KNK: Her Newroz gaveke din me nêzî azadiyê dike
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku her Newroz Kurd û Kurdistanê gaveke din nêzî azadiyê dike û tevlîbûneke xurt a li pîrozbahiyan kir.
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku her Newroz Kurd û Kurdistanê gaveke din nêzî azadiyê dike û tevlîbûneke xurt a li pîrozbahiyan kir.
Konseya Rêveber a KNK'ê bi peyamekê cejna Newrozê li Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê pîroz kir.
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku Newroz cejneke ji rêzê nîne û got,"Newroz cejneke dînî û mezhebî nîne. Newroz cejneke neteweyî, niştimanî, dîrokî, edetî, folklorîk, sosyal û kulturî ye. Newroz li dijî her rengê zilm, zor û sîtemê cejna serhildan û azadiyê, cejna avakirina jiyaneke nû ye. Newroz cejna yekîtiyê ye. Mezinahiya Newrozê ji vê karaktera wê tê. Kurd û Kurdistanî, xelkên cîran ji ber vê rûmet û siyaneta wê bi hev re pîroz dikin. Kurdan, Kurdistaniyan ji destpêkê ve Newroz li ser zemînê vê bîr û hizira mirovî afirandiye û agir jî kiriye sembola azadiyê û Newroz gur û geş kiriye. Her Newroz bi vî giyanî hatiye pîrozkirin. Kurdan her Newroz car kiriye meydana şerê azadiyê, car kiriye festîvala xelkî û bi milyonan bi coş û heyacaneke têr û tijî pîroz kiriye."
KNK'ê diyar kir ku Newroz her sal li gorî sala bihurî bêhtir mezin û bi geş tê pîrozkirin û destnîşan kir, ku Newroz bi maneya xwe ya esasî re êdî azadiya Kurd û Kurdistanê gav bi gav vedihûne.
BI HER NEWROZÊ RE KURDISTANÎ GAVEKE DIN NÊZÎ SERKETINA MEZIN DIBE
KNK'ê bibîr xist ku Newroz beriya dîst-sih salan li kuçe û kolanên teng dihat pîrozkirin, lê êdî li meydanên bê ser û bin bi şahiyên mehşerî tê pîrozkirin û got, "Newroz ji bo Kurdan û Kurdistaniyan pîrozbahiyeke wacibiya neteweyî û niştimanî ye. Lê her wisa bi cih anîna erkên berxwedana li dijî dagîrkeriyê ye jî. Kurdan, Kurdistaniyan di midehê hinde salan de bi têkoşîneke xurt û dijwar gelek destketî bi dest xistin û êdî îro bûne xwedî statu. Li başûrê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê xweseriyek pêk hatiye û Newroz li van beşên welatî di meydanan de, di deşt û zozanan de, li serê çiya û binê dol û nihalan de bi şahiyên herî mezin tê pîrozkirin. Li bakur û rojhilatê Kurdistanê jî Newroz hêj jî wekî çeperekî xurt ê têkoşînê tê pîrozkirin."
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku bi her Newrozê re Kurd û Kurdistanî gaveke din nêzî serketina mezin dibin û destnîşan kir ku Newroza îsal jî wê bibe qonaxeke mezintir ji bo bi destxistina azadiyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku KNK bi bawerî ye ku pêşeng û rêveberên Kurd û Kurdistanê li seranserê welat wê di vê Newrozê de jî mizgîniya azadiyê, demokrasiyê, xêr û xweşiyê bidine gelê Kurdistanê û diyar kir ku bi taybetî di Newroza îsal a li Bakurê Kurdistanê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heyecaneke mezin peyda kiriye.
Di dewama daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin: "Newroza îsal divê li temamî Kurdistanê, li meydanên dîasporayê ji aliyê hemû Kurd û Kurdistaniyan ve bi hêza herî mezin bê pîrozkirin ku banga azadiyê, aştî û aramiyê li Enqereyê, li Tehranê, li Bexda û Şamê xurttir deng vede. Helbet pîroziya Newrozê divê li Amed, Mahabad, Hewlêr û Qamişlo û helbet li Kobaniya birîndar lê serbilind û Efrînê û her wiha li Şengalê jî deng vede ku dinya bi vî dengê gur yê Kurdan û Kurdistaniyan biheje ku guh bidine dengê vî xelkê mezlûm, têkoşer û xwedî biryar.
KNK di Newroza îsal de, di vê Newroza 2015'ê de bi hêvîtir e ku xelkê me nêzîktirî armanca mezin ya azadî û rizgariyê bûye.
KNK bi vê bîr û hizirê, bi vê hêvî û armancê Newroza Kurd û Kurdistaniyan, a xelkên cîran pîroz dike."