Çalakvanên meşa 'Ji Ocalan re Azadî' li Nisêbînê bi coş hatin pêşwazîkirin
Çalakvanên meşa “Ji Ocalan re azadî” yên ji Cizîrê ber bi Amedê ve dimeşin, li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin
Çalakvanên meşa “Ji Ocalan re azadî” yên ji Cizîrê ber bi Amedê ve dimeşin, li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin
Çalakvanên meşa “Ji Ocalan re azadî” yên ji Cizîrê ketin rê û ber bi Amedê ve dimeşin, li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin. Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz ê di şahiya ji bo meşvanan hatibû amadekirin de axivî got, "Ev meş çalakiyeke ku nîşan dide sebra me ji şert û mercên esaretê yên li hember Rêberê Gelê Kurd tên meşandin re nema ye.”
Çalakvanên meşa “Ji Ocalan re Azadî” a yên ji Cizîrê ber bi Amedê ve dimeşin, piştî 40 kîlometre meşiyan gihiştin Nisêbînê. Çalakvanên bi berbangê re di bin baranê de dest bi meşê kir, tempoya xwe kêm nekirin. Çalakvanên ji gundê Yazyurdu derketin rê, her ku nêzî Nisêbînê bûn, ji aliyê komên qerebalix ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Di ketina navenda Nisêbînê de jî bi hezaran kesên di destê wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê meşvan pêşwazî kirin. Di demeke kurt hejmara welatiyan gihişt deh hezarî.
Piştî pêşwazîkirina bi heybet, korteja meşe bi girseyî re derbasî Qada Newrozê bû. Çalakvan bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û fîşekên hewayî derbasî qadê bûn. Çalakvanan li ser dika hatibû amadekirin gelê Nisêbînê silav kirin. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê Salih Gulenç ê ji roja destpêkê de dimeşe ji bo kesên di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane gel dawetî deqeyek rêzgirtinê kir. Girseyê bi rêzgirtinê re dirûşma, “Şehîd Namirin” gotin. Piştî Gulenç, Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz xîtabî girseyê kir.
Sariyildiz ji bo eleqe û coşa mezin a ji meşvanan re gelê Nisêbînê spas kir û got ku divê armanca vê meşê ji aliyê her kesî ve baş bê zanîn. Sariyildiz wiha dewam kir: “Ev meş çalakiyeke ku nîşan dide sebra me ji şert û mercên esaretê yên li hember Rêberê Gelê Kurd tên meşandin re nema ye. Gel dibêjê teqez Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê azad bibe. Gelê Botanê di dîrokê de berdêl dan û ji niha û şûn ve jî amade ye ku ji bo rêberê xwe û nirxên xwe yên azadiyê berdêlan bide. Em dimejin ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû gelê Rojhilata navîn şansê herî mezin e." ”
Paşê çalakvan derbasî mala taziyeyê ya Şaredariya Nisêbînê bûn. Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî û koma Şano ya Navenda Çandê ya Cûdî Silopî girseya li qadê coşand.
Li Nisêbînê ku meşvan rastî eleqeyeke zêde tên, ji bo meşvanan tevî ku li qada Newrozê kon hatin vedan jî, gel destûr neda meşvan di konan de bimînin û ew dawetî malên xwe kirin.