Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Bi ruhê Newrozê em dakevin qadan!

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê got, "Di vê dema ku hemû çepgir, sosyalîst, şoreşger, kedkar, xwendekar û bindest bibin yek, yek dil û yek deng de, girîng e dakevin qadan û dirûşmên azadiyê biqîrin."

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê got, "Di vê dema ku hemû çepgir, sosyalîst, şoreşger, kedkar, xwendekar û bindest bibin yek, yek dil û yek deng de, girîng e dakevin qadan û dirûşmên azadiyê biqîrin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya zayendî wê bi ruhê Newrozê bikeve meriyetê. Ji ber vê yekê, di serî de jin û ciwan em bang li hemû reng, ziman û baweriyan dikin ku bi serhildanê yanî bi ruhê Newrozê dakevin qadan."

"EM MEŞA 'JI OCALAN RE AZADÎ' SILAV DIKIN"

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê da xuyakirin ku di vê dema ku hemû çepgir, sosyalîst, şoreşger, kedkar, xwendekar û bindest bibin yek, yek dil û yek deng de, girîng e dakevin qadan û dirûşmên azadiyê biqîrin û di serî de jin û ciwan bang li hemû reng, ziman û baweriya kir ku bi serhildanê, bi ruhê Newrozê dakevin qadan. Însiyatîfa Gel, meşa 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji Botanê heta Amedê silav kir û hemû gelên di meşê de cih girtin pîroz kir. Însiyatîfê bibîr xist ku dîroka şaristaniyê ev hezar sal in li aliyekî bi berxwedan û li aliyê din jî bi talan, mêtîngerî û hilweşînê bi rêve çûye û destnîşan kir, ku di vê dema dîrokê de gel her tim bi hev re di rewşa berxwedan û serhildanê de jiyane.

Însiyatîfa Gel got, "Gelan li hemberî koledariyê berxwedan, li hemberî mêtîngeriyê rêxistinbûyîn û li hemberî serdestiyê jî ruhê serhildanê afirandine. Bi taybetî nirx, dewlemendî û bedewiyên civaka neolîtîk û Rojhilata Navîn a dergûşa jiyana azad de, her tim veguheriye qada şerê desthilatdaran. Modernîteya Kapîtalîst her tim giraniya xwe daye ser Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Kurdistanê û xwestiye ji vir encamekê bi dest bixe. Li hemberî vê yekê Rojhilata Navîn û Kurdistanê her tim li ber xwe dane. Li vê axa pîroz a ku Modernîteya Demokratîk û xeta jiyana azad her tim lê hebû de, li hemberî Modernîteya Kapîstalîst, vê xakê hebûn, xweserî û çanda xwe parastiye. Gelên kevnare çand, cewher û hebûna xwe, bi berxwedana li hemberî zilmê re gihandine roja îro."

'NEWROZ NÎŞANEYA LÊGERÎNA HEQÎQETÊ YE'

Însiyatîfa Gel da xuyakirin ku meha Adarê ya xwedî hêza berxwedanê ye, ne rasthatineke ku meha Newrozê ye û destnîşan kir ku ew Newrozê weke tevgera ruhê serhildanê li hemberî zilma serdestan, têkçûna zilmê û roja serketina li dijî koledariyê pênase dikin. Daxuyaniya Însiyatîfa Gel bi vî rengî dewam kir: "Ev kevneşopiya berxwedanê li erdnîgariya Kurdistanê bi têkoşîna bê eman a gelan bi taybetî ya gelê Kurd bi pêş ketiye. Eşqa azadiyê ya bi serketina Kawayê Hesinkar mezin bû, di roja îro de bi PKK'ê-tevgera azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo re şênber bûye. Newroz a ku di kesayetiya Mazlûm Dogan de careke din li wateya xwe ya rasteqîn vegeriya, bi vî ruhê berxwedanê yê bi pêşengiya Rahşan, Zekiye û Bêrîvanan mezin bûye û dewam kiriye. Newroza ku ji bo azadiyê govendê digerîne, di rastiya Kurd û Kurdistanê de xwe nîşan daye. Di vê dema ku dengê azadiyê tê bilindkirin, avakirina jiyana azad û demokratîk dikeve meriyetê de, em Newrozê pêşwazî dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd, ruhê Newrozê her tim di nava xwe de parastiye, ala berxwedanê ya modernîteya demokratîk dewir girtiye û aniye asta roja îro. Mînaka herî baş  a vê berxwedanê îro li Kobanê, Mexmûr û Şengalê tê jiyîn. Ev berxwedana bi pêşengiya jinê tê meşandin, derba herî mezin e li sîstema serdest. Newroz ji pîrozbahiyeke klasîk wêdetir, qîrîn û serhildana azadiyê di asta herî bilind de ye. Nîşaneya lêgerîna heqîqetê ye û di heman demê de lêgerîna li ya nû ye. Cehwera rastiya civaka polîtîk û exlaqî ya sînorên serdestan û dîwarên wan hildiweşîne ye. Bi vê wesîleyê di kesayetiya şehîdên Newrozê de em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û dibêjin rêya we rêya me ye."

'DIVÊ DIRÛŞME JI BO AZADIYÊ BIN'

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê diyar kir ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dem hatiye hemû girtiyên ji aliyê rejîmên faşîst ve dîl hatine girtin, tevî bindest û gelan bigihêjin azadiya xwe. Însiyatîfê herî dawî got, "Di vê dema ku hemû çepgir, sosyalîst, şoreşger, kedkar, xwendekar û bindest bibin yek, yek dil û yek deng de, girîng e dakevin qadan û dirûşmên azadiyê biqîrin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya zayendî wê bi ruhê Newrozê bikeve meriyetê. Ji ber vê yekê, di serî de jin û ciwan em bang li hemû reng, ziman û baweriyan dikin ku bi serhildanê yanî bi ruhê Newrozê dakevin qadan. Em meşa 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji Botanê heta Amedê silav dikin û hemû gelên di meşê de cih girtin pîroz kir. Em cejna Newroza 2015'an ku wê bibe sala tacîdarbûyîna têkoşîna me ya azadiyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di serî de li Rêber Apo li hemû gelên bindest pîroz dikin."