Demîrtaş: Aştiya ku AKP bide me nîn e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Rihayê di pîrozbahiya Newrozê de got: “Kurd, Tirk em ê li hev bên. Elewî, Sunî, em ê li benda dewletê nemînin beriya wan em ê hevdu hembêz bikin. Aştiya ku AKP bide me nîne."

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Rihayê di pîrozbahiya Newrozê de axivî diyar kir ku gel wê xwe bi rê ve bibin û wiha got: “Kurd, Tirk em ê li hev bên. Elewî, Sunî , em ê li benda dewletê nemînin beriya wan em ê hevdu hembêz bikin. Nefretên di navberê de hemû gumanên ku me dikin dijmin bi dawî bikin. Aştiya ku AKP bide me nîne."

Di Newroza Rihayê ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mora xwe lê xist de, nêzî sed hezar kesan nasnameyên xwe derxistin û daxwaza nasnameyê kirin. Bi komên NÇM’ê ve coş derket asta herî jor û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan xitabî gel kir, silavên Ocalan pêşkêşî gelên kurd, tirk, ereb û yên din ên kul i Rihayê dijîn kir. Mehmet Ocalan got ku ew ê coş û daxwaza azadiyê ji Ocalan re ragihîne. Piştre parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî gel silav kirin. Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş dest bi axaftinê kir û bi daxwaza aştiyê dest bi axaftinê kir. Demîrtaş got ku ew hevduhembêzkirineke bêfikar dixwazin û wiha axivî: “Înşalah ev Newroz dê bibe wesîleya vê yekê.” Demîrtaş bal kişand li ser peyama ku dê Rêberê Gelê Kurd Ocalan di Newroza Amedê de bide.

‘EM Ê BİBİN ÎKTÎDARA ALTERNATÎF A KU HEMÛ BINDEST RIZGAR BIBIN’

Demîrtaş bilêv kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê dê qedera Tirkiyeyê biguherîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di merhaleya ku em hatine nîşan dide ku em bûne hêviyên hemû gelên bindest. Li her derê Tirkiyeyê zilm û îsyana li dijî vê yekê heye. Kedkar û karkerên di bin zilma AKP’ê de ne hene. Jinên ciwan hene. Em ê her roj li qadan bi wan re bin. Heta 7’ê hezîranê sekn nîne, heke me soz dabe gelê xwe heke me xwe kir îktidara alternatîf a bûye hêviya hemû bindest rizgar bibin em ê heqê vê yekê bidin.” Demîrtaş biLêv kir ku ew ê îxtirara kolektîf a gelan ava bikin.

Demîrtaş da zanîn ku mejiyê AKP û berdevkên wan tevlihev e û wiha got: “AKP û berdevkên wan ê mejiyên wan tevlihev in; Em wekî we mintan neguherand û nehatin van rojan, siyaseta me wisa mezin nebû. Em bi înkarkirina têkoşîna ku ji nav derketine nehatine vê rojê. Me wekî we meleyê nefirot û em nehatin vir. Bala xwe bidin serokokam gotineke dike, serokwezîr cuda diaxive, berdevkên wan telekî cuda dixe, ji berk u riya xwe şaş kirine wisa ne. Bila xwedê riya kesekî nede şaşkirin.”

Demîrtaş derbirî ku AKP ji bo pirsgirêkên gelê Tirkiyeyê çareser bike deng xwestiye û nîvê Tirkiyeyê jî piştgirî daye wan lê ji wê rojê heta niha kîjan pirsgirêk hate çareserkirin, çareserkirina pirsgirêka kurd li aliyeke heqeret li gel dikin.

Demîrtaş got ku AKP’ê ranteke mezin bi dest xistiye ji bo ku vê yekê winda neke dê hemû dekan pêk bîne û wiha got: “Dê porvokasyonan pêk bînin. Ji bo ku ev nekevin dikarin welat bavêjin agir. Dibe ku yên li welat provokasyonê derxînin hebin. Di pêvaojya hilbijartinan de dibe ku êrîşî hesasiyetan bikin. Dikarin êrîşî HDP’ê yan jî tevgerên din ên civakî bikin. Em dizanin HDP’ê tu caran zemîn nede vê yekê. Bila hemû kes baldar bin. Dê ciwanên me bixwazin texrîk bikin lê em ê neyên provokasyonên van.”

‘AŞTIYA ME JI HILBIJARTINAN GIRÎNGTIR E’

Demîrtaş da zanîn ku bingeha qesra serokomariyê pir xira be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çiqas bingeha qesrê birize ew ê serî li hemû riyan bidin. Heta ev bimeşin dê bikevin panîkê û êrîş bikin. Çi dibe bila em ê ji aştiya tawizê nedin. Aştiya her yekî me ji her tiştî girîngtir e.”

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Serkeftina ku dê di 7’ê Hezîrenê de pêk bê dê bibe ya ciwan jin û dayikan. Sandiq emanetî we ye. Em wekî bindestên Tirkiyeyê heke dixwazin ev çûyîn bidawî ibbe em ê vê fersendê baş binirxînin.” Demîrtaş got ku meclîseke ku HDP’ê têde nebe dê kêm be û pêşeroja Tirkiyeyê girêdayî HDP’ê ye, HDP bûye miftiya demokrasiya Tirkiyeyê.

Demîrtaş ê ku nirxandina “Li Edîrneyê jî Colemêrgê jî HDP heye. Dibe ku li jor tunene l êli dilan kolanan hene” kir di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hemû kesan hêviyên xwe bi HDP’ê ve girêda. Madar in jî. Înşalah em ê yên j ime bawer dikin mexcup nekin. Me tu caran li hemberî zilmê paşve gav neavêt, em dikarin azadiya xwe pêk bînin.”

‘HÊRSA GEL WÊ QESRÊ HILWEŞÎNE’

Demîrtaş anî ziman ku ew ê di 7’ê Hezîranê de nîşanî hemû kesan bidin ku makeqanûneke sivîl û demokratîk dê çawa bê çêkirin, bi makeqanûna ku di navde yekperestî nîne ve dê li cem xizan û cotkarên vê welatî re bin. Dêmîrtaş destnîşan kir ku hêrsa gel dê rojeke qesrê hilweşîne û gel rê xwe rêve bibin.

Demîrtaş derbirî ku gel dê xwe rêve bidin û wiha pêde çû: “Tirk û kurd em ê aj bibin. Elewî, sunî em ê li benda dewletê nemînin, beriya wan em ê hevdu hebêz bikin. Em nefretên di navberê de û fikarên ke me kiriye dijmin ji holê rakin. Aştiya ku AKP bide me nîne.”

‘RAWESTANDINA ÇEKAN AGIRBEST E, NE AŞTÎ YE’

Demîrtaş gotinên Erdogan ên “çi yê we kêm e” jî bibîr xist û wiha got: “Heke pirsgirêk çareser bûye çima heyeta me diça Îmraliyê. Çima li trena aştiyê siwar dibin û digerin. Bêguman ji bo hesabên hilbijartinê wisa dikin. Feresata yekemîn ev e.” Demîrtaş ê ku nirxandina “Aştî tenê sekinandina çekan nîne, aştî jiyaneke adil û tunebûna birçîbûnê ye. Rawestandina çekan agirbest e lê aştî nîne. Heke hê jî mirov tên kuştin hê jî tên girtin, rojnameger tên darizandin, rihayê bi traktoran qezayê dikin tê wateya ku aştî nehatiye.”

Demîrtaş da zanîn ku 7’ê Hezîranê ji bo avakirina aştiyê rojeke girîng e û wiha got: “Ev fersendekî mezin e. Heke li vir deng nehatiba dizîn, niha Apê Osman dê ev der rê ve bibira. Lê vê carê em ê tedbîrên xwe bigirin, li ber sahdoqan nobetê bigirin. Li welat serkeftin li benda me ye. Em ê xwedî li dengan derkevin.” Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “li her derê em ê bi biryariya ruhê Kobanê xwedî li hilbijartinan derkevin. Em ji we bawer in. Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser kevin. Me soz daye Kemal û Hayriyan. Me soz da Mazlumên girtîgeha Amedê ronî kirinl Em vê yekê di Newroza 2015’an de dubare dikin. Ev gel dê azad be û aştî bê vê axê.”