MLKP'yî jî tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li çiyê bûn

Ferzad Can ê MLKP'yî got, "Roj ew roj e ku ruhê Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û Berxwedana Şengalê bi ruhê vejîn û berxwedanê yê Newrozê re bikin yek û ber bi serketinê ve bimeşin."

Ferzad Can ê tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû got, "Roj ew roj e ku ruhê Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û Berxwedana Şengalê bi ruhê vejîn û berxwedanê yê Newrozê re bikin yek û ber bi serketinê ve bimeşin."

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de MLKP'yî jî amade bûn. Di pîrozbahiyan de li ser navê Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê Ferzad Can axivî û ev peyam da:

"Newroza 2015'an, di serî de gelê Kurd vegotina pêngava şoreşgerî ya têkoşîna biratî, wekhevî û azadiyê ya gelan e. Şoreşa Rojava, Berxwedana Şengal û Kobanê ruhê zindî yê Newroza 2015'an e. Ev ruhê berxwedanê, ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Tirkiye û herêmê çavkaniya jiyanê ye. Agirê azadiyê yê bi berdêlên can û xwîna şehîdên me gur bûye, tevahiya mirovahiyê ronî dike.

Li pêşberî we em şehîdên xwe bi rêzdarî û hezkirinê bibîr tînin û diyar dikin ku em ê bi xeyalên wan re dilsoz bin. Roj ew roj e ku ruhê Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û Berxwedana Şengalê bi ruhê vejîn û berxwedanê yê Newrozê re bikin yek û ber bi serketinê ve bimeşin. Roj roja dawîanîna li dîlgirtina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Newroza Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û ya we hemûyan pîroz dikim. Newroz pîroz be. Bijî Newroz, Bijî Sosyalîzm."