PAJK: Em her rojê bikin roja Newrozê
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku ew Newroza 2015’an bi hedefa pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo pêşwazî dikin.
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku ew Newroza 2015’an bi hedefa pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo pêşwazî dikin.
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku ew Newroza 2015’an bi hedefa pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo pêşwazî dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew bi vê hedefê bang li hemû jin, ciwan û gelê Kurd dikin ku tevlî Newroza 2015’an bidin û her rojê veguherînin roja Newrozê.
Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da. PAJK’ê di daxuyaniyê de got Newroza ku vejîna nû ya ku xaka civakîbûna jinê ye, cejna jiyana azad û cejna pîroz ya gelan e. PAJK’ê wiha berdewam kir: “Xwedavendî baweriya vejîna nû ya jiyandina jinên azad a xaka azad bû. Hilberîna xakê, felsefeya ronahiya exlaqê baş a agir, li dijî taritiya xerab a çiyayan wek mabedên têkoşînê Kurdistanê vedibêje. Coşa azadiya welat a jinê, veguheriye berxwedana parastina welatê xwe.”
PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:
“Di dîroka Rojhilata navîn de taybetiya dîrokî ya welatê Kurdistanê, temsîlkirina felsefeya exlaqî ya berxwedana şaristaniya demokratîk a li dijî şaristaniya koleder e û her wiha derxistina derve ya serokatiya rizgariya demokratîk e. Di Avestaya Zerduşt yên ku zarokê bi kok yên Îştarê ne hilbijartina azad, şaristaniya berxwedêr ya serhildanên Kawayan e. Kawayê Hevdem Mazlum Dogan di zîndanên zilmê de li dijî teslîmiyet û îxanetê bi soza ‘Jiyan berxwedane’ bedena xwe veguhertiye agirê Newrozê û Sema Yuce berxwedana Newrozê bi berxwedana jinê re kiriye yek.
Şoreşa Kurdistanê ya bi di bin Rêbertiya Rêber Apo de, dîroka gelên Rojhilata Navîn gihandiye dîrokek duyemîn. Şoreşa Kurdistanê tê wateya têkoşîna li dijî hemû pergala hegemonîk. Parçekirina Kurdistanê ya li çar parçeyan anîna hemberî hev a gelan û netewr dewletan wek rêbaz mayînde kirine. Anîna hemberî hev a neteweyan, olan, çandan, baweriyan rêbaza desthilatdaran e û pevçûn her dim di jiyanê de hatiye girtin û mahkumê jiyaneke mêtinger û koledar hatiye kirin. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Divê pisgirêka Rojhilata Navîn bê çareserkirin. Rêber Apo heqîqeta Newroza li dijî kemîneke şaristaniya kapîtalîst di paradîgmaya şaristaniya demokratîk de pêk anî û li dijî netew dewletê pergala konfederal demokratîk, li dijî netewe dewletê netewa demokratîk, li dijî yekparêziyê yekitiya cudahiyan yanî modela xweseriya demokratîk kiriye meriyê. Çareseriya pirsgirêk Kurd xwe dispêra çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkên exlaqî-felsefîk ên mirovahiyê. Li dijî vê çeteyên DAIŞ’ê bi ser Rojava de bir. Sedema çavsoriya van êrîşan ev bû.
GELÊ KURD BI SERKETINA KOBANÊ RE NEWROZA MIROVAHIYÊ PÊK ANÎ
Berxwedana Kobanê bi vê sedemê veguherî serhildana mirovahiyê. Gelê Kurd ê Newroza Rojhilata Navîn pêk anî, bi serketina Kobanê re Newroza mirovahiyê jî pêk anîn. Ruhê felsefîk, hişmendiya siyasî û helwesta exlaqî ya paradîgmaya Rêber Apo serketina Kobanê ye û serketina Kobanê li Rojhilata Navîn wek serketineke çareseriya şaristaniya demokratîk paradîgmayeke ku bi ser ketiye.”
EM BI AWAYEKÎ XURT TEVLÎ NEWROZÊ BIBIN
Em li ser vî esasî Newroza 2015’an pêşwazî dikin. Em Newroza 2012’an bi hedefa çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo pêşwazî dikin. Em bang li hemû jn, ciwan û gelê Kurd dikin ku bi awayekî xurt tevlî Newrozê bibin. Em bi ruhê berxwedana Newrozê, Newroza Rêber Apo pîroz dikin û soza ‘Azadiya rêbertiyê azadiya me ye’ dubare dikin. Em cejna Newrozê li hemû jin, gelan û mirovahiyê pîroz dikin.”