KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
TKP/ML: Agirê Newrozê yê Kurdan wê bandorê li tevahiya herêmê bike
TKP/ML destnîşan kir ku Newroz Newroz, agirê azadiyê ye ku di dil û mejiyê gelê Kurd de ti carî venamire. -
MLKP'yî jî tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li çiyê bûn
Ferzad Can ê MLKP'yî got, "Roj ew roj e ku ruhê Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û Berxwedana Şengalê bi ruhê vejîn û berxwedanê yê Newrozê re bikin yek û ber bi serketinê ve bimeşin." -
Li Cizîrê pîrozbahiyên Newrozê yên navendî pêk nayên
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê diyar kirin ku wê li Kantona Cizîrê pîrozbahiya Newrozê ya girseyî pêk neyê. -
Li Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê destpê kir
Li Mêrdîna ku baxçeyê bawerî û gelane ji reng û baweriyan bi hezaran kes ji bo Newrozê pîroz bikin hatin cem hev. -
KONGRA GEL: Newroza 2015'an Newroza azadiya Rêber Apo ye
KONGRA GEL xwest Newroza 2015'an bibe Newroza azadiya Ocalan û bang kir ku ji her demê bêhtir tevlîbûn li pîrozbahiyan were kirin. -
‘Em Newrozê veguherînin qada yekîtî û azadiyê’
Koordînasyona Komalên Ciwan ku Newroz pîroz kir, serketina Kobanê jî silav kir. Koordînasyonê peyama ‘Peywira sereke ya ciwanên Kurdistanê ev e ku em sala 2015’an bikin sala azadiya Rêber Apo û gelê xwe’ da. -
Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Newroz pîroz kirin
Çend saet beriya pîrozbahiyên Cejna Newrozê, li navenda bajêr xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê agirê Newroz dadan. -
PAJK: Em her rojê bikin roja Newrozê
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku ew Newroza 2015’an bi hedefa pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo pêşwazî dikin. -
KNK: Her Newroz gaveke din me nêzî azadiyê dike
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku her Newroz Kurd û Kurdistanê gaveke din nêzî azadiyê dike û tevlîbûneke xurt a li pîrozbahiyan kir. -
Newroz li çiyayên Kurdistanê hat pîrozkirin
Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê bi sedan gerîlayî ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
Ala Kawayê Hesinkar di destê gerîlayên Kurd de li ba ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan di pîrozbahiya Newrozê ya li çiyayên Kurdistanê de destnîşan kir, ku ala berxwedan û azadiyê ya Kawayê Hesinkar îro di destê gerîlayên Kurdistanê de ye û li ba ye. -
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Bi ruhê Newrozê em dakevin qadan!
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê got, "Di vê dema ku hemû çepgir, sosyalîst, şoreşger, kedkar, xwendekar û bindest bibin yek, yek dil û yek deng de, girîng e dakevin qadan û dirûşmên azadiyê biqîrin." -
Rojnamevanê Suryanî Tûro: Kobanê rê nîşanî Suryaniyan dide
Nûnerê Buroya Derve ya Suroyo TV rojnamevan Yawsef Beth Tûro yê salên dirêj e di medya Kurd û Suryanî de dixebite bang li Suryaniyan kir ku ji xwe re Kobanê mînak bigirin û rabin ser piyan. -
Ji bo avakirina Kobanê li Amedê konferans
Heyeta Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê, Şaredarî, rêveberên TEVDEM ya li Kobanê û saziyên civak sivîl piştî Newrozê li Amedê konferansekê pêk tînin. -
MLKP / Kurdistan Newroz pîroz kir
MLKP / Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê li hemû gelên bindest pîroz kir. -
Şahidên komkujiya Nisêbînê: Ji Çemê Çax Çax xwîn diherikî
Di 22'ê Adara 1992'an de, li komkujiyên dewletê di dîroka Kurdistanê de pêk anîn yeka din zêde bû. Ev jî li navçeya Mêrdîn Nisêbînê bû. -
Xwişka Mazlûm Dogan: Komek mirov veguherî mîlyonan
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, ku beriya niha bi 33 salan di 21'ê Adara 1982'an de li Zîndana Amedê li dijî teslîmiyet û îşkenceyê bi çalakiya xwe re peyama berxwedanê da, agirî wî yê raperînê îro veguherî meşa azadiyê ya gelekî. -
Li Sêwasê li dijî xwendekaran êrîşa nijadperest: 1 birîndar,
Di encama êrîşa nîjadperest a li Sûka Sêwasê li dijî xwendekarên Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê Muhterem Durak bi awayekî giran birîndar bû, Hakan Toprak jî bi sivikî birîndar û ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. -
YBŞ hêza parastina cihê pîroz ê Êzidiyan e
YBŞ’ê encamnameya 1’emîn Konferansa xwe ya ku di navbera 16-18’ê Adarê de pêk anî aşkera kir. Di danezanê de biryarên têkildarî sîstem û rêxistinbûna YBŞ’ê hatin girtin û YBŞ weke “Hêza parastina cihê pîroz ê Êzidiyan” hate danasîn. -
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulrezak hate definkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Silêman Abdulrezak (Zîndan) ê ku duh di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê hate definkirin. -
Ayna: Pirsgirêka herî mezin Erdogan e
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna di Newroza Êlihê de got, "Îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bixwe ye." -
Coşa Newrozê berfireh dibe
Li gelek navendan bi hezaran kesên derketin qadan û agirê Newrozê pêxistin û berxwedana Kobanê silav kirin. -
Ata: Provokasyona polîs bi berxwedanê wê vala derkeve
Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li Newroz Êlihê kir. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Ata Akat êrîş weke provokasyon bi nav kir û wiha got:"Wê gelê me neyê vê provokasyonê û ev êrîş bi berxwedanê vala were derxistin." -
Yuksekdag: Qesrên me qad in
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Newroza Îdirê de axivî, diyar kir ku qesrên HDP'ê qad in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Newrozên me li qadan in. Em ev qad bi kedê qezenc kir. Ev qad şerefa me, rûmet û azadiya me ne." -
Demîrtaş: Aştiya ku AKP bide me nîn e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Rihayê di pîrozbahiya Newrozê de got: “Kurd, Tirk em ê li hev bên. Elewî, Sunî, em ê li benda dewletê nemînin beriya wan em ê hevdu hembêz bikin. Aştiya ku AKP bide me nîne."