramyariyên bawermend bi çareseriya aştî, saziyên civaka sivîl û çalakiyên civakbûyînê bên vexwendin û bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî be.
Çaremîn: hilbijartina encumenekê ji konferansê bi desthilatdarin diyarkirî û ji hemû pêkhateyan û divê kotaya nûnertiya jinê û ciwanan li ber çavan be, û ev encumen ji konferans berpirsyar e.
Erkên encumenê:
1- Ji bo agirbestiyê kar û xebatê dike.
2- Derxistina girtiyên ramyarî yên ji dû bûyerên Sûrî.
3- Ragihîştin bi dewletên guhdar bi aloziya Sûrî û bi Neteweyên Yekbûyî re.
4- Rêveberiya vê qonaxê ta em bigihêjin hilbijartinên giştî.
5- Encumen du komîtan saz dike, ya yekemîn erkê wê nivîsîna reşpelekê ji destûreke demokratîk re, ji dewleta Sûriya Demokratîk re. Komîta duyemîn dezgeh û awayên hilbijartinên giştî li Sûrî diyar dike.
Pêncemîn: desthilatdarî û erkên Encumena demokratîk a Sûrî bi dawiya qonaxa guhêzî li Sûrî; bi dawî dibe.
Teqez em dizanin ku tu nivîsên amade û tekûz ji vê rewşa Sûrî ya ku berdewam bike, dê metirsî li ser herêm û gerdûnê tevî re heye. Lê em dizanin û bawer in ku ev xebatên vê dawiyê ji keç û lawên vî welatî û hevalên wî re dê bigihêjin projeyin ku bikarin tiştê mayî ji Sûrî sax bihêlin û yên din ji pirîstên wê eger biteqe; biparêzin. Lê pêdivî bi nerînin ku me berçavkirin di riya projeya xwe re ya ku pêşxistin û nûkirina wê di riya guftûgoyê re dibe ku pêk bê, li hemû deste û cihên ku xwe dibînin ji hoy an wijdanê xwe berpirsyar ji bo çareseriyekê ji vê aloziyê re bibînin. Ev tişt pêwîstî bi diberdan û lixwegirtina bi zanebûn ji pirsgirêkên gel re, bi nerînin demokratîkî yên rast ku derfetê ji gişan re bi beşdariya çareserkirin û avakirina Sûrî vekin. Ji bo ku Sûrî niştimaneke demokratîk ê piranî yê nenavendî û zanistdar ji hemû Sûriyan re be, li ser bingeha rêzdariya mafên demokratîk ji hemû pêkhateyan re. Li gorî yasa û nerîtên navnetewî bi misogerkirinin destûrî yên ku hemû hêzên beşdar tekez dikin.