MLKP / Kurdistan Newroz pîroz kir

MLKP / Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê li hemû gelên bindest pîroz kir.

MLKP / Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê li hemû gelên bindest pîroz kir.

Belavoka MLKP'ê ya Newrozê bi vî rengî ye:

"Şehîdên me yên ji bo azadî û rûmetê li refên herî pêş têkoşiyan û tevlî karwanê nemiran bûn û malbatên me yên şehîdan;

Gaziyên me yên nêrîna hêviyê ya şehîdên me di çavên xwe de hildigirin;

Girtiyên me yên şoreşger ên di nava çar dîwaran de hêvî û azadiyê mezin dikin;

Gelên me yên Rojava yên leheng ên li dijî tarîtiya DAIŞ'ê şer dikin;

YPG'yî, YPJ'yî, MLKP'yî, YBŞ'yî û hemû rêhevalên me yên şervan ên jin û mêr ên ji Rojava heta Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst bajar bi bjar, tax bi tax, kolan bi kolan, têkoşîna azadî û rûmetê dimeşînin;

Yên li Tirkiye û Kurdistanê, çiya bi çiya, kolan bi kolan ji bo azadiyê şer dikin;

Karker, kedkar, gundî, jin, ciwan, gelên me yên bindest, şoreşger, welatparêz û nûnerên wan ên pêşverû; Newroza we hemûyan pîroz be!

Newroza 2015'an wê deriyên azadiyê veke!

Gelê me bi destketî û serketinên nû re Newroza 2015'an pêşwazî dike. Her Newroz hem bi encamên xwe yên siyasî hem jî bi asta tevlîbûnê re, Newroza beriya xwe derbas dibe. Qadên Newrozê vediguherin platformeke têkoşînê ku şiyarên azadiyê yên gelên Rojhilata Navîn lê dicivin. Bindest, bi serhildan û berxwedana xwe re di derya deng û rengan de kom dibin û mizgîniya biharê didin.

Zarokên, agir, roj û raperînê destanên xwe yên nû diyarî dîroka bindestan dikin. Ji Kawa heta Mazlûm, ji Zekiye heta Ronahî, ji Medya heta Kobanê, şopa xwe li dîrokê dixin. Rûmeta me şehîdên me Paramaz, Arîn, Sarya, Kader, Algan, Nûman, Xebat, Mazlûm, Şervan, Elîşêr, Avaşîn, Têkoşer, Hogir û Sûphiyên me... Wan bi jiyan û çalakiya xwe re jiyaneek nû ava kirin û serketineek bi heybet amade kirin. Û vaye bi mîlyonan mirovên qadan dadigirin dane dû şopa wan, xwedî xewn û xeyalên wan in.

Gelên me hemû destan û berxwedanên xwe bi pênûsa xwe nivîsand. Li dijî Dehaqên her demê serî netewand. Di têkçûnên herî giran de jî li cihekî dilê xwe tovên berxwedanê veşart û mezin kir. Ti carî ji hatina rojên piştî zivistanê veguhere biharê, guman nekir; ti carî baweriya xwe winda nekir ku li hemberî Dehaqan wê Kawayên hemdem rabin û agirê azadiyê dadin. Lewma li ber xwe da û her tim li ser piyan ma.

Vaye di rojeke nû ya Newrozê de em van hêviyan bi agir zêde dikin. Em bawerin ku rojên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger bi awayekî azad tevlî coşa Newrozê bibin, nêz in û dizanin ku rêya vê jî bi xurtkirina têkoşînê dibe. Ji ber vê yekê em daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu' destek dikin. Em coşa Newrozê ya bi mîlyonan mirovên di vê oxirê de dimeşin, kolan û meydanan dadigirin, silav dikin.

Em destnîşan dikin ku rizgariya Tirk, Ereb, Fars û gelên din ên herêmê bi xurtirina agirê Newrozê yê azadîparêz, têkoşîna sosyalîzm û şoreşê dibe û bang li gelan dikin ku têkoşîna yekbûyî xurt bikin. Her wiha em bang li partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku guh bidin dengê girseyên li qadên Newrozê û kongreya neteweyî li ser bingeha demokratîk û azadîparêziyê bicivînin.

Ji Şengalê heta Rojava, ji Bakurê Kurdistanê heta Rojhilat û Başûr ji Tirkiyeyê heta Ewropayê em Newroza gelê xwe yê li çar aliyên cîhanê û hemû bindestan pîroz dikin. Em bawerin ku ala azadî û sosyalîzmê ya di nava agirê Newrozê de xwe dide der, wê li hemû eniyên şer mizgîniya serketinê bi xwe re bîne û em bang li gelê xwe dikin ku agirê şoreşê geş bikin.

 Newroz Pîroz Be!

Bijî Azadî Bijî Sosyalîzm!

Bijî Berxwedan Bijî Serhildan!"