YBŞ hêza parastina cihê pîroz ê Êzidiyan e

YBŞ’ê encamnameya 1’emîn Konferansa xwe ya ku di navbera 16-18’ê Adarê de pêk anî aşkera kir. Di danezanê de biryarên têkildarî sîstem û rêxistinbûna YBŞ’ê hatin girtin û YBŞ weke “Hêza parastina cihê pîroz ê Êzidiyan” hate danasîn.

YBŞ’ê encamnameya 1’emîn Konferansa xwe ya di navbera 16-18’ê Adarê de pêk anî aşkera kir. Di danezanê de biryarên têkildarî sîstem û rêxistinbûna YBŞ’ê hatin girtin û YBŞ weke “Hêza parastina cihê pîroz ê Êzidiyan” hate danasîn.

Di danezana ji aliyê Meclîsa YBŞ’ê ve hate belavkirin de, konferans bi beşdariya 71 delegeyan, nûnerên HPG, YJA Star û endamên Meclîsa Gel a Şengalê pêk hat û di danezanê de konferans li hemû belê Êzidî û hemû gelê Kurdistanê hate pîrozkirin.

Di danezanê de YBŞ’ê bersiv daye fermana 3’yê Tebaxê û di encamê de bi sed hezaran kes ji ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û wiha hate got: “Ev pêvajoya şerê destanî, ji aliyê konferansa me ve weke pêvajoya amadekariyê hatiye nirxandin û têkildarîrêxistinbûn û sîstema YBŞ’ê biryar hatine girtin.”

Encamnameya konferansa YBŞ’ê wiha ye:

MECLÎSA GEL A ŞENGALÊ VÎNA SIYASÎ YE

Di konferansa me de rewşa civakî û siyasî gelê me yê Êzidî hatiye gotûbêjkirin. Sedem û encamên 73 fermanên ku hatine serê gelê me hatine gobûêjkirin; li hemberî vê yekê em gihiştine wê encamê divê ji bo gelê Êzidî bibe xwedî vîna siyasî ya azad û hêzeke xweparastinê biafirîne.  Biryar hatiye dayin ku di her şert û ermcan de vîna gelê me esas bê girtin û Meclîsa Gel Şengalê weke vîna gel a siyasî bê qebûlkirin.

Weke tê zanîn roja 3’yê Tebaxê di serî de weke roja hewara gelê me û sembola cesaretê hatiye qebûlkirin. Bi pêşengiya Şehîd Gênco şevanên YPG û YPJ’ê destekê dane me, di heman demê de yekîneyên HPG û YJA Starê di şexsê Şehîd Dilgeş, Şehîd Armanc û Şehîd Canpolat de, bi sekna xwe di vê şerê bi heybet de pêşengî kirine, di perwerde û her çeperan de, di her warî de alîkarî dane yekîneyên me. Em weke Konferansa YBŞ’ê zêdetirê sed şervanên ku li ser axa me şehîd bûne, bi rêzdarî bibîr tînin, weke şehîdên YBŞ’ê qebûl dikin, em diyar dikin ku ku em ê mil bi milê HPG-YJA Star li Şengalê têkoşîna xwe bidomînin. Li aliyeke din jî, konferansa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji ber xwedîderketina wî ya li gelê Êzidî ku ti carî ji aliyê gelê Êzidî ve nayê jibîrkirin, silav kiriye.”

LI HER CIHÊ KU ÊZIDÎ LÊ BIN WÊ ERKA PARASTINÊ PÊK BÎNIN

Delegeyên konferansa me bi awayekî berfireh armanc û qada têkoşînê ya YBŞ’ê gotûbêj kiriye. YBŞ’ya ku armanca wê ew e ku ax, çand û baweriya gelê Êzidî li dijî hemû êrîşên ji derve û hundirê ve pêk bên, biparêze, biryar daye ku di serî de li Şengalê û li hemû cihên ku gelê Êzidî lê dijîn, erka xwe ya parastinê bi cih bîne.

Di konferansa me ya ku di salvegera Komkujiya Helepçeyê pêk hat de, rewşa Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin û YBŞ weke bersiva li dijî hemû êrîşê û komkujiyên ku dixwazin li Kurdistanê pêk bînin, hatiye binavkirin."

YPJ ŞENGAL WÊ BÊ MEZINKIRIN

Di berdewama danezanê de hate diyarkirin ku yek ji mijarên sereke û girîng ên konferansê jinên û YPJ Şengala ku hêza rêxistinkirî ya jinên Êzidî ye, bû. Di encamnameyê de wiha hate gotin: “YPJ Şengal li hemberî qetilkirin û dîlgirtina bi sedan jinên Êzidî weke bersiva herî mezin a jinên Êzidî derketiye pêş. Delegeyên jin bi awayekî bi biryar û aktîf tevlî konferansa me bûne, gihiştine hişmendiya civakî ya li ser esasê azadiya jinan, biryardariya tolhildana ji bo jinên me yên ku hatine şehîdkirin û ji bo rizgarkirina jinên hatine dîlgirtin, hatiye xurtkirin. Li ser vî esasî biryar hatiye dayin ku YPJ Şengal a ku weke temînata azadiya jinên Êzidî ye bê mezinkirin, bê aktîfkirin û bi hişmendiya xweparastina jinên Êzidî biryara perwerdekirina jinan hatiye dayin.

Feraseta xweparastinê ya YBŞ’ê di vê konferansa me de hatiye ecibandin û li ser esasê berxwedana li hemberî êrîşan hemû cureyên berpirsyartiyên pêşxistina şerê parastinê ji bo gelê Şengalê dane YBŞ’ê. Li gel vê jî biryar hatiye dayin ku li hemberî hemû gel, çand û baweriyên cûda xweşbînî û rêzdarî esas bê girtin, û ji bo yekîtiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê were xurtkirin peywira xurtkirina berxwedana ji bo serkeftina gelê Şengalê  erk hatiye danîn. YBŞ yekitiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê girîng dibîne, û biryar daye ku bi hêzên yekitiya demokratîk-neteweyî re tevbigerin. Her wiha pêşketina yekitî û piştevaniya neteweyî ya di navbera hemû hêzên Kurdistanî û yekitiya neteweyî û yekbûna hemû hêzên Kurdistanê ya li ser esasê berxwedanê girîng dibîne. Ji ber vê jî YBŞ’ê ji bilî keç û xortên Êzidî jî deriyê xwe ji hemû kesên ku dixwazin tevlî nava refên YBŞ’ê bibin re vekiriye.

Konferansa me ya yekemîn pratîka demê borî nirxandiye, kêmasiyên ku çêbûne hatiye aşkerakirin û ji bo çareseriya wan rexne hatine kirin û dayin. Her wiha rêvebernameya YBŞ’ya ku heşt meh in di nava pratîkê de şeklê xwe digire û xebata xwe dimeşîne, hatiye temamkirin. Bi vî awayî bingeha hemû xebatên me hatine diyarkirin, îskeleya me ya rêxistinbûnê hatiye amadekirin. Li gorî vê rêveberinameya me Meclîsa me ya YBŞ’ê ji serî ve bi dengdanê hatiye erêkirin û hilbijartin.

YBŞ’ya ku xwe weke mîrasê şehîdan dibîne, ji bo 15 şehîdên ku bi xwîna xwe Şengala pîroz av danû hemû şehîdên HPG, YPG û Pêşmergeyan ên li Şengalê şehîd bûne û hemû şehîdên  fermana 73’yê soza tolhildan û rêxistkirinê daye. Hemû xebatên YBŞ’ê ji nû ve hatine sererastkirin û armanca sereke ya YBŞ’ê azadkirina Şengalê ye. Li ser esasê vê armancê, di xeta Ferman Şehîd Berxwedan de, hemû beşdar û endamên konferansa me ji bo Şengalê bigihînin azadiyê soza şeref û namûsê dane.  Li ser vî esasî em em bang li hemû xort û keçên Êzidî dikin ku tevlî nava refên YBŞ’ê bibin, axa pîroz a Êzidiyan biparêzin û Şengalê azad bikin. Di vê çarçoveyê de em careke din bi rêzdarî hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û konferansa xwe ya yekemîn li hemû gelê me yê Êzidî û hemû gelên Kurdistanê pîroz dikin.”