Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulrezak hate definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Silêman Abdulrezak (Zîndan) ê ku duh di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Silêman Abdulrezak (Zîndan) ê ku duh di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê hate definkirin.

Operasyonên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê hatin destpêkirin berdewam dikin. Şevê din li eniya rojhilat a Kobanê pevçûnên dijwar qewimîbûn û di encama pevçûnan de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Şervanê YPG'ê anîn Saziya Mala Şehîda. Pişt re cenazeyê şervanê YPG'ê bi dirûşemeya "Şehîd namirin" bi konvoyekî qelebalik ber bi Goristan Şehîd Dîcle ve birin. Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulrezak li nêzî goristanê ji wesayîtê hate wergirtin û bi meşê birin goristanê. Ji bo şervanê YPG'ê li goristanê merasîm hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulrezak hate definkirin. Di dema definkirinê de demên hestiyar hatin jiyîn.