Xwişka Mazlûm Dogan: Komek mirov veguherî mîlyonan

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, ku beriya niha bi 33 salan di 21'ê Adara 1982'an de li Zîndana Amedê li dijî teslîmiyet û îşkenceyê bi çalakiya xwe re peyama berxwedanê da, agirî wî yê raperînê îro veguherî meşa azadiyê ya gelekî.

Çend saet beriya Newroza Amedê ya dîrokî xwişka Mazlûm Dogan Serap Mûtlû Dogan ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir ku vîna têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdan a demekê ji aliyê dewletê ve biçûk dihat dîtin, îro veguheriye bi mîlyonan.

Serap Mûtlû Dogan got, "Eger birayê min ev roj bidîta wê bi gelê Kurd re serbilind bûya" û diyar kri ku bi serketina Kobanê re berxwedana Mazlûm û hevalên wî, derketiye asta herî bilind.

Dogan anî ziman ku têkoşîna Mazlûm Dogan a li dijî polîtîkayên înkar û tinekirina gelê Kurd da destpêkirin, îro gihaştiye bi mîlyonan mirovî û got, "Mazlûm, berî tevlî nava refên tevgera Kurd bibe her tim di nava lêgerînekê de bû lê belê dûre fêm kir ku cihê esasî ya divê têkoşîn lê were dayîn Tevgera Azadiyê ya Kurd e û ji bo azadiya gelê Kurd ê ziman û hebûna wê dihat înkarkirin, bi hevalên xwe re dest bi têkoşînê kir."

'AGIRÊ DI DILÊ KURDAN DE GEŞ KIR'

Dogan ragihand ku Mazlûm û hevalên wî têkoşîna herî dijwar li Zîndana Amedê meşandine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di wê demê de ez diçûm dîtina wî. Hovîtiyeke welê hebû ku mirov nikarîbû xwe lê rabigirin. Ji zîndanên Saygonê xerabtir bû."

Dogan diyar kir ku dewletê dixwest bi pêkanînên xwe yên li derveyî mirovahiyê de PKK'ê teslîm bigire, lê bi ser neketiye û got, "Di wê demê de hin girtî teslîm bûbûn. Ji bo pêşî li vê xiyanetê were girtin û ev hewldana dewletê were şikandin, Mazlûm ji ber ku wateya 21'ê Adarê di dîroka Mezopotamya û Kurdistanê de dizanîbû, di vê rojê de agirê raperînê pêxist. Bi vê çalakiyê de Mazlûm hem pêşî li polîtîkayên teslîmkar ên li girtîgehê girt, hem jî agirê di dilê gelê Kurd de geş kir."

Serap Mûtlû Dogan di dewama axaftina xwe de got, "Qet ji bîra min naçe. Rojekê Mazlûm ji min re got, 'ji hevalan re bêje bila qet neyên girtin. Bila şer bikin, bila bimirin lê nekevin dest.' Di hevdîtina dawî de jî ji ber astengiya Esat Oktay Yildiarn û ekîba wî, min nekarîbû wî bibînim. Em li zexteke welê dijwar rast hatin ku keça min di hembêza min de ji ser hişê xwe çûbû. Dûre jî xebera mirina wî hat. Lê belê kengî tengav bibim, kengî hêviya xwe winda bikim ew gotinên wî yên dawî tên bîra min û xwe komî ser hev dikim." Dogan destnîşan kir, ku rojên îro bi berdêlên mezin hatine bidestxistin.

'GELÊ KURD HIŞYAR BÛ, VEGER ÊDÎ NÎNE'

Dogan da xuyakirin ku gelê Kurd êdî hişyar bûye û vegera ji vê hişyariyê nîne û anî ziman ku bi saya berdêlên hatine dayîn ve nuqte bi dest ketiye û li dijî zilmê têkoşîna Kurdan qezenç kiriye.

Dogan got, "Ez ne ji AKP'ê ji têkoşîna tê dayîn bawerim dikim" û ev xal destnîşan kir: "Êdî kes nikare pêşî li vî gelî bigire. Gelê Kurd van manewrayan baş nas dike û heta roja îro jî hemû beralî kiriye. Mîna duh wê îro jî yê winda bike mejiyê înkarker be. Dewletê wextekê Mazlûm û hevalên wî bi gotina 'çend talanker' biçûk dixist. Lê belê ev komek ji mirovan îro veguherîn bi mîlyonan. Fedekariya wan û mirina wan a ji bo hev, bû pîvanê bingehîn ê rêhevaltiya vê tevgerê. Vaye serketina herî dawî ya Kobanê bû dewama vê xelekê û wê dewam bike."