Heyet wê beriya Newrozê biçe Îmraliyê

Heyeta HDP'ê wê beriya Newrozê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Heyeta HDP'ê wê beriya Newrozê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Tê payîn ku Ocalan peyameke 'ji aliyê naverokê ve peyama sala 2013'an derbs bike, lê bangeke şênber li PKK'ê neyê kirin' bide. Serdana Desteya Şopandinê jî ji dema piştî Newrozê re ma.

Beriya Newrozê, heyeta Îmraliyê wê biçe Giravê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Heyeta ji Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û aktîvîsta KJA Ceylan Bagriyanik, di 13'ê Adarê de bi Ocalan re hevdîtin kiribû.

OCALAN WÊ PEYAMEKE ÇAWA BIDE?

Peyama Ocalan a ji bo Newrozê, ku tê zanîn nameyek nivîsandiye, tê meraqkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HDP'ê hatine wergirtin, nayê payîn ku Ocalan di 21'ê Adarê de bangeke şênber li PKK'ê bike. 

Çavkaniyan diyar kirin ku Desteya Şopandinê hînê ji aliyê pratîkî ve neketiye meriyetê û Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetê ya li Meclîsê ava nebûye û gotin, "Ji ber ku ewlehiyên qanûnî bi temamî bicih nehatiye anîn nayê payîn ku Birêz Ocalan bangeke şênber li PKK'ê bike. Lê belê em li bendê ne ku peyama wî ji aliyê naverokê ve peyama sala 2013'an derbas bike."

Ji heyeta Îmraliyê parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder der barê naveroka peyamê de çend roj berê ev daxuyanî dabû: "Ji min re got, 'Yên beriya niha bangek aştiyê bûn, ev name wê ji bo komareke demokratîk û ji bo avakirina vê komarê, perspektîfên gerdûnî û ji bo me hemûyan di asta jiyanî de pêwîst e, bide.' Ocalan anî ziman ku ew ê bi nîqaşan re pêvajoyê di vê astê û kûrahiyê de bimeşînin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş jî dabû xuyakirin ku banga Newrozê, bangeke ji bo komkirina kongreya PKK'ê di meha Nîsanê de nîne û gotibû, "Em li bendê ne ku beyanên niyetê yên heta roja îro kiriye, bi xurtî bên destnîşankirin."

DESTEYA ŞOPANDINÊ WÊ PIŞTÎ NEWROZÊ BIÇE GIRAVÊ

Desteya Şopandinê jî ku hikûmetê bi qanûna derxistiye re soza avabûna wê daye, tê payîn ku piştî Newrozê biçe Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Navên kesên di nava vê desteyê de cih bigirin nehatin aşkerakirin. Lê belê tê payîn ku serokên heyetên mirovên aqilmend ên di sala 2013'an de hatin avakirin û hin endamên van heyetan, di desteyê de cih bigirin.