TKP/ML: Agirê Newrozê yê Kurdan wê bandorê li tevahiya herêmê bike

TKP/ML destnîşan kir ku Newroz Newroz, agirê azadiyê ye ku di dil û mejiyê gelê Kurd de ti carî venamire.

TKP/ML destnîşan kir ku Newroz Newroz, agirê azadiyê ye ku di dil û mejiyê gelê Kurd de ti carî venamire û got, "Ev agirê geş bûye, li Rojava, li çar parçeyên Kurdistanê, li gelemperiya Rojhilata Navîn wê her vêketî be." Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêza biryardarî û berxwedanê ya hevalê Mazlûm Dogan di destê gelê Kurd de îro veguheriye meşaleya azadiyê."

TKP/ML Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn bi wesîleya Newrozê peyamek weşand.

'JI BINDESTAN RE BÛ MÎNAK Û MODEL'

Di peyamê de hat ragrihandin ku ti ji hêzên emperyalîst û zordar ên paşverû nikarin agirê azadiyê yên gelan vemirînin û hat gotin, "Ji ber ku ev agir, ji hesreta azadiyê ya gelan a di kûrahiya dîrokê de veşartî ye, tê. Ji ber vê yekê ye; di serî de gelên Rojhilata Navîn wê hemû gelên bindest ên cîhanê, tevî hemû dorpêçî û êrîşkariyê her li azadiyê bigerin û têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê dewam bikin.

Newroz agirê azadiyê di dil û mejiyê gelê Kurd de, ku qet venamire. Ev agirê geş bûye, li Rojava, li çar parçeyên Kurdistanê, li gelemperiya Rojhilata Navîn wê her vêketî be. Hêza hêzên mêtînger ên emperyalîst û paşverûyên herêmê, wê nikaribin têra astengkirina têkoşîna azadiyê bike. Azadî û berxwedana li Rojava pêl bi pêl wê li welatên herêmê, dûre jî li hemû xaka mazlûmên cîhanê belav bibe."

Di peyamê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd bi dayîna berdêlên mezin, bi kişandina êşên giran, bi fedekarî, meşa bi rûmet û werekî ya di rêya azadiyê de ji hhemû gelên bindest ên cîhanê re bûye mînak û model.

Di dewama peyamê de hat ragihandin ku rêxistinbûyî û hêza kedê ya jinê, ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd derxist holê, rêya berxwedanê û têkoŞînê ya jinên kedkar ên hatin qetilkirin ronî dike û wiha hat gotin:

'AGIRÊ MAZLÛM DOGAN KOLEDARÎ PARÇE KIR'

"Agirê azadiyê yê hevalê Mazlûm Dogan di 21'ê Adarê de li zîndanên Amedê pêxist, ne tenê dîwarên zîndanê parçe kir, di heman demê de tarîtiya koledariyê ya di ruh û hişmendiyê de parçe kir. Hêza biryardarî û berxwedanê ya hevalê Mazlûm Dogan, îro di destê gelê Kurd veguheriye meşaleya azadiyê. Bi taybetî jî di dest û hişê jinê de veguheriye çekeke mezin a azadiyê."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku azadî wê bibe ya gelê Kurd û gelên mazlûm ên Rojhliata Navîn û hat gotin ku yên bi ser bikevin gelên kedkar ên berxwedêr in.