Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Newroz pîroz kirin
Çend saet beriya pîrozbahiyên Cejna Newrozê, li navenda bajêr xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê agirê Newroz dadan.
Çend saet beriya pîrozbahiyên Cejna Newrozê, li navenda bajêr xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê agirê Newroz dadan.
Çend saet beriya pîrozbahiyên Cejna Newrozê, li navenda bajêr xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê agirê Newroz dadan. Di pîrozbahiya ku govend lê hat gerandin de Hevşaredar Firat Anli peyivî û got, "Em ê Newrozê bi bedewiyan, bi serbilindî û bi ronahiya azadiyê pîroz bikin."
Amed xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê ya dîrokî amade dike. Beriya vê pîrozbahiyê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ber avahiya Şaredariyê agirê Newrozê dadan.
Di pîrozbahiya ku xebatkar bi kincên xwe yên gelêrî lê amade bûn, govend hat gerandin û şekir hat belavkirin de, Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli, Sekreterê Giştî Fethî Sûvarî, Alîkarên Sekreterê Giştî, Serokên Daîreyan û hemû xebatkarên şaredariyê amade bûn.
Koma Govendê ya Amedsporê jî bi govenda xwe û lêdana erbaneyê reng da pîrozbahiyê. Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli jî bi xebatkarên şaredariyê re govend gerand. Dûre Anli bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî Newroz pîroz kir û li ser navê Şaredariyê hemû mêvanên ji bajarên Tirkiyeyê, Rojava û Başûrê Kurdistanê û deverên din ên cîhanê hatine, pîroz kir. Anli diyar kir ku sibehê wê rojeke dîrokî be û got, "Em ê Newrozê bi bedewiyan, bi serbilindî û bi ronahiya azadiyê pîroz bikin. Li ser vê xakê çiqas gel hebin, cejna wan a Newrozê pîroz dikim."