Rojnamevanê Suryanî Tûro: Kobanê rê nîşanî Suryaniyan dide
Nûnerê Buroya Derve ya Suroyo TV rojnamevan Yawsef Beth Tûro yê salên dirêj e di medya Kurd û Suryanî de dixebite bang li Suryaniyan kir ku ji xwe re Kobanê mînak bigirin û rabin ser piyan.
Nûnerê Buroya Derve ya Suroyo TV rojnamevan Yawsef Beth Tûro yê salên dirêj e di medya Kurd û Suryanî de dixebite bang li Suryaniyan kir ku ji xwe re Kobanê mînak bigirin û rabin ser piyan.
Tûro ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di navbera zîhniyetê di sala 1915'an de qirkirin kir û zîhniyetê îro li Iraq û Sûriyeyê li hemberî Suryanî û Kurdan komkujiyê dikin, ti cudahî hîne. Tûro destnîşan kir ku her du mejî jî dixwazin gelên ji qewim û baweriyên cuda ji holê rakin.
Tûro ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê li xaka dagir kirine, mafê jiyanê nade Asûrî-Suryaniyan, Kurd-Êzidiyan û got, "Piştî ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir, 36 hezar Suryanî-Asûrî-Keldanî neçar man bajêr biterikînin. 44 dêr hatin şewitandin, hilweşandin an jî bûn buroya DAIŞ'ê. Li şûna xaçê ala DAIŞ'ê hat daliqandin. Zîhniyetê ku vê dike, ji bo tevahiya mirovahiyê xetere ye û divê destûra vê neyê dayîn."
Tûro der barê daxwazên xwe ji welatên Ewropayê de got, "Bêguman daxwaziyên me ji wan heye. Lê belê beriya her tiştî daxwazên me ji me heye. Li Ewropayê 340 hezar Asûrî-Suryanî dijîn. Eger îro ji van herî kêm 50 hezar danakevin qadan û daxwazên xwe nînin ziman, wê demê divê mirov ji Elmanya û welatên din ne li benda tiştekî bin. Eger Kurd, Êzidî, Suryanî, Ermenî xwedî li doza xwe dernekevin, Elman, Hollandî xwedî lê dernakevin."
Tûro da xuyakirin ku divê hemû gelên bi dest bi taybetî jî Suryanî berxwedana li Kobanê ji xwe re mînak bigirin û got, "Kurdan ji bo Kobanê çi kirin, bila Suryanî jî ji bo Til Temirê heman tiştî bikin. Bila mafên demokratîk werin bikaranîn, meş û xwepêşandan bên organîzekirin, grevên birçîbûnê bên lidarxistin, nameyên protestoyî werin şandin û ji Parlamenta Ewropa û parlamentên welatên din daxwaz bên kirin. Bila mafên xwe yên welatîbûnê bikar bînin. Kobanê mînakeke bedew e. Hêza bingehîn a berxwedana Kobanê yên li wê derê li ber xwe didan û Kurdên li Tirkiye û Iraqê bûn. Lê belê divê rola li Ewropayê hat lîstin jî neyê ji bîr kirin."
Tûro anî ziman ku di dema dorpêçiya Kobanê de ji ber ku Kurdên li dîasporayê bi biryardarî li pişt Kobanê sekinînin, DYA û welatên din ên rojavayî neçar man bikevin nava tevgerê û got, "Eger welatên rojavayî neketibûna nava tevgerê û Kobanê biketa, bûyerên mîna 6-7'ê Cotmehê yên li Tirkiyeyê, ji wan bûyeran xerabtir jî wê li welatên Ewropayê derketibûna holê. Ji ber ku Ewropa bi vê dizanîbû, neçar ma helwestê nîşan bide."