Şahidên komkujiya Nisêbînê: Ji Çemê Çax Çax xwîn diherikî

Di 22'ê Adara 1992'an de, li komkujiyên dewletê di dîroka Kurdistanê de pêk anîn yeka din zêde bû. Ev jî li navçeya Mêrdîn Nisêbînê bû.

Dewleta ku di 21'ê Adarê de li hemberî gelê li navçeya Cizîrê Newroz pîroz dikir komkujî kir, piştî rojekê li Nisêbînê li hemberî gelê ku xwest vê komkujiyê protesto bike, heman komkujî kir.

Di salên 90'î de bi girseyîbûyîna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re, gelê Kurd Cejna Newrozê careke din li qadan pîroz kir. Lê belê bersiva dewletê ya li van pîrozbahiyan, komkujî bû. Dewletê di salên 90'î de li hemberî her pîrozbahiyê komkujî kir. Komkujiya herî bi xwîn a dewletê di Newroza 92'an de xwe da der. Di nava du rojan de li Cizîr û Nisebînê bi dehan mirov ji aliyê hêzên dewletê ve bi rêbazên hovane hatin qetilkirin.

LI DÛ KOMKUJIYÊ PROVOKASYONA 'SPASIYÊ'

Di 21'ê Adara 1992'an de gelê Cizîrê ji bo Newrozê pîroz bike herikî qadan, lê belê hêzên dewletê ji bo pêşî li pîrozbahiyan bigirin gule li gel reşandin û bi dehan kes qetil kirin. Di heman saetan de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya 80 kîlometre dûrî Cizîrê, bi deh hezaran kes, tevî zext û astengiyan jî daketin qadan û Cejna Newrozê pîroz kirin. Lê belê, gelê Nisêbînê yê danê êvarê bihîst ku li Cizîrê komkujî hatiye kirin, gelekî bi hêrs bû. Di heman êvarê de Serokwezîrê demê Suleyman Demîrel û Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn daxuyanî dan û 'spas' kirin. Vê yekê di nava gelê Nisêbînê de hîn bêhtir rê li ber hêrsê vekir. Piştî rojekê di 22'ê Adarê de gelê Nisêbînê xwest komkujiya li Cizîrê protesto bike, lê belê li ser pira ku di wê demê de weke pira nexweşxaneyê dihat zanîn li komkujiyeke hovane ya dewletê rast hat.

QETILKIRINA BIRÎNDARAN, ÎŞKENCE Û GIRTIN

Dewleta ku bi dehan kes qetil kir, birîndar jî înfaz kir. Li gorî hejmarên fermî 18 kes hatin qetilkirin, lê belê yên komkujî bi serê wan de hatin anîn ziman ku 21 kes hatine qetilkirin. Li nexweşxaneyan îşkence li birîndaran hat kirin, bi sedan kes tevî ku birîndar bûn hatin binçavkirin û girtin.

Bi sedan birîndar ji ber girtin, îşkence û tirsa kuştinê serî li nexweşxaneyê nedan. Bi dehan kesên di komkujiyê de birîndar bûn, seqet man.

"BÛYERA TERORÊ"

Medya navendî, komkujiya di wê demê de ji nedîtî ve hat. Hin rojname û televîzyonên ku bi nûçeyên gelekî kurt behsa komkujiyê kirin, ev nûçe jî weke "Li Nisêbînê pevçûna terorê" weşandin.

Rojnameyên herêmî yên komkujî dîtin û kirin nûçe jî, ji aliyê berpirsyariyên JÎTEM'ê ve bi mirinê hatin tehdîtkirin û der heqê wan de doz hatin vekirin.

HESAB JI QETLÎAMKARAN NEHAT PIRSÎN

Der heqê komkujiya bi organîzasyona leşker, polîs û JÎTEM'ê hat kirin de, li hemberî kesî doz nehat vekirin. Yên di komkujiyê de birîndar bûn an jî xizmên xwe winda kirin, ji ber tirsê kesî doz venekirin. Hewldanên siyasetmedar û aktîvîstên mafên mirovan ên wê demê, bê encam man.

BILA HESAB WERE PIRSÎN

Xizmên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, yên di komkujiyê de birîndar bûn, seqet man, aktîvîstên mafên mirovan ên wê demê û siyasetmedarên Kurd dixwazin hesab ji berpirsyaran were pirsîn. Hiqûqnas jî dixwazin der heqê komkujiyê de lêpirsîneke nû were destpêkirin û dem di ser re neyê derbaskirin.

JI BO YÊN HATIN QETILKIRIN BÎRDARÎ

Şaredariya Nisêbînê ya DBP'yî, ji bo yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bîrdariyek çêkir. Li ser bîrdariya li Meydana Newrozê, ji bo temsîlkirina mirovên hatin qetilkirin peykerên meşaleyê hildigirin hatin bicihkirin. Ev meşale her sal di êvara Newrozê de tê pêxistin. 

Şahidên komkujiyê, yên di komkujiyê de xizmên xwe winda kirine, siyasetmedarên wê demê û aktîvîstên mafên mirovan, ji ANF'ê re behsa wan rojan kirin.

"TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ DI 21'Ê ADARÊ DE PÎROZBAHÎ HAT KIRIN"

Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ê di dema komkujiya li Nisêbînê ya Newroza 92'an de xwendekarê lîseyê bû anî ziman, ku roja Newrozê ew neçûn dibistanê, tevî hemû astengî û zextan bi beşdariya bi hezaran kesî wan Newroz pîroz kirine.

Kok ragihand ku wan danê êvarê ji televîzyonan bihîst ku hêzên dewletê li Cizîrê êrîşî gelê dixwest Newrozê pîroz bike kirine, gelek mirov qetil kirine û anî ziman ku bi bihîstina rewşê re di nava gelê Nisêbînê de hêrseke mezin derketiye holê. Kok bibîr xist ku di heman saetan de Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel û Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn, bi hiceta ku di dema pîrozbahiya Newrozê de bûyer derneketiye 'ji gelê Nisêbînê re spas kirin' û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mîna henekê xwe bi me bikin daxuyanî dan. Rayedarên dewlet û hikûmetê yên spasiyên xwe pêşkeşî me dikirin, li kêleka me xwişk û birayê me qetil kiribû."

DOR LI GEL TÊ GIRTIN

Piştî rojekê di 22'ê Adarê de bi hezaran Nisêbînî ji bo komkujiyê protesto bike li taxên Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa daketin kolanan û dest bi meşê kirin. Ji şahidên komkujiyê Kok got, "Meha Remezanê bû, her kes bi rojî bû. Rojeke baran dibariya. bi hezaran kesên ku jin û zarok jî di nav de hebûn, li ser Pira Nexweşxaneyê hatin cem hev. Gel xwest bimeşe lê ji aliyê panzêran û tîmên taybet ên rûyê wan pêçandî ve dor li gel hat girtin. Her du aliyê pirê bi panzêran hat girtin. Polîsên tîmên taybet jî xwe li avahiya nexweşxaneyê ku hînê nû dihat çêkirin bicih kiribûn. Anonsa belavbûnê hat kirin, lê belê gel bi biryar bû ku komkujiya li Cizîrê û daxuyaniya provokatîf şermezar bike. Û li ser pirê çalakiya rûniştinê pêk anî."

BI DEHAN KES XWE DIAVÊJIN NAVA ÇEMÊ ÇAX ÇAX

Hevşaredarê DBP'yî Kok anî ziman ku li ser vê yekê panzerên li aliyê nexweşxaneyê yê pirê bicih bûbûn bi ser wan de hatin û got, "Komkujiyeke mezin destpê kir. Mirov bi qîrîn û hawar di binê panzêran de eciqîn. Bi dehan kes ji bo ne eciqin xwe avêtin Çemê Çax Çaxê."

"POLÎSAN GULE LI MIROVÊN LI BER ÇEM KETIBÛN REŞANDIN"

Di vê kêliyê de, hovîtiya polîsên Tirk li Çemê Çax Çaxê jî dewam kir. Çemê Çax Çaxê yê ji Ava Spî destpê dike û diçe Qamişlo, ji ber baranê wê demê gelekî rabûbû. Gelek ji mirovên xwe avêtin nava çem, li ber avê ketin. Hin jê jî ji bo li ber avê nekevin xwe bi sitûnên pirê girtin.

Yek ji mirovên xwe bi sitûnên pirê girt Cemîle Elmas wiha axivî: "Piştî ku panzêran pê li me kirin, tîmên taybet ên li înşaeta nexweşxaneyê bicih bûbûn gule li me reşandin. Ji bo em xwe ji panzêr û guleyan xilas bikin, me xwe avêtin nava Çemê Çax Çaxê. Hinek li ber avê ketin, polîsan gule li mirovên li ber avê ketibûn reşandin. Hin jê ji ber guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji me xwe bi sitûnên pirê girtin. Di vê kêliyê de polîsan hînê gule li me direşandin. Me bawer nedikir ku em ê xilas bibin."

Cemîle Elmas a bi alîkariya ciwanekî hewl da ji nava çem derkeve, bi guleya polîsan birîndar bû û got, "Li şûna ku di binê sitûnan de bi fîşekên polîsan bimirin, me hewl da xwe rizgar bikin û em beziyan. Polîsan careke din gule li me reşandin. Guleya polîsan li min û ciwanê alîkarî da min ket. Ez ji milê xwe birîndar bûbûm, lê ew ciwan bi giranî birîndar bû. Di vê demê de komek ji ciwanan di nava çem de bi destê hev girtin û zincîrek ava kirin. Em bi alîkariya van ciwanan ji çem derketin."

Cemîle Elmas ragihand ku piştî derketina ji çem wan xwe li malên derdorê girtine, mal bi birîndaran dagirtî bûn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li hemû malên nêzî pirê, birîndar hebûn. Milê min giran dibû. Lê belê ji ber tirsa binçavkirinê ez nikarîbûm biça nexweşxaneyê. Piştî wextekê agahî hat ku polîs diavêjin ser malan û birîndaran digirin binçavan. Em jî neçar man ji mala lê ne derkevin."

"POLÎSAN BIRÎNDAR ÎNFAZ DIKIRIN, XWÎN JI ÇEMÊ ÇAX ÇAXÊ DIHERIKÎ"

Cemîle Elmas diyar kir ku piştî ji malê derket carek din hatiye ser pirê û rewşa li wê derê lê rast hat bi van gotinan anî ziman: "Gelekî tirsnak bû, heta bijîm ez ê ji bîr nekim. Mirovên birîndar li ser pirê bûn û panzera polîsan gelek caran di ser wan de diçû û dihat. Gelek jê hînê sax bûn, lê belê di binê panzerê de bi awayekî hovane hatin qetilkirin."

Cemîle Elmas diyar kir ku dengê ji beden û serê mirovên panzerê pê li wan dikir derdiket, hînê tê guhê wê û got, "Ji ber baranê, parçeyên bedena mirovan tevî xwînê diherikî nava Çemê Çax Çaxê. Min bi çavê xwe dît ku wê rojê xwîn ji Çemê Çax Çaxê diherikî."

"KURÊ MIN Ê JI VÊ KOMKUJIYÊ BI HÊRS BÛ DERKET SERÊ ÇIYÊ"

Cemîle Elmas tevî rewşa xwe ya birîndarî bi rojan nekarî biçe nexwşxaneyê. Elmas dibêje ku ew niha jî nikare baş milê xwe bikar bîne. Elmas diyar dike ku birîna wê li aliyekî êşa heval û rêhevalên wê yên li pêş çavên wê hatin qetilkirin hînê teze ye.

Kurê Cemîle Elmas, bi salan bi bihîstina çîroka vê komkujiyê û bi hêrsa li hemberî vê mezin bû. Beriya niha bi salekê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Elmas dibêje, "Piştî komkujiya li Nisêbînê ya di Newrozê de, bi hezaran ciwan derketin serê çiyê. Zarokê di wê demê de çêbûn, hemû bi hêrsa li vê komkujiyê mezin bûn û ew jî derketin serê çiyê. Kurê min jî bi vî rengî çû." Elmas destnîşan kir ku dewlet nikare bi komkujiyan re encamê bi dest bixe.

"POLÎS LI BENDA MIRINA BIRÎNDARAN BÛN"

Ji şahidên komkujiyê Mehmet Aslan ê hingî xwendekarê dibistana navîn bû anî ziman ku piştî komkujiya li ser pirê, polîs li ser serê birîndaran sekinîbûn û li benda mirina birîndaran bûn. Mehmet Aslan ragihand ku yên xwestin alîkariyê bidin birîndaran li guleyên polîsan rast hatin û ev agahî da: "Panzêr bi ser me de hatin. Hevalekî min ê di emrê min de bû û li pêşiya min rûdinişt, di binê panzêrê de ma. Her der xwîn bû. Hin mirovan xwe ji pirê avêtin, hin jê jî ji ber panzêran li wan dan, ketin. Yek ji kêliyên di vê komkujiyê de di bîra min de ma bi vî rengî bû; Polîs li ser serê birîndaran bûn. Hinek li ber mirinê bûn, xizmên wan xwestin wan bibin nexweşxaneyê. Lê belê polîsan gule li xizmên wan direşandin û nedihiştin. Polîsan li naverastê birîndar qetil dikirin."

"PANZÊRÊ PÊ LI ME KIR, HEVALÊ MIN LI CEM MIN JIYANA XWE JI DEST DA"

Semîre Acar a bi birîndarî ji komkujiyê filitî diyar kir ku tevî hemû astengiyan wan di 21'ê Adarê de bi deh hezaran kesî re komkujî kirine û piştî bi komkujiya Cizîrê hesiyane gelekî bi hêrs bûne. Semîre Acar da xuyakirin ku polîsan panzêr li ser pirê bi ser wan de ajotine û anî ziman ku di wê kêliyê de ew di binê panzêrê de maye û aliyê çepê yê sînga wê eciqiye.

Semîre Acar da zanîn ku dema ew birîndar bû hevala wê ya bi navê Ayla Er di binê panzêrê de maye û jiyana xwe ji dest daye.