Ayna: Pirsgirêka herî mezin Erdogan e
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna di Newroza Êlihê de got, "Îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bixwe ye."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna di Newroza Êlihê de got, "Îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bixwe ye."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna di Newroz Êlihê de axivî û berisva pirsa Erdogan a "Çi tiştê Kurdan kêm e?" da û wiha got: "Navê gelê Kurd kêm e, perwerdehiya zimanê zikmakî kêm e û zarokên gelê me kêm in." Piştî axaftinan polîsan bi bombeyên gazê êrîş li girseyê kirin.
Li Êlihê bi tevlîbûna sed hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin û li qadê dirûşmeya "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" berz kriin û ligel êrîşa polîsan coşa Newrozê kêm nebû. Ligel hewayê sar welatiyên Êlihê ber bi qadê ve herikîn û bi staran û muzîkê coşa mezin bû. Piştî rêzgirtinê komîteya amadekar gel silav kir û kewok firandin. Hevserokê HDP'ê yê Êlihê A. Barî Karaagaç gel silav kir û Newroz pîroz kir. Pişt re Koroya Dengê Mezopotamya derketin derketin ser dikê û staran gotin. Pişt re Dayîkên Aştiyê agirê Newrozê hil kirin. Pişt re peyama girtiyên jin hate xwendin. Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr gel silav kir û diyar kir ku agirê Mazlum Dogan hilkirî tu kes nikare vemirîne. Ozdemîr anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike. Piştî axaftina Ozdemîr hunermendên Navenda Çandê ya Mizgîn û hunermend Zînnet û Ahmet derketin ser dikê û girse coşandin.
'DIVÊ GELÊ ME DI AVAKIRINA KOBANÊ DE CIH BIGIRE'
Alîkarê Serokê Kantona Kobanê Xalît Berken jî berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê silav kir û wiha got: "Em bi saya Arîn Mîrkanan niha li Newroz Êlihê ne û bi coş in. Îro agirê Newrozê gihiştiye asîmanan. Tu kes nikara agirê azadiyê vemirîne." Berken anî ziman ku dema Xweseriya Demokratîk înşa kirin êrîşa pêk hatin û wiha bang gel kir: "Berpirsiyariyekî dîrok ya me heye. Divê li çar parçeyên Kurdistanê gelê me di avakirina Kobanê de cih bigirin. Ji bo pergalekî nû û mirovahiyekî nû divê em Kobanê jî nû ve înşa bikin."
Piştî Berken, koma Grava Rojê derket ser dikê û bi stranan gel coşand. Bi hezaran kesan daxwaza azadiya Ocalan kirin. Piştre Parlamenterê HDP’ê Ayla Akat Ata axivî û cejna gelê Kurd pîroz kir û got ku ew di Newroza 2015’an de li benda peyema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û Ocalan lêgerîna çareseriyê û aştiyê didomîne.
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna axivî û wiha got: “Em ê 3 Newrozên girîng pîroz bikin; Ya yekemîn Newroza gelê Kurd a Rojava û Kobanê ya duyemîn bi hezaran hevalêns me yên ku beriya 6 rojan ji cizîrê ji bo azadiya Ocalan dest bi meşê kirin û dê heta Amedê bimeşin û Newroza Serok Apo yê qasîdê aştiyê ye pîroz dikin û silavên xwe dişînin.”
‘DI NAVBERA CHP Û AKP’Ê DE ÇI CUDATÎ HEYE’
Ayna anî ziman ku cejna Newrozê sembola azadiya kesên bindest e û wiha axivî: “Li vir em bi hev re agirê Newrozê pê dixin. Me li dorê govend gerand. Em li vir careke din dibêjin, yên ku dibêjin pirsgirêka Kurd nîne, duh Mesut Yilmaz û Tansu Çîller îro Kemal Kiliçdaroglu hûn pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ne. Îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bixwe ye. Berê feresata AKP’ê di îktidarê de bû digotin ji sedî 80 ya Tirkiyeyê Misilman in em ne li dijî turbanê ne lê li kargehan nabe. Niha jî feraseta AKP’ê heye. Ji me re dibêjin gelê Kurd heye em wan nas dikin, înkar nakin lê hûn dikarin li malên xwe li kolanan Kurdî biaxivin lê di qada cemaweriyê de nabe. Niha çi cudatî di navbera CHP û AKP’ê de heye.” Ayna anî ziman ku AKP berê digot pirsgirêka Kurd heye pirsgirêka Kurd pirsgirêka wan e, niha piştî 10 salan dibêjin pirsgirêka Kurd nîne, di nava 10 salan de rengê AKP derket holê. Ayna destnîşan kir ku wan soz dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ew ê benda hilbijartinê derbas bikin û azadî û statuya Kurdistanê qezenc bikin.
Piştî axaftinan hê pîrozbahiyê berdewam dikir lê polîsan ji 3 aliyan êrîşî gel kirin lê ligel vê yekê jî gel pîrozbahiya xwe berdewam kir. Piştre jî bi baranê ji qadê veqetiyan û pîrozbahî bi dawî bû.