Komeleya Hiqûqnasên Navneteweyî li Pirsûsê ne

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî (International Association of Democratic Lawyers) wê li Pirsûs û Kobanê lêkolînan bike û encam û çavdêriyên xwe pêşkêşî NY’yê bikin.

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî (International Association of Democratic Lawyers) wê li Pirsûs û Kobanê lêkolînan bike û encam û çavdêriyên xwe pêşkêşî NY’yê bikin.

Heyeta ji 13 Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî (International Association of Democratic Lawyers) pêk tê, wê li Kobanê û Pirsûsê ji bo jinan xebatan bimeşîne. Prz. Barbara Spinelli ya Îtalî, li ser navê heyeta ku îro hate Pirsûsê daxuyanî da û diyar kir ku ew têkildarî binpêkirinên mafê mirovan û mafên jinan ên li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê lêkolîn dikin.  Spinelli got: “Bi taybet em ji bo têkilarê jinên Kobanî yên ku bi tundiyê re rû bi rû dimînin û mexdûrên şer in, xebatan bikin. Li vê derê em ê xebatên têkildarê jinên li konbajaran bimeşînin. Em dixwazin vê yekê li Kobanê jî bikin” û diyar kir ku ew ê di encama xebatên xwe de raporek amade bikin, raporê pêşkêşê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyi ya ji bo Penaberan (UNHCR) bikin."

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî (International Association of Democratic Lawyers)  piştî xebat û lêkolînên li kampnên AFAD û şaredariya Pirsûsê, wê ji bo derbasî Kobanê bibin serî li Qeymeqamtiya Pirsûsê bidin.

Her wiha hate zanîn ku rayedarên Tirk destûr nadin ti heyetên ji derve tên û dixwazin ji bo ji nû ve avakirina Kobanê xebatan pêk bînin, derbasî Kobanê bibin.