YPG: Li Kantona Cizîrê herî kêm 15 çete hatin kuştin

Li Kantona Cizîrê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pevçûnên dijwar diqewimin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku li derdora Til Hemîsê 15 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Til Temir, Serêkaniyê û başûrê Til Hemîsê dewam dikin.

Navendê diyar kir, ku di sibeha 15'ê Adarê de çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gundê Xizêla yê 23 km li başûrê Til Hemîsê ye dest bi êrîşeke nû kir û hat gotin, "Hêzên me li hember êrîşên bi tank û çekên giran, di heman astê de bersiv dan. Di encama pevçûnên heta danê nîvro dewam kirin de êrîş hatin şikandin û 15 çete hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şervanekî YPG'ê yê di şikandina êrîşên çeteyan de roleke girîng lîst, jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku li Til Temir û derdora wê jî êrîşên di 23'ê Sibatê de hatin destpêkirin dewam dikin û hat gotin, ku duh bi şev li nêzî gundê Menacirê pevçûnên dijwar qewimîne û êrîşa çeteyan hatiye şikandin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku îro ber destê sibehê, komên çeteyan li başûrê bajarokê Rawiya yê 23 kîlometre li başûrrojavayê Serêkaniyê ye, êrîşeke nû dane destpêkirin û hat gotin, "Piştî êrîşê pevçûnên dijwar rû dan. Di pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin û pevçûn hînê dewam dikin."